Ebdî: Em diyalogê li ser hemû alîyan ferz dikin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî got ku ji bo vekirina xitimandina li Sûriyeyê pêdivî bi rola Ocalan heye. Ebdî diyar kir ku hêza wan heye ew Efrînê bistînin lê mesele ne bi tenê Efrîn e. Evdî diyar kir ku ew diyalogê li ser hemû alîyan ferz dikin.

Ebdî diyar kir ku hêza wan heye ew Efrînê bistînin lê mesele ne bi tenê Efrîn e. Evdî diyar kir ku ew diyalogê li ser hemû alîyan ferz dikin.

‘TIRKIYE BI SER NEKET’

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî got ku “Wekî ku Rêber Ocalan jî dibêje, li Sûriyeyê wekî Tirkiyeyê xitimandinek heye. Di destpêka meseleya Sûriyeyê de stratejîyeke dewleta Tirk hebû. Li gorî me Tirkiye bi ser neket. Li Efrînê jî bi ser neketiye. Tirkiye di sala 2011’an de xwest bi hêzên navbeynkar re li ser qadê bibe serwer, lê bi ser neket. Di salên 2012-2013’an de ji ser OSO’yê êrîşî me kir. Berevajî wê em mezintir bûn û me OSO têk bir. Di salên 2013-2014’an de bi rêya El Nusra û El Kaîdeyê ji Dêrikê heta Efrînê êrîşî me kirin. Me ew jî têk birin. Herî dawîn di şerê Kobanê de DAÎŞ ajotin ser me lê me bi tifaqên xwe yên navneteweyî DAÎŞ têk bir û em ji Dêrazorê derketin. Ev têkçûna Tirkiyeyê ye. Têketina Efrînê jî ji bo Tirkiyeyê ne serkeftin e. Heke ji Efrînê têketina û ji Dêrikê derketina wê demê , wê bi ser biketina. Lê mayîna wan a di Efrînê de, ji bo wan xetere ye.”

‘MESELE NE BI TENÊ EFRÎN E’

Ebdî di axaftina xwe de got ku “Em kîngê bixwazin, em dikarin bi pêngaveke mezin Efrînê bistînin. Hêza me heye. Di vî warî de hê me tu biryar nedaye. Meseleya me, ne bi tenê Efrîn e. Meseleya me ya bi Tirkiyeyê ne Efrîn e. Ez ê niha qala vî tiştî nekim. Erdogan bi xwe biryar da. Wê ji Efrînê têketina û heta Şehba, Minbîc û rojhilatê Firatê wê bistandina. Ne hêzên navneteweyî û ne jî em ê destûrê bidin vî tiştî ku ji Efrînê heta Dêrikê dagir bikin.”

‘PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI RÊBER APO HEYE’

‘Ez dikarim bibêjim ku pêdiviya Tirkiyeyê bi Rêber Apo heye. Dixwazin bi Emerîkayê re çareser bikin lê va ye encam li holê ye. Rêber Apo dibêje ‘Bi tenê ez dikarim vê meseleyê çareser bikim’ Rêber Apo bi tenê qala Sûriyeyê nake, ew qala Tirkiyeyê jî dike. Bi navbeynkariya Emerîkayê bixwazin çareser bikin, wê karibin. Me jî ev tişt gotiye. Projeya me û ya Rêber Apo wekî hev e. Em jî bi salan qala heman tiştî dikin. Em dixwazin bi rêya dîyalogê bi hikumeta Sûriyeyê meseleyê çareser bikin. Ya din jî divê ew hebûn û avadaniya xweser a QSD’ê qebûl bikin. Divê avadanîya siyasî û leşkerî were qebûlkirin. Yan an wê qetlîam pêk werin. A niha rejîma Şamê ji çareseriyê ne amade ye. Şertê wan ev e ku em otorîteya wan qebûl bikin. Me bi Şamê şer nekiriye ku em ew bi wan re aştîyê bikin. Dozeke me ya neteweyî heye û divê were çareserkirin.  Rejîm ne di warê siyasî, ne di warê ekonomîk û leşkerî de, nikare me qebûl neke.Ev der ne wekî Başûrê Kurdistanê ye. Heta ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebe, wê Sûriye nebe dewlet. Wê bibe dewleteke têkçûyî. Aborîya Sûriyeyê hîç tune. Hêza mezin li herêmên me ne. Sûriye ji derfetên vir mehrûm bimîne wê bi ser nekeve.”

ÎDLÎB

Ebdî pirsên li ser Îdlîbê jî bersivand û got ku “Rûsya û rejîmê alîkarî ji me xwest. Lê me qebûl nekir. Tu îşê me li Îdlîbê tune. Meseleya me Efrîn e. Rûsya li gorî berjewendiyên rejîmê tevdigere. Ji ber vê ev tişt pêk hat. Qadên din dan rejîmê û beramberî wê Efrîn dan. Têkiliyên me derbeyeke mezin xwar, ji ber ku ev ji bo meseleyeke mezin e. Hevalên me çûn heta Moskovayê, hevdîtin kirin. Lê ji bo çareseriyê tu nêziktêdayîna Rûsyayê tunebû. Di meseleya Efrînê de pişta Tirkiyeyê digirin. Li Şehba û Til Rifatê pişta Tirkiyeyê digirin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Evdî derbarê çeteyên DAÎŞ’ê yên hatine girtin jî got ku “Divê sazî û dewlet bi me re bixebitin. Di destê me de 12 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hene. Divê dewletên biyan alîkarîyê bidin me. Hinek dewlet alîkariyê didin lê hinek jî nadin.”