Beriya bi 31 salan rûdanên li Dusseldorfê…

Beriya bi 31 salan 24'ê Cotmeha 1989'an li avahiya dîrokî ya Dadgeha Eyaleta Dusseldorfê doza herî mezin a siyasî ya welêt dest pê kir. Elmanya ku hewl dida şoreşger û welatparêzên Kurd darizîne xwe di ber karekî ji xwe mezintir re kiribû.

Piştî ku tevgera azadiya Kurd 15’ê Tebaxa 1984’an dest bi têkoşîna çekdarî kir ne tenê welatên herêmê, her wiha hêzên global jî berê xwe dane Bakurê Kurdistanê. Wan salan ku darbeya 12’ê Îlonê weke şevreşkê bi ser Kurdistanê û Tirkiyê de hatibû raperîna çekdarî ya komek şoreşgerên Kurd her kes şaş kirbû. Dewleta Tirk jî ji bo ‘raperîna dawî ya çarîka dawî ya sedsala 20’an serkut bike’ wê hemû derfetên endamtiya NATO’yê bi kar bianiya û jib o vê jî li deriyê hemû welatan bide.

Wan rojan ku li qada navnetewî li dijî têkoşîna azadiya Kurd konsepta pêşî dihate danîn, 21’ê Adara 1985’an damezirîna Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê (ERNK) hate ragihandin. Li gel têkoşîna çekdarî starta rêxistiniya girseyî, li gel Kurdsitanê berê xwe dayina derveyî welêt jî ya jib o rêxistiniyeke berfireh wê rola welatên rojavayî zêdetir bikira.

Wan salan Kurd ji bo ku li Elmanya û Swêdê ji hêla siyasî, civakî û çandî ve aktîf bûne wê ev welat derbiketana pêş. Hikûmeta Palme ya Swêdê ya wê demê teklîfa ‘têkoşîna hevpar’ a Tirkan qebûl nedikir, desthilata Kohl a Bonnê jî berevajî Stockholmê bi general darbeykar ên Enqerê re bi têkiliyên germ û dostanî bû. Jixwe 5’ê Mijdara 1981’ê Wezîrê Karê Derve Hans Dîetrîch Genscher ku çûyî Enqerê li nav welatên Ewropayê bû wezîrê karê derve yê pêşî ku piştî darbeyê serdana Tirkiyê kirî.

Serokwezîr Helmût Kohl 1985’an, Serokkomar Rîchard von Weîzsaecker 1986’an wê biçûna Enqerê û bi rejîma Enqerê ya 12’ê Îlonê re têkiliyên xwe qeyîm bikirana. Kenan Evren û koma wî di hemû hevdîtinan de yên bi Elmanyayê re tim hêviyên xwe yên ji bo ‘têkoşîna hevpar’ digotin. Jixwe salên pêş Elmanyaya Rojava ji bo serkutkirina têkoşîna azadiya Kurd wê her cure desteka siyasî û leşkerî bida dewleta Tirk.

PÊVAJOYA KU BI PALME RE DEST PÊ KIRÎ

Piştî ku Serokwezîrê Swêd Olaf Palme 28’ê Sibata 1986’an hate kuştin li Swêd û Elmanyayê li dijî şoreşger, welatparêzên Kurd operasyon koordîne kirin. Ji ber ku li gel ku dihate zanîn ti têkiliya Kurdan bi kuştina Palme re nine jî hê wan rojan gelê ku Palme pir jê hez dikir weke ‘’gumanbarê asayî’’ hatibû ragihandin.

Çapemeniya sereke ya Swêd, Elman, Tirk weke ku gotina xwe kiribin yek rojên pêşî yên Adara 1986’an senaryoya ku PKK’yiyan Palme kuştine dikirin manşêt, Midûrê Giştî yê Emniyeta Swêdê Hans Holmer, li Elmanyayê jî Serdozgerê Federal Kurt Rebmann ji bo operasyona li ser şoreşgerên Kurd û welatparêzan fermana pêşî dida. Li Swêdê bi marîfeta Homer hevlayenî çêkirina ‘şopa Kurd’ a xeyalî ya li ser kuştina Palem li Elmanya jî siyaseta krîmînalîzekirina tevgera Kurd hate sazkirkirin.

OPERASYONÊN SIBATA 1988’AN..

