Dîwana Edelatê biryara PKK'ê da

Dîwana Edelatê ya Ewropayê di wê dozê de ku li dijî derxistina PKK'ê ya ji nav lîsteya terorê YE'yê biribû temyîzê biryar da. Dîwanê bi sedema kêmasiyên şêwazê ya 2018'an ji Dadgeha Giştî re şand.

Dîwanê derheqê naveroka lîsteyê di daxuyanî neda, gihaşte wê bîr û baweriyê ku di biryara Dadgeha Giştî de kêmasî hene.

Bi gotineke dî biryara ku Dîwanê standî hincetên ku Dadgeha Giştî nîşan dayî têkildar dike.

ŞAKAR: BIRYAR NAYÊ MANEYA KU PKK WÊ DI LÎSTEYÊ DE BIMÎNE

Li gorî Dîwana Dadê Dadgeha Giştî li ser mijara lîsteya terorê têra xwe sedem nîşan nedane. Bi vê çarçoweyê tê xwestin tê xwestin ku ji 14 xalan 13 xal jê ku Dadgeha Giştî di berjewendiya PKK'ê de dayî zêdetir sedeman nîşan bide.

Li gorî Mahmût Şakar ku yek ji wan parêzeran e ji serî de dozê dişopîne, got ev biryar nayê maneya ku tê qebûlkirin ku PKK di lîsteyê de be.

Şakar diyar kir biryara ku Dadgeha Giştî derheqê PKK'ê dayî xira bibe jî ev bêhtir têkilî pêvajoya biryarstandinê ye û got wê bi rengekî xurtir biçin Dadgeha Giştî.

Li gorî Şakar Dadgeha Giştî dema ku li biryara Mijdara 2018'an dinere ji 7 xalên hincetan rahiştiye yekê û ji bo betalkirina lîsteyê ev xal bes dîtiye.

Bi biryara Dîwana Edelatê re argûmanên din ên mayîn jî dîsa wê werin rojevê.

RÊ LI NÎQAŞEKE BERFIREH VEBÛ

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir ew hê li ser naveroka biryarê dikolin û wiha got: ''Lê ev heye: Daîreya Rajor hin kêmasiyên şêwazê dîtine. Jixwe beriya niha li dadgehan me dixwest ku mijar bi berfirehî wre nirxandin.  Ji bilî sedemên ku YE'yê danî, weke biryara dadgeha Belçîkayê, em dixwazin bi berfirehî were nîqaşkirin bê ka mesele ya terorê ye, an neteweyeke netewî ye, li dijî dewleta Tirk heqê Kurdan heye xwe biparêzin an na. Bi me ji niha û şûn de Dadgeha Giştî wê bi berfirehî li ser vê mijarê raweste.''

Aydar lê zêde kir ku pêvajo didome û got, ''Em hêvî dikin ku demêm pêş di berjewendiya me de be. Têkoşoîneke hiqûqî ye.''

DOZA LI LUKSEMBÛRGÊ

Sala 2014'an, ji rêveberên PKK'ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan bi rêya parêzerên xwe yên Hollandî li Luksembûrgê li dijî lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê doz vekiribûn. Li ser vê dozê di 15'ê Mijdara 2018'an de biryar hate dayin. Dîwana Edaletê ya Ewropayê hincetên Îngilistanê ku weke bi navê Yekîtiya Ewropayê di navbera salên 2014-2017'an de îdîayên xwe pêşkêş kir, têrker nedît û biryar da ku bi van hincetan nabe ku PKK di lîsteyê de bê hiştin. Lê belê Yekîtiya Ewropayê biryar bir temyîzê.

Piştî biryara dîwanê, Îngilistanê her wiha ji bo PKK di sala 2018'an de jî li lîsteyê bê hiştin ji nû ve serlêdan kir û bi rengekî otomatîk di 9'ê Çileya 2019'an de PKK ji nû ve li lîsteyê hate bicihkirin. Ji bo bicihkirina PKK'ê li lîsteyê heman arguman hate bikaranîn. Di prensîbê de lîste şeş mehan carekê tê nûkirin, lê belê carna ev yek du salan carekê jî nayê kirin. Aliyê Kurd 7'ê Adara 2019'an li dijî lîsteya nû doz vekir.

Piştî ku Yekîtiya Ewropayê di Sibata 2020'î de ku lîste nû bû careke din PKK lê bi cih kir, aliyê kurd di hefteya destpêkê ya meha Nîsanê de li dijî lîsteyê doz vekir. Di rewşa heyî de li Luksembûrgê têkildarî PKK'ê 3 doz hene.

DOZA BELÇÎKAYÊ

Dema ku PKK bi rengekî otomatîk li lîsteya Yekîtiya Ewropayê hate bicihkirin, edaleta Belçîkayê têkildarî PKK'ê biryareke dîrokî dabû. Dadgeha îstînafê di biryara xwe de ku 8'ê Adara 2019'an eşkere kir, diyar kir ku PKK 'şerekî çekdarî yê ne navneteweyî' dimeşîne û 'rêxistineke terorîst' nîne.