SÎHA’yan gundên Dêrikê bombe kir: 2 sivîl şehîd bûn-NÛ BÛ
Di encama bomberdûmana SÎHA’yan a gundên Dêrikaberavê û Merzî ya girêdayî Dêrik a Rojavayê Kurdistanê 2 sivîl şehîd bûn.
Di encama bomberdûmana SÎHA’yan a gundên Dêrikaberavê û Merzî ya girêdayî Dêrik a Rojavayê Kurdistanê 2 sivîl şehîd bûn.
Balafirên Keşfê yên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk bombe li gundên Dêrikaberavê û Merzî ya Dêrik a Rojava barandin.
Li gorî daxuyaniya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 sivîl şehîd bûne.
Ji saetên sibehê ve SÎHA’yên dewleta Tirk li herêmê difiriyan.