Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê Fermandar Berxwedan bibîr anî

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî yek ji Fermandarên YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan ê berê 5 salan di êrîşên hov ên çeteyên DAÎŞ’ê de li Şengalê şehîd bûbû, bibîr anî.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî yek ji Fermandarê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan di salvegera 5’an de bibîr anî.

‘DI AVAKIRINA YBŞ’Ê DE XWEDÎ CIH BÛ’

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

“Di serî de em şehîdê xwe yê mezin şehîd Berxwedan di salvegera şehadeta wî ya 5’emîn de bi rêzdarî bibîrtînin. Hevalê me şêhîd Berxwedan ji roja destpêka fermanê heyanî gihîşt şehadetê bi vîndarî, cesaret û fedakartiyek mezin di çeperên herî pêş de cihê xwe girt. Di bingeha avakirina YBŞ’ê de cihê xwe girt û bû ji pêşengek civaka me. Di her kêliya jiyana xwe de ji bona azadiya gelê xwe û rizgarkirina axa xwe têkoşînek bê hempa da meşandin. Ew ji bona gelê xwe û hevrên xwe bû nimûneya berxwedaniyê û rêhevaltiyê. Şehîd Berxwedan di demek kurt de cihê xwe di dile tevahî hevalên xwe de çêkir.

‘RÊXISTINBÛYÎNA GELÊ ME JI BO DIJMIN BÛYE TIRS’

Bi pêşengtiya Berxwedanan, Zerdeştan, Berîvanan, Hemîdan îro em bûne hêza ku xwe bi xwe rêxistin dike. Ji bona vê ji, rêxistinbûyîna gelê me, bûye tirsa di nava dile dijminê me da. Weke tê zanîn gelê me di heftêhû sê ferman û komkûjiyan re hate derbaskirin. Yê ku cihê xwe di nava van komkûjiyan de ji girte dewleta Tirk bi xwe ye. Dewleta Tirk, ji dîrokê heya roja me ya îro, gelê me ji bona xwe kire armanca êrîşkirinê û êrîşên xwe bê navber cûr be cûr berdewam dike. Weke tê zanîn di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kir û xwast gelê me tIne bike. Lê belê keç û xortên vî gelî bi berxwedaniyek û vîndariyek bê hempa berxwedan û rê nedan ku dijmin bigîhîje armanca xwe. Dewleta Tirk ev berxwedanî û vîndarî hezim nekir vê carê bi xwe ket tevgerê û êrîşê gelê me kir. Ji sala 2017’an bigre heyanî 15’ê Çileya 2020’an di şexsê hevrê me şehîd Zerdeş de carekedin êrîşê pêşengên civaka me û gelê me kir. Di encama van êrîşên dewleta tirk de bi giştî şeş hevrêyên me gihîştin şehadetê.

‘JI BO GELÊ ME TIFAQ KARÊ SEREKE YE’

Hevrêyê me şehîd Zerdeşt dildarê gelê xwe û axa xwe bû. Şehîd Zerdeşt bi berxwedaniya xwe, vîndariya xwe, pêşengtiya xwe û girêdanbûyîna nirxên xwe ve nimûneyek bû. Weke tê zanîn di rizgar kirina gelek keç, dayik û zarokên êzîdî de xwedî rolek pir girîng bû. Em xwedî derketina li qehremanên xwe ya gelê me gelek girîng û bi nirx dibînin. Berteka wan ya li hemberî van êrîşan, em baş dizanin, ji bona me fermanên tolgirtinê ye. Gelê me yê Êzîdî pêwîste viya baş bizenibe, weke di dîrokê de ji şêber bûye ji bona serkeftinê mijara herî girîng tîfaq û bihevkirina civakê ye. Taktîka dijmin ya herî mezin; civak ji hev qutkirin û gor berjewendiyê xwe bi karanîne. Pêwîste gelê me yê Êzîdî ji, di vê baldarbûyînê de be da ku îtîfaqên xwe yên navxweyî bi hêztir bikin. Xwe ji seknekî perçebûyî dûr bêxin. Tifaqa civakî îfadeya tevahî berjewendiyên eşîr, cemaat û malbata ne.

‘HEVRÊ ZERDEŞ ŞENGALÎ Û ŞEHÎDÊN EM YÊN DIN HETA DAWÎ TÊKOŞIYAN’

Çawa ku hevrê me şehîd Zerdeşt ji bona gelê me yê Êzîdî xwedî nirx bû, hevrên me şehîd Pîr Hemîd, şêhîd Êzdîn û şehîd Cilo ji nirxek mezin yê cîvaka me bûn. hevrê me Şehîd Pîr Hemîd jî ji bona azadî û rizgarkirina gelê me xwedî rolek girîng bû. Ji destpêka fermanê heyanî kêliya jiyana xwe ya dawî bê guman têkoşîn da. Ji pêvajoya vekirina korîdorê bigire heyanî rizgarkirina navenda Şengalê û tevahî rizgarkirina deverên Şengalê hertim di pêş de şer kir û rojekê ji xwe ji têkoşîna azadiya gelê xwe ne da paş. Şehîdê leheng şehîd Zerdeşt û şehîd Pîr Hemîd di rojên herî teng, zor û zehmet da, di gelek qadan de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê û dijminê gelan şer kirin û ew wisa bûn pêşengê vî gelî. Hedef girtina van lehenga û gelê me, baş dide xwyakirin ku dewleta Tirk plan û polîkayên xwe yên fermanên nû li ser gelê me heye.

