Gelo li dijî Rojava û Şengalê konsepteke nû ya êrişê tê amadekirin?

Piştî ku Barzanî serdana Tirkiyeyê kir, li ser sînorê Rojava liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê zêde bû. Ev yek jî bû sedem ku pirseke wiha bê kirin: "Gelo dewleta Tirk û PDK dixwaze konsepteke nû ya êrişê ya li dijî Rojava û Şengalê bide destpêkirin?"

Di demekê de ku hesabên nû yên dagirkeriyê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewam dikin, PDK li ser sînorê Rojava qereqolan û nuqteyên çavdêriyê ava dike.

PDK'ê vê meha dawî ji sêgoşeya sînorê Rojava-Bakur û Başûrê Kurdistanê heta sînorê Şengalê, li ser sînorê Rojava-Başûr dest bi çêkirina qereqolên nû û nuqteyên çavdêriyê kir. Li hin herêman jî xendekan dikole.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li ser Heftanînê dewam dikin. PDK jî, tevî ku ji bo wan ti zerar û metirsiya xwe nîne, li ser sînorên Rojava qereqolan çêdike. Ev yek jî dibe sedema hin pirs û fikaran.

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di 4'ê Îlonê de serdana Enqereyê kir, liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor zêde bû. Li heman herêmê liv û tevgereke zêde ya keşfê ya dewleta Tirk heye.

PDK'ê ji sêgoşeya sînorê Rojava-Bakur-Başûr dest pê kir û li seranserê çemê Dîcleyê heta qada Sêmalka, gundên Xanika, Mexfer û Sihêlayê, gelek nuqteyên leşkerî çêkir. Hejmareke zêde ya pêşmergeyên xwe şand herêmê.

Qereqolên di dema Saddam Huseyîn de hatin çêkirin jî nû kir. Pêşmergeyên PDK'ê li seranserê geliyê Dîcleyê heta ber bi herêma başûr, gelek nuqteyên leşkerî ava kir û li hin deveran jî xendekan dikole.

Ji herêma Sihêlayê, ku çemê Dîcleyê li vê derê ji xaka Rojava derdikeve û diherike nava Başûrê Kurdistanê, heta bi herêma başûr, liv û tevgereke zêde ya PDK'ê li ser sînor heye.

Li gorî çavkaniyên leşkerî ku agahî dane ANF'ê, liv û tevgera li ser sînor van 20 rojên dawî zêde bûye û balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser herêmê difirin.

Di demekê de ku dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kiriye, ev liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê ya li ser sînor dibe sedema hin fikar û gumanan.

PDK ku zêdeyî saleke ambargo daniye ser Mexmûrê û beriya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzeke xwe şand herêma Zînî Wertê, bi van qereqolên xwe yên li ser sînorê Rojava çêdike, rê li ber gelek pirsan vedike.

Beriya vê tevgera li ser sînor û serdana Nêçirvan Barzanî ya li Tirkiyeyê, tevî gefên PDK'ê yên li ser Şengalê, dewleta Tirk êrişên hewayî êriş biribû ser Şengalê.

Medya PDK'ê dema dawî propagandeyeke giran a reşkirinê li dijî Şengalê dike. Bi vî rengî hewl dide piştgiriyê ji hêzên navneteweyî bigire.

Alîkarê Wezîrê Destpêkê yê ji Karên Rojhilata Navîn a Nêz Berpirsyar ê DYE'yê Joey Hood meha Tebaxê di brîfîngekê de di bin "şêwirmendiya DYE'yê" de daxwaza karekî hevpar ê Hewlêr, Bexda û Enqereyê kiribû.

Bûyerên ku li herêmê diqewimin vê pirsê dixe serê gelê Kurd: "Gelo dewleta Tirk û PDK amadekariyên destpêkê yên konsepteke nû ya êrişa li ser Rojava û Şengalê dike?"