Gabar: Divê derî li dijmin neyê vekirin

Yek ji fermandarên HPG'ê Dilxwaz Gabar got, dewleta Tirk bi lîstik û polîtîkayên qirêj hewl dide mirovan bike sîxur û bi vî rengî li dijî nirxên pîroz ê gel bi kar bîne.

Yek ji fermandarên HPG'ê Dilxwaz Gabar di bernameya taybet a ku Stêrk TV de bersiv da pirsên rojnamevan Pîrdogan Kemal.

Rejîma AKP-MHP’ê bi taybetî salên dawî bi awayekî pir dijwarî şerê taybet li ser gelê Kurdistanê dimeşîne. Di her mijar û qadê de ev şer û polîtîka tê meşandin. Bi taybetî jî gotinên 'me xelas kir, emê wan xelas bikin', dikin. Lê hemberî wan jî hem li çiyayên Kurdistanê hem jî li bajaran çalakiyên pir mezin hene. Hûn vê rewşa dawî çawa dinirxînin?

Di meha Gulanê ango meha Şehîdan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Weke tê zanîn rejîma AKP-MHP weke komên şerê taybet li hevkirin. Bi caran Rêber Apo şans da AKP’ya ku sala 2002’an hatiye ser desthilatê. Ji bo ku aşitî pêş bikeve û şer raweste bi awayekî eşkere pir caran bangewazî kir. Bi lîstok, dek û dolabên cûr bi cûr; bi zêdekirina tundî û hevkariyê, bi rêya sîxor û kontrayan xwestin bersivê bidin. Îtîfaqa AKP’ê ya bi MHP’ê re jî di wê çarçoveyê de bû. Di bersiva pêvajoyên agirbesê yên pêşketinî de ji bo ku li ser piyan bimîne bi caran şer pêşxistin. Ji ber ku ew koma çete bi şer û xwînê li ser piyan dimîne û xwe rêxistin dike. Li gel wê yekê li hemberî bangewaziyên aşitiyê dubare ketin ser rêya qirkirina Kurdan. Rêber Apo berdewam şans da û xwest pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi rêya aşitiyê çareser bike. Lê wan hewldan ku wê weke lewaztiyekê bikar bînin. Rêber Apo diyar kir ku “Piştî sala 2004’an me dema xwe ya herî bihêz jiyan kir. Ji wê demê û şûn ve ji bo mezinkirina hê bêhtir a şer gelek derfetên me çêbûn.” Lê belê Rêber Apo tevî her tiştî banga aşitiyê kir. Delwet jî li hemberî derfetên çêbûnî hewl da bi rêya bikar anîna tundiyê şer qezenc bike û hê jî hewldide.

