Çalakiyên greva birçîbûnê û piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 105 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, didomin.
Welatparêzê Kurd Mehmet Alî Koçak ê li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê dijî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî (NY) Cenevreyê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.