Bi fermana Rebmann 21’ê Adara 1986’an şeva Newrozê ya jib o salvegera pêşî ya damezirîna ERNK’ê li Duîsbûrgê bû hedefa polîsan, 1987’an zext û zordarî, destgîrkirin û gritina li ser Kurdan zêdetir bû. Tebaxa 1987’an li 11 bajaran bi ser mala 43 Kurdan de girtin. Eynî sale Hans Horlem û Rebmann bi hevkarî ‘’şopa Kurdan’’ a li ser kuştina Palme berfireh kirin. Di destê polîsên Swêd û Elman de êdî wêneyê ‘gumanbarê kujer’ hebû. Rojnameya Hurriyetê 2’yê Îlona 1987’an bi manşêta ‘’Swêd li Hesen ê PKK’yî digere’’ derket.

Wan salan geşedanên eslî yên Kurdan têkildar dike wê destpêka sala 1988’an bihatane jiyîn. Di navbeyna 18-20’ê Çile de di konferana navnetewî ya polîsan de ku li Dusseldorê organîzeya wê hatî kirin, rêxistinên îstîxbarî yên Ewoprî biryar li ser dan ku li dijî PKK’ê têkoşîna çalak û hevpar bidin. Êdî gok li ber Serdozgerê Federal ê Elman Rebman bû. Ber bi nîvê Sibatê ve bi fermana Rebmann polîsên Elman tevgeriyan. Di nav de Endamên Komîteya Navendî yên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Duran Kalkan jî, derdora 20 Kurdên şoreşger û welatparêz li bajarên cuda hatin destgîrkirin.

Hasan Hayrî Guler ku medyaya Tirk weke ‘gumanbarê kuştina Palme’ nîşan dayî bû kesê pêşî ku hatî girtin. Ev gotinên Kurt Rebmann ku 18’ê Sibata 1988’an kirî aşkee dikir ku destê dewleta Tirk di nav de heye: ‘’Ên ku me girtine ên li bilindciha çiyayên qeşayî ne. Ji bo ku ev milîtan bêne berdan em li bendê ne ku PKK rojên pêş çalakiyan bike. Bersûc bi FEYKa yak u li Elmanya yasayî xuya dike, ERNK û Hunerkomê ji bo ku li Tirkiyê dewleta Kurd were avakirin destekê didin têkoşîna çekdarî. Di nav dewletê de weke dewletê tevdigerin û diba lîkar ji bo terora li Tirkiyê.’’

‘YEKÎNEYÊN TAYBET DERIYÊ ME ŞIKANDIN Û KETIN HUNDIR’

Di operasyonên destgîrkirinê yên Sibata 1988’an de yek ji kesê hatî destgîrkirin Huseyîn Çelebî bû. Çebelî ku 1992’an wê li başûrê Kurdistanê şehîd bibûya piştre wê wiha behsa pêvajoya destgîrkirinê bikira.

Dema ku yekîneyên SEK'ê (tîmên taybet) derî şkandin û ketin hundir ez li Komîteya Kurdistanê ya Kolnê bûm. Bêyî ku bibêjin bê ka çima me destgîr dikin em hemû birin Midûrtiya Emniyetê. Roja dî parêzerê min dema ku hatî ne xwedî ti agahiyekê bû, ji min re tenê got,''Ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Federal vekirî, wê we bibin Karlsrûyê, ez dipêm ku li ser we biryara girtinê were dayin''. Jixwe piştre bi helîkoptêran em birin Karlsûrheyê û em anîne pêşberî dadgerê girtinê, li wir nûnerekî serdozgeriyê federal hebû .Dadgerê ku biryara girtinê xwendî ez wiha tawanbar kirim; li gorî xala 129a'yê 'endambûna rêxistina terorê ya biyanî', bi zorê desteserkirin û hewldana cinayetê. Min nizanîbû bê ka hevalên din bi çi dihatin tawanbarkirin, ji ber ku çawa ku em gihaştin Karlsrûyê em ji hev veqetandin.

Dema ku min sûcdarî bihîstin, şaş mam, nexasim dema ku Serdozgerê Federal ji bo PKK'ê gotî, 'rêxistina terorê ya biyanî''. Piştre li ser biryara girtina min ez birim girtîgeha Wuppertlê. Heke rast bibêjim ji bo ku şoka dawî ji ser min biçe çend roj derbas bûn. Li gel ku min biryara girtinê çend caran xwend jî aqilê min ji hin tiştan nedibirî. Dema hatim girtin tam îzolasyonek li ser min hebû, 24 saetan tenê bûm, 1 saetê derdiketim hewşê, li wir jî tenê bûm. Min tenê mirovên bi unîform didîtin, ew jî 3-4 kes bûn. Dema pêşî ya darizandinê ne rojname, ne pirtûk, ne radto nedan, bi temamî tê îzolekirin, ne şaş bim 3 mehan domand.

