Fransa: Ji bo QSD nebe qurban divê her tişt bê kirin

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly hişyarî da û got, divê Kurd nebin "qurbanên nû" yên şerê Sûriyeyê.

Florence Parly ji rojnameya Le Parîsîen re nivîsî û bal kişand ser pêngava dawî ya li Dêra Zorê ku wê dawî li çeteyên DAÎŞ'ê bîne. Parly got, "Li hevkarên me li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bifikirin: Di dawiya vê rêwîtiyê de ku ji Kobanê dest pê kir û li Hecînê bi dawî dibe, serketin heye. Lê belê ji bo hinekan veger nîne."

Parly bal kişand ser biryara vekişînê ya DYE'yê û got, "Piştî ku DYE'yê ragihand ku wê ji herêmê vekişe, rewş ji nû ve hate nirxandin û vê yekê li herêmê rê li ber guhertinên nû vekir."

Parly got, "Kes nizane ku lihevkirineke çawa wê ji vir derkeve."

Wezîra Parastinê ya Fransayê wiha dewam kir: "Wezîfeya me ew e; ji bo QSD nebe qurban, her tişt were kirin. Min bi xwe hişyarî da NATO'yê, da hempîşeyên xwe yên Emerîkî û Tirk."

Parly got, "Hevkarên me yên li herêmê QSD'ê gelek tişt ji xwe da. Em gelekî deyndarê wan in."

Parly têkoşîna dawî ya li Baxozê bi bîr xist û got, "Lê belê ev şer ne têkoşîna gundekî ye. Têkoşîna nifşekî ye. DAÎŞ wê bi rengekî mezin têk biçe. Ji niha ve xwe ji nû ve birêxistin dikin. Li çiyayên Hermînê yên Iraqê, li wîlayeta Anbarê ku koka wan li wir e, li herêmên Sûnî yên Sûriyeyê mîna Reqayê, bi rengekî hîn veşartî, hîn fihêlbaz: Eger em bêjin, wê ne êrîşkarên metirsîdar bin, hingî em ê şaşitiyê bikin."