Dildara Tevgera Azadiyê; Şehîd Şînyar Kawa

Şehîd Şînyar Kawa bi nasnav Sarîna Sarya ku keçeke ji malbateke Dûz Xûrmatû ku PKK’ê nas dike, jê hes dike û tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe ye.

Dewleta Tirk a dagirker bi salane li hember gelê Kurd û Kurdistanê tevgerên dagirkerî, bişaftin û komkujî pêk tîne. Li dijî van tevgeran jî Gerîlayên Kurdistana Azad bi qehremaniyekî mezin li ber xwe dide. Dewleta Tirk a dagirker xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye û dixwaze bi vê re tevgera xwe ya dagirkerî li Başurê Kurdistanê encam bigire. Bi planên xwe yên tunekirina Kurdan û deskeftiyên Kurdan ji holê rakirinê carekî din derketiye meydanê. Lê belê bi berxwedaniya destanî ya Gerîlayên Kurdistana Azad planên dagirkerî vala hatiye derxistin.

Yek ji Gerîlayên Kurdistan Azad, jinekî ciwan û leheng, keça fermandarekî peşmerge Şînyar Kawa ye.

Gerîla Şînyar Kawa, bi zanebûna temînata Kurdane di 30’ê Tîrmeha 2015’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Şînyar, hêzên dagirkerên Kurdistanê ku li hember gelê me çi êrîş û zilm kiriye ji nêz de jiyan kiriye û hîs kiriye. Li hember vî jî Şinyar, çand, ziman û axa xwe parastinê esas girtiye û di temenê xwe yê piçûk de bûye pêşengek mînak.

Şehîd Şînyar, hêviyek mezin ji bo azadiya gelê Kurd bi biryardariyek û bi ruhekî fedayî li hember dagirkerî cihê xwe di berxwedanê de digire. Şînyar, di berxwedaniya şerê Xakûrkê de li hember dijmin di tarz û taktîkê gerîla de rolekî pêşeng digire ser milê xwe. Di temenê xwe yên pîçûk de Rêber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û di jiyana gerîla de jî di îdeolojiya Rêber Apo de kûr dibe û di jiyana gerîla û pratîkê de erk û berpirsyarê yên xwe her bi serkeftî pêk tîne. Şînyar, li hember dagirkirina Başûrê Kurdistanê roja ku kete ferqê heta ku tevlî refên gerîla û şehîd jî bû, qebûl nekir û di vê çarçoveyê de ji bo şikandina dagirkerî kedekî mezin daye.

Şehît Şînyar 15’ Nîsana 1998’an li bajarê Silêmanî ji dayik dibe. Şînyar bi eslê xwe ji Dûz Xûrmatû ne. Dûz Xûrmatû, naveçeyekî girêdayê herema Germiyan e. Dûz Xûrmatû, bi taybetmendiyên xwe yên Kurd, Ereb û Tirkmena, Şîa û Sunnî bi hevdû re bi hevre tê nasîn. Bajarekî renga reng û kozmopolîtîke. Kurdên Dûz Xûrmatû welatparêz û di tekoşîna gelê Kurd de her wek cihê xwe di berxwedaniyê de girtiye. Malbata Şînyar jî di berxwedaniya gelê Kurd de û di Enfal de para xwe digire. Bavê Şînyar jî di temenê xwe yê pîçûk de ji bo axa xwe parastinê di nava berxwedaniyê de cih digire û dibe peşmerge. Şînyar bi vê zanebûnê di temenê xwe yên piçûk de rastiya welat fêm dike, PKK’ê û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike.

Bavê Şehîd Şînyar, Kawa Mihyedîn zaroktî û taybetmendiyên Şehîd Şînyar wiha vegot:

‘DEMA DIXWÎNE PKK’Ê NAS DIKE, JÊ HES DIKE’

“Şehîd Şînyar, 15’ê Nîsana 1998’an de li Silêmanî ji dayik bûye. Lê em xelkê Dûz Xûrmatûnin. Pîştî rûxandina rejîma Saddam a sala 2004’an em vegeriyan Dûz Xûrmatû. Şînyar xwendina seretayî û heta xwendina navîn refa 2 jî li Dûz Xûrmatû tamam kiriye. Di zaroktiya xwe zor taybet û cuda bû. Zarokek û keçekî pir zîrek bû. Dema te pêre daxivî, te digot qey tu bi kesekî temen mezin û zana nîqaş dikî. Di xwendina xwe de her yekem bû û zû fêm dikir. Di refa 1 a navîn de PKK nas kir, jê hes kir.

‘XWE RÊXISTIN DIKE Û TEVLÎ GERÎLA DIBE’

Heval û hogirên wî hebû ku Rêber Apo û PKK nas dikir. Şînyar jî wiha nas kir û hez kir. Di refa 3 a xwendina dibistana navendî de me ji Dûz Xûrmatû bar kir hatin Silêmanî. Şînyar, piştî hatina me ya bi Silêmanî re li gel hevalan têkiliyên xwe xurt dike. Şînyar destpêkê sala 2012’an xwest tevlî gerîla bibe lê ji ber ku temenê wê pîçûk bû hevalan qebûl nakin. Xwe li gel hevalên PKK bi rêxisitn kir, perwerde kir û di 30’ê Tîrmeha 2015’an de tevlî PKK dibe û dibe gerîla.

‘BI GERÎLA SERBILIND BÛ’

Şehîd Şînyar, di malê de zorakê mezin bû. Hestên wî yên neteweyî pir bi hêz bû. Şînyar li hember gendalî û qirêjiya desthilatdaran pir aciz dibû. Şînyar her li gel xizmên me yên gerîla cuda hezkirinê wê hebû. Şînyar bi gerîla serbilind bû.

Min her ji Şehîd Şînyar pirs dikir, tu bi kê/î serbilindî; bersiva Şinyar malbata ku li gel hevalan û gerîlayan kar dikir bû.

‘ŞEHÎDÊN ÇALAKIYÊN FEDAYÎ KIRIBÛN, NAS DIKIR Û WÊNEYÊN WAN LI GEL HEBÛN’

Min bawer nedikir ku Şînyar tevlî gerîla bibe ji ber ku temenê wê pîçûk bû. Dema di reda 3 ya navîn dixwed, xwest biçe asayişa heremê nehişt zivirand hat malê. Piştre min her li gel nîqaş kir, min digot tu zarokî, dibistana xwe tamam bike. Ez hez dikim tu bixwînî. Li Şînyar her bi mijarên Kurd re eleqeder dibû. PKK pir baş nas dikir, fam dikir. Her tiştî lêkolîn kiribû û dizanî. Piranî şehîdan nas dikir. Şînyar taybet şehîdên ku çalakiyên fedayî kiribû wan cuda digirt dest. Wêneyên wan li gel Şînyar hebû.

Baweriya Şînyar bi gerîla hebû. Bi şehîdbûna Şînyar li derdora me li gel xizmê me bandorekî mezin çêkir. Em pir baş dizanin ku li beramber dijminekî dagirker şehîdbûye. Em pê şanaz û serbilind in. Ez dibêjim xwezîka ez jî rojekî li çiya wek Şînyar li dijî dagirkerî şer bikim.”

Nasnameya gerîla Şînyar wiha ye:

Nasnav: Sarina Sarya

Nav û Paşnav: Şinyar Kawa

Cihê Jidayikbûye: Silêmanî

Navê Dayikê-Bav: Dimen – Kawa

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakûrkê/ 29’ê Gulana 2019