DOZA HERÎ MEZIN A SIYASÎ YA ELMANYAYÊ

Darizandinên ku weke ‘Dadgehên Dusseldorfê’’ biketana nav dîroka têkoşîna azadiyê, 24’ê Cotmeha 1989’an li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê dest pê kir. Rebmann ku salên 70’yî li Eyaleta Baden-WurtembergÊ milîtanên Artêşa Sor a Elman (RAF) dihatin darizanin û ji Stammheîmê ku lê girtîbûn dozgerê berpis bû, piştî bi salan ji bo ku têkoşîna şoreşger a Kurdan biqedîna ‘li ser kar’ bû. Bi fermana wî îdîanameya 250 rûpelî hate hazirkirin û li avahiya dadgeha dîrokî ya Dusseldorê li beşa taybet a bi ewlehiya zêde li rûyê şoreşgeran dihate xwendin.

Di van danîşînan de ku weke ‘doza herî mezin a siyasî’ derbasî dîroka Elmanyayê bû, ji 18 kesan 15 jê girtî dihatin darizandin, mirov dikare bibêje Elmanya xwe di ber karekî ji xwe mezintir kiribû. Ji ber ku bi sifetê şahid li 200 kesî hate guhdarîkirin, hijmara dosyayan ji 400’î bihurî, di danîşÎnan de ku her diçû dirêj dikir, daraza Elman nedikarî ji nav derbiketa. Bi ser de Rebmann ku dixwest PKK’ê weke RAF’ê ji ‘yasaya terorê’ xala 129’an darizîne li bara rexneyên ‘’PKK ne rêxistineke Elman e’’ (2003’yan dewleta Elman wê çareyek ji vê re bidîta, benda ‘b’yê li xala 129’an bikira û yasaya ‘rêxistina terorê ya biyan’ derbixiste, girtin û darizandinên li ser PKK’ê ji 2011’an û pê de wê bi vê çarçoweyê pêk bianiya.’’

Dadgeh herî pir li ser mijara wergerandina axaftinan û belgeyan zor lê dibû. Piranî caran wergerên Kurdî û Tirkî şaş dibûn. Çelebî ku li Harmûrgê ji malbateke karker bû serê çendekê mudaxle li wergêran dikir. Dozger û yekîneyên lêpirsînê herî pir jî li ser Alî Çetîner disekinînn ku ji PKK’ê veqetiyabû û bûbû mikurhatî. Çetîner 1989’an Çile îadeyî Swêdê kirin, tim bi helîkoptêran dianîn dadgehê, dema ku tişta ku ji Çetîner hêvî dikirin nedîtin, zor li daraza Elman dibû. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan Tîrmeha bihurî ji ANF’ê re li ser rola Çetîner a darizandinên Duselldorfê wê bigota:

‘’Dewleta Swêd û polîsan jî bi qasî dewleta Elman û polîsên wan li Dusseldorfê li meqamê dozgeriyê bû. Dihatin û tevlî dadgehê bûn. Şahidên mikurhatî girtin, ew têr kirin. Ji bo ku dozê li dijî PKK’ê bi encamp bikin jib o ku kuştina Palme bi PKK’ê re têkildar bikin derew bi mirovan dane gortin. Pere dane, sîxûrtî dane kirin û bi navê ‘şahidê mikurhatî’ xwestin ku di dozê de bi kar bînin. Alî Çetîner kî ye, li kû ye, kî xwedî dike? Lê li gel van hemû tiştan di doza Dusseldorfê de têkilî kuştina Plame ti şopeke biçû jî nedîtin. Bi tiştên ku di doza Dusseldorfê de nivîsîn jî dozê dom nekir, îdîanameya esasî ya wê dozê kuştina Palme bû. Lê gelo jbi kuştina Palme re têkilî hebû yan na di serî de îstîxbarata Elman û Swêd a hemû Ewropayê xebateke zêde kirin. Li her tiştî kolan lê ti şopeke biçûk jî nedîtin. Lê ku bidîtanan rengê dadgehê wê pir biguheriye. Ji ber vê di doza Dusseldorfê de zelal bû ku ti têkiliya PKK’ê û Kurdan bi kuştina Palme re nine.’’

‘LI DIJÎ APO RABIN, EM WE BERDIN’

Di hedefa wan hêzan ku dixwestin ku kuştina Palme bikin sûkra PKK’ê û têkoşîna azadiyê û bi vê konsepta tasfiyekirina global a pêşî dabûne destpêkirin bêguman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Li gorî Ocalan destpêka ‘Komploya Navnetewî’’ ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kirî û 15’ê Sibata 1999’an li Kendyayê hêsîr hatî girtin û teslîmî dewleta Tirk kirin, kuştina Palme bû û darizandinên Dusseldorfê bû. Rêberê Gelê Kurd 9’ê Cotmeha 1998’an hema piştî derketina ji Şamê, 15’ê Cotmehê di MED TV de axftina dîrokî kir, bal kişande ser pêvajoya Dusseldorfê û gotibû:

‘’Bi kuştina Palme re ne ku ev cinayetek bû, ne ku tenê PKK weke terorîst hate ragihandin û li Ewropayê hate reşkirin, xeta Swêd hate guhartin. Ev pir griîng e û hê jî wiha ye. Bi vê komployê re li Elmanyayê pêlek hate rakirin. Gelek hatin girtin. Dihate xwestin ku li dijî rêbertiya PKK’ê rêbertiyeke muxalîf were avakirin. 1988’an dema ku girtinan dest pê kir, gelek komplo hatibûn sazkarkirin.

