'Em li ber tezkereya şer rabin'

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku şer tê wateya xizaniyeke mezintir, bêkarî û bikaranîna çavkaniyan li dijî gel. Bozgeyîk destnîşan kir ku divê ji tezkereya şer re bêjin 'na'.

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk destnîşan kir ku beşên civakî yên muxalîf, karker, kedkar û partiyên siyasî yên ku komên wan hene divê helwestê li dijî tezkereyê nîşan bidin û got, "Tezkereya ku dikeve rojeva meclîsê ji bo partiyên muxalîf jî mîna îmtihanekê ye. Em bang li partiyên muxalîf hemûyan dikin ku li dijî tezkereya ku aloziyê ji nû ve bixe nava gelan, helwestê nîşan bidin."

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk têkildarî budçeya sala 2022'an û tezkereya şer ji ANF'ê re axivî.

Bozgeyîk bi bîr xist ku hevdîtinên li ser budçeyê ew pêvajo ye ku hatin û lêçûnên cemaweriyê têne plankirin û got, "Bi Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê re mafê çêkirina budçeyê jî ji holê hate rakirin. Budçe li meclîsê neyê qebûlkirin jî ev erk radestî Serokkomariyê hatiye kirin. Mijara ku em di destpêkê de li ber radibin jî ew e ku di amadekirina budçeyê de kedkar, gel û partiyên siyasî yên ku komên wan hene tevlî vê pêvajoyê nayên kirin. Pêvajo bi jiholêrakirina mafê budçeyê tê meşandin. Dema ku mirov bala xwe dide ser hatineya budçeyê, tê dîtin ku ji çar paran sê par baca ji xebatkaran tê girtin. Dema ku mirov li pêvajoya lêçûnê jî dinerin, dibînin ku gel di xerckirinê de xwedî mafekî gotinê nîne. Em di pêvajoyeke welê de ne ku Îslam a siyasî û neo lîberalîzm bûne yek."

DERFETA KONTROLKIRINA BUDÇEYÊ NÎNE

Bozgeyîk anî ziman ku budçeya tê amadekirin li aliyê kedkaran û gelan nîne û destnîşan kir ku çavkanî bi giranî pêşkêşî polîtîkayên ewlekariyê, komên sermayeyê yên alîgir û terîqatan têne kirin û bal kişand ser pirsgirêka kontrolkirinê.

Bozgeyîk destnîşan kir, derfet nîne ku bê kontrolkirin bê budçeya sala 2021'ê çiqas jê ji bo wezaretên tenduristî, ragihandin û kar hatiye veqetandin, çiqas jê hatiye xerckirin, çiqas ji polîtîkayên afirandina cihên kar hatine bikaranîn û çiqasî ji bo jiyaneke aştiyane û ekolojîk hatiye bikaranîn.

TERCÎH DIVÊ JI KEDÊ BE

Bozgeyîk ragihand ku Tirkiye di pêvajoyeke giran a krîza aboriyê, bêkariyê û xizaniyê de ye, li Tirkiyeyê nêzî 10 milyon mirov bêkar in û got, "Krîza aboriyê ya ku her roj zêde dibe, ji bo kedkaran bêhtir dibe xizanî. Mûçeyê ku teqawît, kedkarên cemaweriyê û karker werdigirin, gelekî di binê astsa sînorê xizaniyê de ye, nêzî sînorê birçîbûnê ye. Em di demeke welê de ne ku kêmtirîn mûçe di binê sînorê birçîbûnê de ye. Mûçeyê kêmtirîn derdora 2 hezar û 850 TL ye, ku sînorê birçîbûnê gihîştiye 3 hezar û 50 TL'î. Budçeya sala 2022'an di pêvajoyeke bi vî rengî ya krîzê de tê amadekirin. Divê ev krîza aboriyê ji holê bê rakirin, çavkanî ji bo alîgiran, sermaye û şer neyên bikaranîn, bêkarî ji holê bê rakirin, hîn bêhtir ji bo kar, perwerde û polîtîkayên tenduristiyê bê xerckirin. Pêwîste budçeyeke ku xwe dispêre wekheviya zayendî ya li nava civakê bê avakirin, kar ji bo jinan bê zêdekirin, ji bo jinên kedkar ên li sektora cemaweriyê yan jî taybet para ji budçeyê bêhtir bê veqetandin. Divê dest ji polîtîkayên talankirina xwezayê bê berdan. Tercîh careke din li aliyê kedê bê danîn ku krîz tenê bi vî rengî ji holê dikare bê rakirin."

TEZKERE WÊ JI BO MUXALEFETÊ BIBE ÎMTIHANEK

Bozgeyîk diyar kir ku desthilatdarî ji bo temenê xwe yê li desthilatdariyê zêde bike bi polîtîkayên neteweperestî û şer mirovan li hemberî hev radike, bi vî rengî hewl dide girseya xwe li dora xwe bihêle û got, "Ji bo winda neke bi rengê olperestî û neteweperestiyê li herêma me polîtîkayên ewlekariyê û şer dimeşîne. Nûkirina tezkereyên Sûriye û Iraqê ku wê pêşkêşî meclîsê bênekirin, pêvajoyeke gelekî metirsîdar e. Welat di pêvajoyeke hilweşînê de ye. Dema ku mirov bala xwe bidin ser pêvajoyên şer ên li Sûriye, Rojhilata Navîn, li Efrîkayê dewam dike, dibîne ku bi temamî bi xizanî, bêkarî û krîza xurekê re rû bi rû ne. Pêwîste her beşên civakî yên muxalîf, karker, kedkar û partiyên siyasî yên ku komên xwe hene li ber tezkereyê rabin. Bi navê KESK'ê polîtîkaya me alîgirê aştiyê ye. Em li dijî polîtîkayên şer û ewlekarîperest in. Li dijî tezkereya ku bê meclîsê helwesta me wê li aliyê aştî û demokrasiyê be. Ji bo partiyên muxalîf jî wê ezmûnek be, îmtihanek be. Polîtîkayên ku dema bê pêk were, ji bo jinûve avakirina demokrasiyê li Tirkiyeyê wê ji bo muxalefetê ezmûn be. Em bang li partiyên muxalîf hemûyan dikin ku li meclîsê li dijî tezkereya ku wê polîtîkayên şer û aloziya navbera gelan ji nû ve sor bike, helwestê nîşan bidin."