HIŞYARÎ JI BO DIJMIN Û HEVKARAN; EM Ê HESABÊN MEZIN BIXWAZIN

Em ji dibejin; bila dewleta Tirk û hevkarên wî baş bizanin, êdî gelê me ne bê xwediye. Em ê hesabên dîrokî ji wan bi pirsin. Kesê ku bixwaze dest dirêjiyê li ser gelê me bike pêwîste gelek mijaran da hesabê xwe ji bike. Em dizanin hinek kes yên wek e Heyder Şeşo û ew kesên kû kesayetên wek Heyder Şeşo didin axaftin, gotinên ne di cih de dikin. Bi van gotinên xwe dixwazin van êrîşan rewa bikin. Ev gotin û nirxwandinên bi vî şêweyî ji xizmet û hevkariya dijmin zêdetir tiştekedin nake. Her kesê jî dît yên ku di van êrîşan de hatine armanc kirin, pêşeng û zarokên vî gelî bûn. Bila kesek xwe neêxe bin barê ku ne karibe hilgire. Kesên ku di rojên herî zor û zehmet da pişta xwe dan vî gelî û reviyan mafê wan ji nîne ku li ser vî gelî biaxive. Di wan rojên herî zor û zehmet de bi pêşengtiya van hevrêyan berxwedanî pêşket û dijmin hat rewestandin. Eger ku roja me ya îro de, dewleta Tirk êrîşê me dike, tê wê watê, yê ku xwedî li vî gelî derkete em parazvanên vî gelî ne. Çi dibe bila bibe em ê dimildest hesabên mezin ji berpirsyarên van êrîşan bi pirsin.

‘WERIN LI SER CIH Û WARÊN XWE’

Dewleta Tirk, çawa çeteyên DAÎŞ’ê yên îdlîb û deverên din li hemberi her kesê weke çekek bikartîne, gelê me yên kû di qampa de dimînîn ji li hemberî Şengalê tevahÎ cîhanê weke çekek bikartîne. Pêwîste gelê me van leyûstok û planên dewleta Tirk baş bîbîne û neyên van leystokên qirêj. Em banga tevahî gelê xwe yên di qempa û derveyî Şengalê dikin, bila werin li ser cih û warên xwe bijîn. Bila nebin leyêstokên kûjerê gelê xwe. Em bertek û helwesta ciwanên Kurd di serî de yên li Başûrê Kurdistanê bi nirx dibinin. Tevahî ciwanên me bila xwedî bertek û helwest bin ji ber ku vv erk ne tenê erka ciwanên Başûrê Kurdistanê ye, erka tevahî cîwana ye, bila li hemberî van polîtîkayên qirêj baldar bin. Bila viya baş bizanibin, êrîşên li ser Şengalê û gelê me yê êzîdî, êrîşê li ser Kerkûk, Hewlêr, Rojava û her çar parçeyênn Kûrdistanê ye.

BANG

Em bangawazi û xebatên Kongreya Netewî yên di vê dawîyê de gelek bi nirx dibînin, eger dixwazin çareseriyêk bingeh ava bikin pêwîste rê nedin nakokiyên ku xizmeta dijmin dikin. Em hewildanê wan dibînin pêwîste her kes ji jî vê xebatê ra rêz bigire û kesek hesabên xwe yên şexsî û partî ne êxe pêşiya nirxin gelekê da. Pêwîste zêdetir xwedî bertek bin. Em viya ji bîr nekin, êrîşên liser Şengalê ne tene li ser gelê me yê Êzîdiye. Ev êrîş nîşaneya gelek êrîşên çêbibine ye. Em hêzên koalîsyonê û Iraqê ji dawetî xwedî li erk û berpirsyarên xwe yên exlaqî û wijdanî derketinê dikin. Ji ber ku ev êrîşên dewleta tirk di aliye van hêzan de ji bona me gumanan çêdike. Eger ew ji ne xwazin gûmanên bi vî rengi di aliye me de pêş bikevin pêwîste li hemberî van êrîşan xwedî bertek bin û bêdeng neminin. Kesekê ku li hemberî van êrîşan bêdeng dimîne ew ji dibin hevkarê wan. Em wek YBŞ-YJŞ xwedî hêzek pir mezinin. Em dikarin gelê xwe yê xwedî çand, nirx, qehreman û dîrokek qedîm bi parêzin. Ji bona vê ji ê ku dibin sedama qetlîam û şehîd xistina şervan, pêşeng û gelê mê, me ê hesabê mezin jê bipirsin û tola wan hilînin. Hêvî û baweriya me ya herî mezin û bi nirx gelê me ye.

Em cardin di şexsê fermandar şehîd Zerdeşt, şehîd Berxwedan, şehîd Pîr Hemîd, şehîd Êzdîn û şehîd Cîlo de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî û mînetdarî bi bîrtînin, bejna xwe li hemberî bîranînên wan di tewînin û sozê me daye wan dûbare dikin.”