Çend roj beriya niha jî Silêman Soylu got ku 200 kes maye. Carna dibêje 300, carna 500 û carna jî 15000 gerîla hene. Ya rast bi wan gotinan hewldidin ku civaka Tirkiyê bixapînin. Civaka Tirkiyê jî fêhm kir ku ew derewan dikin. Her wiha xûyakirina rûyê wan a pişt perdeyê jî destpêkiriye. Ji bo wê tundiyê bikar tînin. Şaredariyan desteser dikin û di bin navê nobedar rêxistinkirina çeteyan pêş dixin. Gotinên “Me qedand, em diqedînin” bikar tînin. Di salên 1980’an de digotin waye 5 kes, 6 kes, 10 kes mane. Civaka Tirkiyê jî pir baş zanî ku ew derew e. Pirsgirêka Kurd gihîştiye astekî ku bi tundiya dewletê wê çareser nebe. Nikarin Kurdan biqedînin, hê jî derewan dikin. Bi hin noker û xayînan re hevgirtine. Ew kesimê noker ji dîroka Kurdistanê heya roja me ya îro her tim hebûne. Carna dewlet ji bo xwe ji wana sûd wergiritye lê bi bikaranîna wê nikarin Tevgera Azadiya me xelas bikin. Tevgera Azadiyê ji mêj ve ew yek derbas kiriye. Faşîzma AKP-MHP hem di warê aborî, hem siyasî, leşkerî û hem jî dîplomasiyê de dema xwe ya herî qels dijî. Hema wê hilweşin. Hewl dide bi rêya şerekî bê exlaq xwe li ser pêyan bigire. yasa û exlaqên şer jî hene. Lê belê dewleta faşîst wana nas nake. Bi wan rêbazên xwe yên hovane êrîşê gelê me û gerîla dike. Baweriya xwe bi teknîka di destê de heyî tîne û wana dike. Lê ji Biharê ve bi derbên ku xwariye matmayî bûye. Êdî diyar bû ku dema gerîla bi terz û taktîkên nû şer bike teknolojiya wan jî bê kêr û bê bandor dimîne. Tevahî propagandayên ku bi rêya şerê taybet dimeşînin jî derew in. Îro bi têkoşîna ji Istenbolê bigire heta Serhedê tê meşandin ve rastî derdikevin holê. Çi qasê şerê derûnî bimeşîne jî lê rastî eşkere dibin. Gerîla li Serhed, Botan û li qadên Parastina Medyayê derbên mezin li dijmin dixe. Heta li Istembolê jî dijmin derbên giran dixwe. Ew ê hê jî bidome û ev hêza têkoşîna me nîşan dide. Bi terz-taktîkên nû ve em şerê taybet û teknîka ku dijmin pişta xwe spartiyê vala derdixînin. Belê, bedîlê wê û wendahiyên me çêbûn. Lê bi bikar anîna şerê taybet tiştên ku dibêjin derev e. Eger ku me qedandine başe kê ew qas çalakiyan dike? Encax hewldidin ku bi bikaranîna îxanetê, nokertiyê û sîxoran hin tiştan bikin. Bi şeklekî din be hêza wê ya şerkirinê nemaye. Ji xwe tu kes jî bawer nake ku wê bikarin şer bikin. Bi xwe ji xwe bawer nakin. Di nava xwe de pirsgirêkên wan hene. Ketine nava qonaxekî metirsîdar. Soylu îstîfa kir. Çima Erdogan qebûl nekir? Ji ber ku komên çete ne. Ekîbên Erdogan, Hakan Fîdan, Soylu û Bahçelî ji ber kiryarên qirêj di nava îtîfaqê de ne. Ji ber wê Erdogan nikare dev ji wan berde. Dema ku biçin wê hemû qirêjiya wî derkeve holê. Ji ber ku wêya dizane lewma nikare dev jê berde. Niha li kû derê ye? Navê wî heye lê bi xwe nîne. Hema wê hilweşin. Wer dizanin wê sîstema faşîst heta kû derê bikarin bibin. Wê ji hêla siyasî û leşkerî heta kû derê bibin?

Civaka Kurd û Tirk wana qebûl nake. Ji ber wê yekê şerê taybet û teknolojiyê pêş dixin, xwe diavêjin ber bextê wan û civakê bi wî rengî dixapînin. Dibêje emê xelas bikin, me ewqasî derb li wan xist. Hemû ne rast û derev in. Ji xwe her kes jî dibîne. Wê demê kê vê berxwedanê didomîne? Gotinên wan li kû man? Derevan dikin, ev eşkere ye. divê tu kes jî bi wan derevan bawer neke. 

We got ku bi polîtîkayên xwe yên qirêj cerdevantiyê, nokerî û sîxurtiyê pêk tînin. Girêdayî vê yekê tê zanîn ku ji Osmaniyan bigire heta dewleta Tirk wan polîtîkane dimeşînin, bi taybetî 200 salên dawî. Hûn bandora wê ya ku di nava civaka Kurd û ciwanan de dimeşîne çawa dinirxînin? Di nava gel de çawa sîxurtî û nokeriyê dimeşînin? Bandora wê çi ne?

