Bi wêneyan berxwedana Kobanê

Ji objektîfa Ersîn Çaksû berxwedana Kobanê ya ku gotina dawîn berxwedêrên wê gotin…

Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê ji çar aliyan ve gav bi gav bajar dagir kirin.

Serekên DAÎŞ’ê gotin "Wê Kobanê bikeve", lê wan bîra tiştekî nedibirin. Gotina dawîn a berxwedêran bû.

Kobanê ya di navbera du parçeyan de bajarekî biçûk bû, li cîhanê bû hêvî û mûcîze.

134 rojan kolan bi kolan, mal bi mal şerê man û nemanê hate kirin. Ji bajêr rûyên ku mûcîze afirandin ma ji pelên dîrokê re…

Li qedera axa Sûriyeyê gotina beriya Kobanê û piştî Kobanê hate zêdekirin.

Va ye li Kobanê ya ku 134 rojan mîrateya berxwedana sedsala 21’emîn gav bi gav lê dihate avakirin, dîmenên ji objektîfa Ersîn Çaksû…