Dayik, şervan û şoreşgereke YPJ’ê: Nîşa

Jin, dayik, şervan û şoreşgerke ya YPJ’ê a Sûryan Nîşa ya ku xwedî zarokekê û çeka hevjînê xwe rakiriye diyar dike ku armanca wê ya sereke rizgarkirina Efrîn û tolhilanîna şehîdên Berxwedana Serdemê wê heta dawî ji bo welat, ax û şehîdan şer bike.

Di şoreşa Rojava de bi sedan şervanên YPJ’ê weke Nîşa hene. Dem hat bav û kur di kozikan de şer kirin. Dem hat dayik û keç mil bi mil bajarê xwe parastin. Hemû bûn yek dil, çek rakirin xaka xwe parastin. Ev hê jî berdewam dike. Xwe bi navê Hêzên Parastina Cewherî rêxistin kirine. Ev hêz ji gel ava dibe. Yên têde jî cihê xwe digirin bav, kur, xwişk, pismam, dotmam… Bi kurtasî malbata teng heya malbata berfireh hemû di nava YPG û YPJ’ê de cihê xwe digirin. Şervana YPJ Nîşa jî yek ji wan e. Nîşa jineke 19 salî ye. Bi xwe dayik e û keçeke wê heye. Dema şerê Efrînê dest pê dike, hevserê wê dagirkeriya li ser welatê xwe qebûl nake û beşdarî nava refên YPG’ê dibe. Ji ber ew jî di wê zanebûnê de bû ku ev dagirkerî, ev êrîş êrîşa li ser tevahî gelê herêmê ye. Êrîşa li ser gelê Kurd, Ereb, Sûryan, Tirkmen û Asûrî ye. Êrîşa li ser yekîtiya gelê herêmê ye. Hevjînê Nîşa heya henaseya xwe ya dawî li rex ciwanên Efrînî li berxwe dide. Piştî mehek ji berxwedana serdemê derbas dibe tevî komeke hevrêyên xwe tevlî nava karwanên nemiran dibe. Sekna hevserê wê yê berxwedêr û lehengiya hevalên wî bandoreke mezin li ser Nîşa ava dike. Nîşa dibêje ez ê  beşdarî nava refên YPJ’ê bibim û xwedî li tekoşîna wan derkevim. Dema ku Nîşa nû tevlî dibe ji ber keça xwe, destpêkê hinekî dûdilî dibe. Dibêje; ‘dibe ku ev rewş ji min re bibe asteng. Lê piştî ku nava refên YPJ’ê de perwerde dibîne û heqîqeta veşartî ya jiyana azad dibîne, vê dûdiliya xwe derbas dike.’ Dibêje, ‘çi bibe bila bibe ezê jinek pêşeng, rastiya heqîqetê binasim û xwe di perwerdê de pêş bixim. Rizgarkirina Efrînê armanca min a herî mezine.’'

‘JI BO WELAT Û ŞEHÎDAN DIVÊ EZ ŞER BIKIM’

Şervana YPJ’ê Nîşa Yîgit Botan wiha dest bi axaftina xwe dike: “Di civakê de jin ji bo xwendin, zewac û zarok anînê tên mezin kirin. Bandora malbat û dewletê li ser jinan heye. Ji xwe malbata min jî li ser bingehê van fêrbûnên civakî ez dame zewûcandin. Niha keçeke mina yek salî jî heye. Sala ku ez zewicîm Berxwedana Serdemê destpê kir. Hevserê min cihê xwe di nava vê berxwedanê de girt. Mehek derbas bû, hevjînê min şehîd ket. Tevî wî pir hevalên din jî şehîd ketin. Van şehadetan bandoreke mezin li ser min ava kir. Her çiqas malbat welatparêz jî be, nedixwestin weke jin, bi teybet weke jineke zewicî tevlî nava YPJ’ê bibim. Lê dema ku wan jî rastiya dijmin dîtin, wate dane vê biryara min. Piştî tekoşîna min a li hember malbatê û pergalê, min got ezê çeka hevjînê xwe rakim û tola wî hilînim. Dema ku ez tevlî YPJ’ê bûm baweriya min tam bi min nebû. Lê belê piştî ez tevlî bûm û min xeta jina azad naskir min hêza xwe jî nas kir. Dema min kêlî bi kêlî ev jiyan nas kir, min got teqez divê ez ji bo welat û şehîdan şer bikim. Min fam kir ku dema ku armanca mirov mezin be, tiştek nikare li pêşiya me bibe asteng.”

‘EM WEKE SÛRYANIYAN HER TIM TENÊ HATIBÛN HIŞTIN’

Botan naskirina şervanên YPJ’ê wiha rave dike: “Ez a Sûryan min YPJ û felsefeya Rêber Ocalan zêde nas nedikir. Ji ber Sûryanî her tenê hatine hiştin. Xwe ne nêzî Ereban, ne jî nêzî Kurdan nedidîtin. Ez çawa bêjim; em weke qewmê Sûryanî her tenê hatibûn hiştin. Lê dema min felsefe û bîrdoziya Serok Apo na skir, min fam kir ka YPJ li ser çi esasan hatiye avakirin. Serokatî yekbûna gelên ku heya roja îro di nava pençên qirkirinê de bûn, ava kiriye. Bi rastî jî ev xalên pir girîng in û yek ji sedemên bingehîn ya tevlêbûna ciwanên ji netewên cuda ye. Yek ji tişta ku bala min jî kişand pêşengiya jinê bû. Jin li vir di her qadê pêşenge û rola wê diyarker e. Ev ji bo min nirxeke mezin û hêzeke cuda dide min. Niha jî min ji bo xwe weke hedefa sereke rizgarkirina bajarê Efrînê daniye. Ji ber wê ev bibe tolhildana ji hevjînê min û hemû şehîdên berxwedana Serdemê re. Ji bona wê jî ez ê heya jiyana xwe ya dawî şer bikim.”