Polîtîkayên qirêj yên ku dimeşîne bi taybetî dixwaze di nava ciwanan de pêş bixe. Bi bikar anîna fuhûş, madeyên hişber, sîxorkirin û her cûre polîtîkayên bê exlaq ve hewldidina ciwanên me ji rastiya wan qut bikin. dixwazin bixin bin bandora xwe. Ew tiştên nû nînin. Dema em li dîrokê temaşe dikin ji Osmaniyan tê, nîşaneya xeyalên Osmanî ye. Bi wan rêbazên bê exlaq ve dixwazin ciwanên Kurd bê bandor bikin, ji ber ku hemû lîstokên din eşkere bûne. Berxwedaniya mezin ya ku di şexsê Rêber Apo de pêş dikeve tevahî lîstokên wan eşkere kir. Ji ber wê êdî bi awayekî rasterast dest bi meşandina lîstokên xwe yên qirêj kirin. Hewldidin ku Kurdan bi destê Kurdan bikuje. Armanca wan a yekemîn jî ciwan in. Di berxwedaniya ku bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) pêşket de vîna gel û ciwanên me derket holê. Berxwedaniya ku li Sûr, Silopî, Cizîr, Hezex û Geverê dest pêkir vîna ciwanên Kurd danî holê. Bi mehan nekarîn bikevin wan cihan. Li beramberî wê berxwedanê bin ketin. Li hemberî wê ji bo ku bikarin bigihîjin xeyalên xwe yên Osmanî armancê wan ê yekemîn ciwan in. Divê ciwanên Kurd li hemberî wê yekê hişyar bin.

Wan polîtîkayan bi giştî li ser gelê Kurd û ciwanan pêk tînin. Bi taybetî li ser gelê Botanê û ciwanên wê dimeşînin. Ji ber ku dizanin Botan mîlada têkoşîna me ye lewma bi taybetî destên xwe yên qirêj diavêjin Botanê. Ji ber wê yekê li Botanê hewldidin kurucîtiyê bi hêz bikin. Di nava ciwanên Botanê de polîtîkayên bê exlaq pêş dixînin. Dixwazin tevahî qirêjiyên modernîteya kapîtalîstê li Botanê pêş bixin. Li Tirkiyê jî bi pêşxistina nokertiyê hewldidin çeteyan ava bikin, wana bi çek dike û rê li ber têkbirina civak ya bi destê civakê bi xwe vedikin. Divê em li hemberî wan polîtîkayên qirêj ên dixwazin pêşbixin hişyar bin. Divê ciwanên Kurd wana bibîne û li gorî wê tevbigere. Pêwîste ciwan bi xwe bîryarên xwe bigirin. Di wê hêlê de dikarin ruhê berxwedana bajêr ya 2015’an di sala 2020’an de jî nîşan bidin. Weke Tevger me bîryara rûxandina faşîzmê girtiye. Ciwanên Kurd di wê aliyê de divê bi israr bin. Lê hê jî lewaztî û kêmasî hene. Heta yên ku wan lewaztî û kêmasiyan dipejirînin jî hene, yên ji bo xwe sîstemê qebûl dikin jî hene. Divê bi lîstokên wisa neyên xapandin. Pêwîste ciwanên Kurd rastiya Erdogan û AKP-MHP’ê bibînin. Ew vîna gelê Kurd nas nakin in. Bi qeyûman şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin dagir kirin. Ji xwe gotin ku wê qeyûman bînin ser lê nekarîn vîna gel bişkînin û wê nekaribin jî. Îro eger carekî din hilbijartin çêbibe jî wê gelê Kurd dîsa vîna xwe nîşan bide. Di wê hêlê de pêwîste ciwanên Kurd bi bîryar û wêrek bin. Bêne çiyayan û tevlî berxwedanê bibin; dikarin li bajarên ku lê dijîn û li malên xwe bîriyar bidin û têbikoşin. Mînakên wê di rojên me yê îro de hene. Pratîka wê a niha ciwanên Kurd li qadan pêk tînin. Dikarin wê îradeyê nîşan bidin.

Weke gelê Kurd û ciwanên wê divê vê şerê taybet û polîtîkayên qirêj bibînin. Divê xebatên wan ên sîxurkirinê bibînin. Bi sîstema kurucîtiyê Kurdan tînin beramberî hev. Bi bikaranîna rêbazên qirêj yên weke fuhûş û madeyên hişber ve ciwan têne xistin. Tê xwestin ku vîn ji holê rabe, ji ber ku ji vîna me ditirsin. Ji wê bîrdozî û felsefeyê ditirsin. Belê, tê gotin ku Kurdan dipejirînin lê Kurdên ku serê wan bi betonê hatibe girtin. Kurdên mirî qebûl dikin.

Wate Kurdên ku entegreyê sîstemê bûne…

Kurdên ku weke wan be. Ew jî ne Kurd in. Ji ber ku rastiya Kurd ne ev e. Pêwîste li hemberî wana ciwanên Kurd hişiyar bin û rastiyê bibînin. Divê tevlî wê berxwedanê bibin û ji wê rewşê re bêjin êdî bes e. Dewleta Tirk dixwaze bi wan lîstokan bigihîje xeyalên Osmaniyan. Li hemberî wê jî divê mirov bi biryar be. 

