Dewleta Tirk a dagirker Til Rifat bombe kir: 3 şehîd, 6 birîndar - HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker Til Rifat da ber topên hawanan. Ji ber êrîşên Tirk 3 sivîl şehîd bûn û 6 sivîl birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker Til Rifat da ber topên hawanan.

Li gorî agahiyên pêşî 3 sivîl şehîd bûne û 6 sivîl birîndar bûne. Hate diyarkirin 2 zarok û jinek mirine û 6 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşê de ev kes şehîd bûn:

Macid Yasır Segran (8 salî ye)
Ebdulmehsin Segran (12 salî ye)
Nazdiyê Mihemmed Mistefa