'Destpêkê divê ez tevlî bibim'

Ahmet ku di dema karê ciwanan de hate girtin, piştî ku hate berdan ji birayê xwe Delîl re got ku wê tevlî gerîla bibe. Lê belê Ahmet jî biryara tevlîbûnê daye. Ji hev re dibêjin, "Destpêkê divê ez tevlî bibim" û dawiya dawî bi hev re tevlî dibin.

Bavê du şehîdan Alî Akyuz ku li bajarê Dresden ê Elmanyayê dimîne, got "Li vê derê çi ji destê me bê em ê bikin. Heta mirinê ez li pey têkoşîna zarokên xwe me. Veger jê nîne."

Alî Akyuz yan jî Xalê Alî bavê Delîl (Agir Adar) û Ahmet Akyuz (Bawer Agir) e ku bi hev re tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn û di demên cuda de şehîd bûn.

Xalê Alî ji ber zext û zordariya dewleta Tirk sirgûnî Elmanyayê bû. Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê em li hev rast tên.

Destpêkê qala malbata xwe dike, "Ji navçeya Çinarê ya Amedê, ji gundê Xanîka Jêr im. 8 zarokên min hebûn. Delîl û Ahmet şehîd bûn. Ji 6 zarokên min ên mayî jî 3 jê zewicî ne. Mala keçeke min li Stenbolê ye, mala kurekî min jî li Amedê ye. Kurê min ê din jî zewicî ye û li gund bi me re ye. Yek ji sê zarokên min ên nezewicî jî kurekî min rojnamevan e. Keçeke min jî zanîngeh qedandiye, hevseroka partiya siyasî ye. Zarokê min ê herî biçûk jî 21 salî ye ku li Amedê diçe fakulteya tipê. Hevsera min Hevseroka Komeleya Malbatên Şehîdan e. Zeviyên me hene, em wan cot dikin, debara xwe bi vî rengî dikin. Piştî ku ceza li min birîn ez jî derketim derveyî welat. Çend meh in li vê derê (Dresden) li sirgûnê me."

'HETA MIRINÊ EZ LI PEY TÊKOŞÎNA ZAROKÊN XWE ME'

Xalê Alî ku bi kedkariya xwe li bajarê Dresdenê li nava welatparêzan hemûyan bûye cihê hezkirin û hurmetê, ji ber karên polîtîk ên li welêt ceza lê hatiye birîn, lewma dawiya sala 2021'ê hate bajarê Dresdenê. Xalî Alî got, "Ez dixebitîm û min zarokên xwe dida xwendin. Ji bilwî wê ji aliyê siyasî ve çi karê partiyê hebûn min dikir. Ji ber ku welatê me di nava zext û zordariyê de ye, çi ji destê min dihat min dikir. Jiyana min bi kar derbas dibû. Min hewl dida debara malbata xwe bikim. Heta demekê bi vî rengî dixebitîm. Beriya çend salan teqawît bûm.

Bi rengekî çalak min dest bi siyasetê kir. Ji ber ku li hesabê wan nehat, ez girtin. Îtirafkarek amade kirin, ceza li min birîn. Ji ber ku min gora şehîd çêkir ceza li min birîn. Ev yek ji bo derketina min a ji welêt kirin. Cezayê ku birîn hiqûqî nebû, siyasî bû. Nêzî 2 meh in hatime vê derê (Dresden). Li vê derê jî çi ji destê me bê em ê karê xwe dewam bikin. Heta mirinê ez li pey têkoşîna zarokên xwe me. Veger jê nîne."

'ŞOREŞ BÊYÎ BERDÊLAN NABE'

Xalê Alî ji ber ku wasiyeta kurê xwe yê şehîd bû bi cih anî, doz lê hatin vekirin. Xalê Alî ji ber ku helbesta ku kurê wî jê hez dikir li ser kêla gora wî nivîsand dewleta Tirk îtirafkarek li dijî wî amade kir kuk ceza lê bibire. Xalê Alî got, "Kurê min sala 2016'an şehîd bû. 5-6 meh piştî şehadeta wî me gor jê re çêkir. Derdora gorê jî bi mermer çêkir. Nav, paşnav û nasnavê wî li ser nivîsî. Helbestek hebû ku wî dixwend, wasiyeta wî bû. Me ew helbest li ser mermer nivîsî û danî ber gora wî. Ji ber wê nivîsê sala 2020'î doz vekirin. Ji ber helbestekê salek û 3 meh ceza birîn.