Birêz Gabar we di axaftinên xwe de qala Botanê kir. Botan, weke çavkaniya şerê ku li dijî sîstemê tê meşandin derketiye pêş. Bûye keştiya berxwedanê. Her wiha we qala polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk kir. Gelo polîtîkayên taybet û cûda li ser eşîran, herêman û bajaran heye?

Ev polîtîkayên tên birêvebirin bi qirêjiyên di asta herî jor de tên kirin. Bi taybetî li Botanê malbatên şehîdên me bi destê eşîran dixin nava lîstokan û dixwazin lîstokên xwe bi hêz bikin û bigihînin encamê. Di hilbijartinên 2019’an de xwestin bi wê rengî bikin. Gelê Botanê di dîroka têkoşîna me de her tim di nava berxwedanekê de bûye. Gelê Botanê, gelekî qehreman e. Ti carî ji têkoşînê gav bi paş ve ne avêtiye. Her ciqasî rû bi rûyê zilm û zordariyê hatiye kirin jî lê gav bi paş ve ne avêtiye. Dibêjin ku Şirnex girtine. Hemû derfetên xwe xistie tevgerê û bi polîtîkayên pir zêde yên şerê taybet karî Şirnexê bigire. Bi anîna leşker, polîs û kesimên xwe yên nokerên ve karî bigire. Dengê gel ji wan re neçûye. Em wê yekê baş dizanin. Ji ber ku em gelê xwe baş nas dikin. Em zarokên Botanê ne, em dizanin ka vîna gelê me di çi astê de bi hêz e. Çiqasî propagandaya wê bike jî lê tu kes bawer nake. Lê bi eşîrên Mala Beyrê, Jîrkî û kesimekî Sêgirkî kurucîtiyê pêş dixe, bi meşandina polîtîkayên qirêj ya li ser ciwanan hewl tê dayîn ku gel ji wê dozê dûr bixînin. Bi pere û bikar anîna zorê ve dixwazin malbatên me yên welatparêz jî bikin sîxur. Ji ber ku qadên berxwedanê ne. Hewldidin wê yekê pêk bînin, divê mirov nekeve wan xefikane. 

Di rastiyê de dewleta Tirk dixwaze bi van polîtikayan faliyetên xwe yên ajantiyê asayî bike. Di qada civakî de û weke di giştî çapameniyê de, vî zimanî bi şêweyek vekirî bikar tîne û dixwaze vê asayî bike. Rojane li ser vê nîqaş dikin. Encamên vê em dikarin çawa binirxînin? Ji bo van polîtîkayan hinek kom ava kirine. Çawa nêzî gel dibin û çawa têkildar dibin?

Hemû rêbazên şerê taybet yê qirêj ku bi kar tanîn bê encam ma. Piştî vê jî bi karanîna van rêbazan dixwazin encamê bigirin. Li ser Eşîran, qebileyan û hinek kesan ev ceribandin. Niha dixwazin li ser malbatên me yên welatparêz vê bikar tînin. Xetek ya me ya sor heye. Malbatên me yên şehîdan, malbatên gêrîlayan bi giştî malbatên me yên welatparêz xeta me ya sore. Niha jî dixwazin vê li dijî me bikar bînin. Bi vî şêweyî ziyanê didin gelê me û malbatên me. Rêbazên cuda bikartînin dixwazin bigehin zarokên xwe. Diwazin ajantiyê û havkariyê berfireh bikin û xwe bigehînin me. Dixwazin bikevin saziyên Kurdan. Gelê me û malbatên me pêwîste zêdetir baldar bin, nekevin van xefkan. Li aliyekê xwişk, bira, xal, mam şehîd ketiye; li aliyê din bibî ajan û xizmetkarê dijmin ma çêdibe? Ev şermezariye. Pejirandina vê jêdera şermezariyê ye. Dijmin faşîste, her tiştî bi kar tîne. Ne kevin van xefkan. Hinek kes dikevin van xefkan û dikevin valahiyê. Ev ji bo gelê Kurd û malbatên me yên welatparêz şermek pir mezine. Bi teqez pêwîste em vê ji bo xwe ne pejirînin. Em di rewşek wisa de ne ku li dijî van polîtîkayên qirêj yên dijmin birêve dibin baldarbin. Em ji bo gelê xwe wekî xeter dibînin. Di rêyek bi şeref de berdêl dayîn, li aliyê din tê xistin û di rêyên qirêj de dibin. Di rêyek bi rûmet de şehîd dayîn, li aliyê din tu çawa dikarî serî ji dijmin re danî? Bi teqez pêwîste ti malbatek me vê nepejirîne. Xetereyek wisa tê dîtin. Dijmin dixwaze dest bavêtê.

