'Em hêza xwe ji berxwedana xwe werbigirin'

Berdevka Şêx Meqsûdê ya Kongreya Star Hesan diyar kir, divê ji zîhniyeta serdest a mêr û dewletan li hêviya tiştekî nemînin û got, "Em hêzê ji xwe û berxwedana xwe werbigirin û jinê xurt bikin."

Eşrefiye û Şêx Meqsûd taxên Helebê ne ku ji bo rastiya gel ê şoreşger weke mînak tên nîşandan. Gel li van taxan dest ji cih û warê xwe berneda, li ber xwe da û di encamê de bi ser ket.

Berdevka Kongreya Star a Heleb-Şêx Meqsûdê Fatma Hesan ku hefteya derbasbûyî tevlî kongreya damezrandinê ya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû bersiv da pirsên ANF'ê.

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çima girîng e?

Ji Efrînê heta Serêkaniyê, Minbicê, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê karên me yên jinan li qadeke berfireh didome. Di encama vî karî de me kongreya damezrandinê ya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Em hêvî dikin ku Meclîs wê tevgera jinan li Sûriye, Rojhilata Navîn û dinyayê belav bike, gotin, hêvî û projeya Rêber Apo bi cih bîne. Em bê navber li ber xwe bidin, ji hêzên dewletê û zîhniyeta serdest a mêr tiştekî hêvî nekin. Em hêzê ji xwe, ji berxwedana xwe, ji hêza jinê werbigirin. Em bi hev re dikarin bersiveke rast bidin vê pêvajoyê. Meclîs wê hewldanên ji bo azadiya jinê xurt bike. Mîna ku Rêber Apo dibêje; tiştekî nepêkan nîne, em ew gel in ku ji tinebûnê hebûn afirandiye.

Hûn dikarin qala berxwedana Şêx Meqsûdê û rola jinê ya li wê derê bikin?

Berxwedana Şêx Meqsûdê nêzî 5 salan domiya. Bi hêza ji Rêber Apo wergirtî jin, mêr, zarok, extiyar her kesî li ber xwe da û nehişt ku çete bikevin nava taxa Şêx Meqsûdê. Rêber Apo jî gelek caran hat bajarê Helebê, perwerde da, min bi xwe Rêber Apo dît hêzeke mezin ji wî wergirt. Bi vê hêzê jme li dijî zor û zehmetiyan, li dijî tî û birçîbûnê li ber xwe dan. Me got, 'Em dikarin tî û birçî bimînin, lê nikarin bêyî Şêx Meqsûd bimînin, em ê Şêx Meqsûdê azad bikin'.

Şêx Meqsûd devereke stratejîk e. Eger me dest ji Şêx Meqsûd berdabûna wê Heleb bi temamî ji dest biçûya. Gelê me li Şêx Meqsûdê mohra xwe danî binê karên gelekî girîng. Mesela Rojnameya Ronahî yekemcar li vê derê hate çapkirin, kovara me jî. Kincên komên me yên muzîkê li Şêx Meqsûdê dihatin amadekirin. Gelek ciwanên me ji vê derê tevlî bûn û di vê armancê de şehîd bûn. Me got, 'em şehîd jî bikevin ji bilî berxwedanê em ê rêyeke din ji xwe re hilnebijêrin'. Di dema şer de me ji bo hevalên xwe yên şervan xwarin çêdikir, birîndarên xwe derman dikir, ji bo wan malzemeyê pêwîst kom dikir, pêwîstiya wan bi çi hebûya me hewl didan peyda bikin.

Di pêvajoya şoreşê de ya ku herî zêde zehmetî da we çi bû?

Ya ku herî zêde bi zora me çû ku bi xwe jî ez ê ti carî ji bîr nekim; doktorên me dev ji me berdan û reviyan. Dema ku hevalên me birîndar dibûn me nikarîbûn derman bikin. Dor li me hatibû pêçandin, doktor tine bû, derman tine bû, tenê çend hemşîre hebûn, ew jî nikarîbûn bigihêjin her tiştî. Me nikarîbû tiştekî ji bo hevalên xwe yên birîndar bike, li pêş çavên me şehîd dibûn, lê tiştek ji destê me nedihat. Van tiştan ti carî ji bîr nakim. Em tenê li ser wê difikirîn ku nehêlin dijmin bikeve nava Şêx Meqsûd, nehêlin ku dijmin Şêx Meqsûdê dagir bike.

Di encamê de me bi mehan, bi salan li ber xwe dan û em bi ser ketin. Serketina me ji her kesî re bû mînak. Rêber Apo bi xwe jî qala vê berxwedanê kiriye û weke gelê şoreşger bi nav kiriye. Li Şêx Meqsûdê gel û hêzên me yên leşkerî bûn yek û em bi ser ketin. Li aliyekî me şer dikir, li aliyê din jî perwerde didît. Jinan jêrzemînên xaniyan paqij dikirin û tiştên pêwîst derbasî wir dikirin, zarokên biçûk li wir bi cih dikirin. Wan zor û zehmetiyan em kir malbat, her kesî karek dikir û ev malbat bi rastî jî bi ser ket.