Ciwanên Kurd ên li Mîçûrînskê berxwedana gerîla silav kirin

Ciwanên Kurd ên li Mîçûrînsk a Rûsyayê, berxwedana gerîla silav kirin, ragihandin ku wê dewleta Tirk berdêlên giran bidin.

Ciwanên Kurd ên li bajarê Mîçûrînsk a herêma Tabov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk protesto kirin. Li ser navê Komîteya Ciwanan Elezana Sûleman axivî û diyar kir ku ew xwedî li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derdikevin.

Suleman destnîşan kir ku ew ciwanên Kurd ên Rûsyayê, wê li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û got: “Dewleta Tirk wê mîna operasyona Garê derbên giran bixwin.”

Suleman a berxwedana gerîla silav kir got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, Kurdistan jî azad nabe.”

Sûleman banga xurtkirina têkoşînê kir.