Em dibînin, dibihîsin û dişopînin. Dixwazin vê bikin. Em li ser vê mijarê bi agahîne û baldarin. Lê belê pêwîste malbatên me vêya bibînin. Pêwîste ji bo xwe vê xetereyê ne pejirînin. Li dijî vê berxwedan bingeh bê girtin. Ji ber ku bi berxwedanê em dikarîn bigehîjîn serkeftinê. Bi koletiyê, bi serî tewandinê, bi ajantiyê emê bigehîjin kuderê? Hemû kes pêwîste ji vêya re bêje bese. Bi hemû qirêjiyan dixwazin li ser malbatên me yên welatparêz encam bigrin. Ya xeter eve.

Herî dawî, rojên derbasbûyî derkete çapemeniyê ku li dijî kesên li Başûrê Kurdistanê di nava gelê Kurd û ciwanan de polîtîkaya ajantî-nokeriyê bi rê ve dibin. Pêngavek hatiye destpêkirin. Ev pêngav li gelek bajaran belav bû. Li ser vê mijarê nêrîna we çi ye?

Sala 2020’an ji bo me salek taybet e. Em weke sala fînalê dikîn armanc. Li dijî tecrîda li ser Rêber APO, hemû leyîstokên qirêj û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, rêxistina me biberfirehî pêngavek daye destpê kirin. Bi helwesta bidest xistina azadiya gelê Kurd, em bi giştî ketin nava têkoşînê. Wekî gêrîla, li çiyayên Kurdistanê, li metrepolan û bajaran pêngavek hate destpêkirin, bi şêweyek pir alî û berfireh berdewam dike. Dibe heta niha jî kêmasî û şaşî hebin lê gehişte rêjeyek diyar. Em hevalên xwe yên di van çalakiyan de cîh digrin silav dikin û rêhevalên xwe yên di vê berxwedanê de xwe feda kirîn bibîr tînin. Diyardikîn ku emê şopdarên riya wan bin. Pêwîste bê zanîn ku pêngava me destpê kirî pêngava serkeftinê ye. Pêwîste hemû kes bizane. Erdogan bi xwe jî vê dibîne, ji ber vê ditirse. Ji niha de diqêre û dinale. Ji wir diçe wir. Diçe hevkariya li gel DAÎŞ’ê, diçe Emrîkayê, diçe Rûsyayê û li aliyê din tawîzan dide hemû kesê ji bo arikariyê bigre.

Niha li Bakurê Kurdistanê pêngavek li dijî ajantiyê, hevkariyê, cerdevantiya bi hêrs destpê kiriye. Rêber APO û rêxistina me bi çendîn car şens da û bang kir. Hate gotin nebin hevkar. Rêxistina me ev bang hertim kir. Me jî hertim li dijî vana hişyariyên xwe dan. Yên li ser vê Îsrar dikin armancin. Ji bo ev xilas bibin pêngav berdewam dike. piştî vê jî wê berdewam bike, hem li çiyayên Kurdistanê, hem jî li bajaran. Rêxistina me bi giştî ji her alî ve ji bo serkeftina pêngavê di nava têkoşînê de ye. Ev pêngav rewşek wisa deye ku ji çiyayên Kurdistanê heta belavî stenbûlê bûye. Di rojên dawî de li Stenbûlê çalakiyek çêbû. Nikarin îtiraf bikin. Lê belê wê heta kuderê windahiyên xwe veşêrin. Ji Biharê ve bi dehan, bi sedan leşkerên wan mirin, çekên wan hatin rakirin. Hemûyan diveşêrin. Di çalakiyên li bajaran pêk anîn de, bi sedan wesayîtên wan, kargehên wan hatin şewitandin. Bi hincetên gotina “Encama qezayê” lê anîn û xwestin gel bixapînin. Dikarin vê hetanî kuderê bibin?

