Dêrik: Gerîla pêşiya komplogeran digire

Gerîlaya YJA STAR’ê Diyana Dêrik diyar kir ku di vê serdemê de komplo dixwaze xwe nû bike, lê gerîla wê pêşiya armancên komployê bigire.

Gerîlaya YJA-STAR’ê Dêrik got “Felsefeya Rêbertî û giyanê ku afirandiye, tu carî winda nabe.”

Gerîla Diyana Dêrik bi wesîleya salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê kiribû hedef, ji ANF’ê re axivî.

Dêrik diyar kir ku li ser gelê Kurd bi sedan salan polîtîkayek hebû û ji ber ku Ocalan ev polîtîka hilweşand, komploger ketin dewrê.

Dêrik got ku “Xwestibûn di şexsê Rêbertî de gelê Kurd tune bikin lê bi ser neketin. Felsefeya Rêbertî û giyanê ku afirandiye, tu carî winda nabe û nayê windakirin. Di vê serdemê de komplo dixwaze xwe nû bike, lê gerîlayên têkoşer di sala 2020’an de xwe bi felsefeya Rêbertî xwe xurt kiriye, li ser bingeha yekîtiya gelan û tevî gel wê têbikoşe, wê pêşiya armancên komplogeran bigire. Em gerîlayên YJA STAR’ê soza xwe dubare dikin, bi asta ku azadiya Rêbertîya ava xwe bike, em ê têkoşîna xwe geş bikin.”