Ciwanên Kurd ên li Saratovê konferansa xwe li dar xist

Ciwanên Kurd ên li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi beşdariyeke xurt konferansa xwe ya yekemîn pêk anî û ji bo rêxistinbûna ciwanan biryar wergirtin.

Ciwanên Kurd ên li herêma Saratovê ya Rûsyayê, konferansa xwe ya yekemîn lidar xistin.

Konferans li navçeya Yerşovê, li Navenda Çanda Kurd pêk hat û ji navçeyên cuda yên herêmê nêzî 70 delege tevlî bûn.

Berdevkê Rêxistina Ciwanan Hiseyn Yûsûpov di destpêka konferansê de axivî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser qadên gerîla.

Beşdarên konferansê jî ragihandin ku pêkhatina konferansê di demeke wiha giran de, gelekî girîng e û işaret bi êrişên li ser gelê Kurd bi taybetî li ser ciwanên Kurd kirin.

Di konferansê de girîngiya rêxistiniya ciwanan a li dijî van êrişan hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku bersiva herî xurt a ciwanên Kurd li dijî dagirkeran, rêxistinbûna li her qadê ye.

Di dawiya konferansê de endamên komîteya ciwanan û berdevk hatin hilbijartin.

Çend ji biryarên ku di konferansê de hatin wergirtin wiha ne:

"-Ji bo azadiya Rêber Apo wê bi her awayî çalakî bên lidarxistin.

-Li dijî asîmîlasyon û metirsiyên li ser ciwanên Kurd wê têkoşîn bê meşandin.

-Çalakiyên çandê û sporê wê pêk werin.

-Ciwan wê bên perwerde û birêxistinkirin.

-Jin ên ciwan wê bên birêxistinkirin."

Konferans bi qîrîna dirûşmên ji bo silavkirina berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.