Cîhadîstên Tirk vê carê li Dijonê teror kirin

Piştî ku li bajarê Nice yê Fransayê 3 kes bi rengekî hovane hatin kuştin, êvara Pêncşemê li bajarê Dijonê jî cîhadîstên Tirk daketin qadan û dirûşma "Allaû Ekber" qîriyan.

Cîhadîstên Tirk ên alîgirê Erdogan êvara Pêncşemê saet di 20:30'î de li bajarê Dijonê daketin kolanan, li dijî Ermenan dirûşm qîriyan, kirin qareqar û gotin "Allahû Ekber".

Li gorî dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin, şêniyekî bajêr nerazîbûn nîşanî wan da û got, "Eger hûn li Fransayê xwe aram nabînin wê demê vegerin Tirkiyeyê! Vegerin gel Erdogan."

Komên nijadperest û cîhadîst jî hewl dan vî kesî lînç bikin û polîsan jî bi bombeyên gazê dest li wan werdan.

Balkêş e ku ev çalakî heman piştî hovîtiya kesekî ya li bajarê Nice bi gotina "Allahû Ekber" li dêrekê sê kes bi hovane qetil kir, rû da.

Nijadperestên Tirk êvara Çarşemê jî li herêma Lyonê li banliyoya Decinesê ku weke 'Ermenistana Biçûk' tê binavkirin, dest bi nêçira Ermenan kiribûn. Zêdeyî 250 kesên ku ala Tirkan hilda bûn, li dijî Ermenan banga tundiyê kirin. Di dîmenan de yên li ser medya dîjîtal hatin weşandin, dirûşmên "Hûn li ku ne Ermen?", "Em ê Ermenan bikujin" û "Allahû Ekber" diqîriyan.

Heman rojê serê sibehê jî nijadperestên Tirk vê carê li ser rêya A7 êriş biribûn ser meşa Ermenan.