Banga me bi taybetî ji bo ciwanên Kurdane. Pêwîste li dijî polîtîkayên tê rêvebirin tevlîbûn ji bo vê pêngavê bê kirin. Dikarin rol neleyîzin. Pêngava hatî destpêkirin di sala 2020’an de ji bo azadiya Rêber APO û gelê Kurd gavek ya serkeftinê ye. Li dijî vê berxwedanê wê îtifaqa AKP-MHP’ê heta kûderê biçe.

Vîrûsa koronayê jî ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hate pêştxistin. Dixwazin ku civakê bi vê perwerde bikin. Ji ber ku sîstema kapîtalîst diruxe, civak bertek nîşa dide û dijî derdikeve. Bi vê dixwazin carek din bibin xwedî hêz, dixwazin xwe nû bikin. Em jî weke rêxistin li dijî vê xwe nû dikin. Pêngavên nû pêş dixin, xwe ji nû ve çêdikin û li dijî teknolojiyê şêwaz-taktîkên nû pêş dixin. Encamên vê jî derketin pêş. Tê dîtin ku encamên wê çawanin. Piştî niha jî wê ev pêngav bi şêweyek bihêztir birêve biçe. Ji bo wê pêwîste ti kes ji direw û propagandayên dijmin bawer neke. Heta demek berî niha digotin “400 kes mane” piştre jî dibêjin “Tenê li Botanê hezar kes” hene. Gihîştine rewşek wisan ku ji siha xwe jî ditirsin. Ji bo ev pêngav rast berdewam bike, pêwîste hemû kes bizane ku bi cerdevanî, çeteyî, sîxurî, fihuş û tiryakiyan dixwazin çi bikin.

Em rê nedin leyîstokên qirêj ji bo dijmin sûdê bi dest bêxe. Bi taybetî rê nedîn îtifaqa faşîst a Erdogan û Baxçelî di xaka me de. Wê ev pêngav ji niha û şunde bi şêweyek bi hêztir berdewam bike. Em weke gêrîla ji her demê bihêztirin û ji bo serkeftina xwe ji hemû dema bi bawertirin. Hêza me jî têra vê dike. teknîka dijmin her çiqas pêşketî jî be, leyîstokên dike çiqas qirêj û bê rûmet be bila bibe, bi berxwedana gelê xwe û taktîkên xwe yên nû, emê hemû êrîşan vala derbêxin. Di rastiya xwe de dijmin bi xwe jî dizane. Ew bi xwe jî ji xwe bawer nakin. Lê belê dixwazin li civakê bidin bawer kirin. Ev şerek taybete. Pêwîste em vê bibînin.

Di dawiyê de bangek we heye?

Dîsa jî banga me ji bo ciwanên Kurdane. Hemû kesên di rêya şaş de; hem malbatên welatparêz, malbatên şehîdan, malbatên gêrîlayan û hem jî ciwanên Kurd yên bûyîn mexdûrê polîtîkaya qirkirinê pêwîste rastiyê bibînin û vegerin rastiya xwe. Rastiya dijmin bibîne û di rastiyên xwe de cuda bike, pêwîste tevlî vê pêngavê bibe. Em natirsin, ji ber ku hêza me gelê meye. Dîsa banga me ji bo ciwanan pêwîste tevlî vê pêngavê bibin. Pêwîste ji hemû cihan tevlî bibin. Pêwîste tevlî gerîla bibin, pêwîste tevlî nava çalakiyên li bajaran bibin, pêwîste tevlî çalakiyên metrepolan bibin. Pêwîste destûr neyê dayîn ku ev sîstem bihêz bibe. Pêwîste ne dijmin îradeya ciwanên me, ciwanên Kurd îradeya dijmin bişkêne. Ji bo vê pêwîste derî li dijmin neyê vekirin. Rêjeya gelê Kurd gihîştiyê, nimûneya şeref û rûmetê ye. Pêwîste ciwanên me, gelê me û bi taybet Botanî vê ji bo xwe wekî xetereyekê bibînin.

Dîsa jî bi wesîleya Meha Gulanê hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin, li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Layîqbûn û xwedî derketina li hemû gelê me yê welatparêz û parêzvanên xeta Rêber APO erka gêrîlayane.