Qîma xwe bi wê jî neanîn, ji ber karên min ên siyasî li Êihê îtirafkarek amade kirin û du dozên din li min vekirin. Di nava partiya legal de ez endamê HDP'ê bûm. Bi rengekî çalak min kar dikir. Keçeke min hevseroka partiya siyasî bû, kurekî min jî rojnamevan bû. Li gorî wan eger mirovek ne li berjewendiyê wan be hingî terorîst e. Eger mirovek muxalîf be ew terorîst e. Yan tu yê ji bo wan bixebite yan jî tu 'terorîst'e. Azadî bê şoreşê, şoreş jî bê berdêl nabe."

KURÊ WÎ YÊ RÛ LI KEN Ê GELÊ XWE, BAWER

Ahmet (Bawer Agir) û Delîl (Agir Adar) di salên 2010'an de li Enqereyê li nava xwendekarên welatparêz naskirî bûn. Ahmet, tevî ku notên xwe gelekî zêde bû û dikarîbû li dibistanên hîn bilindtir bixwîne, wî Fakulteya Zanyarên Siyasî tercîh kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê xwendibû. Ji ber vê yekê ji dibistana xwe hez dikir. Gelek caran li korîdora îdareyê wêneyên xwendekarên berê yên li ser dîwar lêkolîn dikir û kêfxweş bû ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan lê daliqandî bû. Di demeke ezmûnên fînalê de roja Înê li Fakulteyê di navbera xwendekaran de nîqaş derket û yekî ji fraksiyona cuda ya çep zimandirêjî li Ocalan kir, Ahmet jî ji ber ku nekarî bersivê bide wî bi şev nekarî razê. Piştre serê sibehê berê xwe da Fakulteyê û li wî kesî xist ku zimandirêjî li Rêberê Gelê Kurd Ocalan kiribû. Ji bo hevalên xwe yên ku jê pirsîn, 'Te çima lê xist, ew kes çepgir bû' Ahmet got, 'Kurê bavê min jî be kes nikare zimandirêjiyê li Rêberê vî gelî bike'.

Dawiya sala 2011'an li Roboskî komkujî hate kirin. Dema ku agahiya bombekirina Roboskiyê hate bihîstin, di demekê de ku her kesî xwe ji bo pîrozbahiyên sersalê amade dikir, Amed çalakiya şermezarkirina komkujiyê bi rêxistin kir. Xwendekaran kincên reş li xwe kirin û ji Fakulteyê heta Kizilayê meşiyan. 10'ê Çileya 2012'an ji ber ku Komkujiya Roboskî şermezar kir hate destgîrkirin û girtin.

Xalê Alî dema ku qala Ahmet dike ji zarokatiya wî ve dest pê dike: "Zarokatiya Ahmet gelekî baş bû. Ne tenê min, tevahiya malbatê jê hez dikir. Gelekî jêhatî bû. Timî rû li ken bû. Dema ku mirov li gel wî, kêfxweş dibû. Piştî ku lîse qedand çû Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê. Piştî ku sê salan li wir xwend karên ciwanan dikir, yanî karê xwe dikir. Li wê derê dest ji wî bernedan û ew girtin. 12-13 kes destgîr kirin û 5-6 kes girtin. Piştî ku hate berdan min jê re got, saleke te maye, wê jî biqedîne. Piştre tu kîjan rêyê hildibijêre tu zane. Tu yê biçe rêya ku tu dixwaze. Ji min re got, 'Hema bêje ku min qedandiye. Dewlet ji xwe ti karî nade min. Ez ê karê xwe yê siyasî bikim'. Bi vî rengî dest bi karên ciwanan kir. Nêzî 3-4 salan li welêt xebitî. Piştî ku derfetên karê siyasî nema derbasî Rojava bû û li dijî DAÎŞ'ê şer kir, heta sala 2019'an. Di 13'ê Cotmeha 2019'an de li Girê Spî şehîd bû. Derfetên me nebû ku cenazeyê wî bînin. Li Kobanê li şehîdgehê hatiye veşartin."

AGIR KEDKARIYA HAKÎ KARER JI XWE RE KIR ESAS

Dema ku Ahmet hate girtin, birayê wî Delîl li Dîlokê dest ji dibistanê berda û berê xwe da Enqereyê. Yekser dest bi karekî kir û carna rojê 18 saetan xebitî. Tenê armanceke wî hebû, ku heta Ahmet ji girtîgehê derkeve pê re mijûl bibe. Her hefte ji navenda bajêr diçû girtîgeha Sîncanê ku bi 50 kîlometreyî dûr bû, Ahmet didît, li pêwîstiyên wî dipirsî. Çi pêwîst bû jê re peyda dikir. Her wiha pêwîstiyên hevalên din ên li zindanê jî dikirî. Piştî ku Ahmet di rûniştina destpêkê de hate berdan, Delîl jê re dibêje ku ew tevlî bibe. Lê belê Ahmet jî biryara tevlîbûnê dabû. Dest bi nîqaşê dikin û hewl didin hev îqna bikin. Ji hev re dibêjin 'Destpêkê divê ez tevlî bibim'. Dawiya dawî herdu jî biryarê didin ku bi hev re tevlî bibin.

Delîl piştî ku biryara tevlîbûnê da, demekê li welêt tevlî karên ciwanan dibe. Ciwanên Kurd dema ku dibînin ku dewleta Tirk hewl dide 'pêvajoya çareseriyê' ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne, biryarê didin ku xweseriya demokratîk li qadê bi rêxistin bikin. Lewma li nava gundan, navçeyan, bajaran digerin û hewl didin gel li hemberî êrişên gengaz ên dewletê bi rêxistin bikin. Yek ji van ciwanan jî Delîl e.

Xalê Alî qala wê demê û şehadeta Delîl dike, "Sala 2015'an li Geverê bi pêşengiya YPS'ê dema xweseriya demokratîk hate ragihandin, Delîl li wir bû. Demekê karê amadekariyê meşand. Piştre hate Wanê. Li wir kar kir. Li wir karê xweseriya demokratîk dikir. Karekî demokratîk bû. Giliyê wan kirin. Operasyon li mala ku lê diman kirin. Ew û hevalekî wî lê bûn. Ji hevalê xwe re dibêje, 'Tu biçe, ez ê li ber xwe bidim. Ez rizgar bibim ji xwe rizgar bûme, nebim jî ez ê şehîd bibim'.

Hevalê wî diçe. Delîl jî piştî ku dor li mala lê dimîne tê pêçandin, li ber xwe dide û şehîd dikeve. Jina mala ku ew lê dimînin ducanî ye, ew jî birîndar dibe. Piştî ku 29 rojan li nexweşxaneyê dimîne pitika wê rizgar dikin, lê belê ew jin jî şehîd dikeve. Dewlet kê bikuje weke 'terorîst' îlan dike. Ûgûr Kaymaz 12 salî bû. 13 fîşek berdan bedena wî û tevî bavê wî ew kuştin. Min ev bûyer bi xwe ji radyoyê bihîst. Waliyê Mêrdînê got, 'Li Qoser a Mêrdînê du terorîst bi çekên xwe hatin bi dest xistin'. Zarokekî ku diçû dibistanê û kincê dibistanê lê bû. Çawa dibe terorîst? Ez fêhm nakim. Zarokekî 12 salî terorîst radigihînin. Kleşê datînin ber wî û dibêjin, 'Bi çekê hate bidestxistin'. Herdu jî li ber qemyonê bûn, bav diçû Iraqê, Ûgûr jî li gel wî bû."