Wê demê têgîna ‘li ber rabû’ hate geşkirin. Ji hevalên me re gotin, ‘Hûn li ber Apo rabin, em wer berdan.’’ Ez dibêm qey hevalê me A. Haydar Kaytan dikare vê veke. Ev heval 5 salan li zindanê hate rizandin û polîsê Elman jê re digot, ‘’Bes hûn li xwe mikur werin ku hûn li dijî rêbertiya PKK’ê ne, em we berdin.’’ Bifirkiin pênc salan li zindanê tê rizandin, tenê ji ber bê ka wê kengî teslîm bibin, kengî li dijî Ocalan bi gotineke cuda derkevin meydanê.’’

ELMANYA RÊBERE GELÊ KURD JI ŞAMÊ XWEST

Kalkan di raportajeke dî de got gumanbarê pêşî yê doza Dusseldorfê Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû û got, ‘’Wezîrê Karê Derve yê wê demê Hans Dîetrîch Genscher ji bo îadekirina Rêber Apo bixwaze sê caran çû Şamê. Xwedêgiravî wê îadeyî Sûriyê bikirana û li Dusseldorfê bihatana darizandin. Rêber Apo li gorî hiqûqa Elan heta 1999’an di lîsteya kesên ku wê bihatana darizandin de bû. Dema ku çûyî Romayê û ketî nav xaka Ewropayê tişta pêşî yak u wê Elmanya bikirana wê daxwaza îadekirinê û darizandin bûya.’’

Di ‘pêvajoya Romayê’ de ku Kalkan behs dike hikûmeta Elman di dema darizandina Dusseldorfê de li gel ku biryara girtina Ocalan a 12’ê Çile ya 1990’î rojane kir jî Rêberê Gelê Kurd bêyî ku bixwaze wê derî li pêvajoya ji Italyayê heta revandina Kenayayê dest pê bikira.

Ji darizandina Dusseldorfê ku ji serî heta dawî Kurdan wê bi xwepêşandan û meşan protesto bikirana tiştek derneketibû. Ji ber ku ji ber kêmbûna delîlan wê dosyayên lêpirsînê li pey hev bihatana girtin û girtî bihatana berdan. Danişîn 350 rojî dom kir, 70 milyon Mark lê çû, 7’ê Adara 1994’an çar kes mabûn. Wê 6 sala li Duran Kalkan, 7 sal li Alî Haydar Kaytan birîn û cezayê miebetê dane Hasan Hayrî Guler û Alî Aktaş, ku bi wê rojê wê bi nîşaneyê serfiraziyê û dirûşmeyan ketibûn hêwana danişÎnê.

DEMA KURD DIHATIN DAREZÎN, ÇEK JI BO TIRKIYEYÊ ŞANDIN

Roja piştî wê ku serokê dadgehê biryar ragihand, gotina ‘Carekî din divê dewleta Elmanya wiha rû bi rûyê dîwaran neyê’ di çapemeniya Elman de cihek berfireh girt. Di darezandina şoreşgerên Kurd û welatparêzan a 4,5 sal dom kir de, hevkariya bi Tirkiyeyê re di çi astê de bû? Lı Bakurê Kurdistanê bi şerê qirêj şewitandina gundan, cînayet û qetilkirin bûbûn ji rêzê, salên 1989-1994’an bi qasî vê demê ti deman Elmanya hevkariya siyasî û leşkerî bi dewleta Tirkiyeyê re nekiribû.

Heta sala 1991’an Elmanya di çaroveya lihevkirina çekan a de Elmanya ji bo Tirkiyeyê bihayê 6,3 milyar Mark çek firotin. Nîvê vê jî beramberî di destpêkirina şerê gerîla ya li Kurdistanê ya sala 1985’an û şûnde bû.Piştî şerê sar Elmanya wê deriyên depoyên xwe yên tije cebilxane ji bo Tirkiyeyê vekiriba. Elmanya sala 1990’an û piştre 100 tankên Leopar dan Tirkiyeyê, 187 M-113 panzer, 45 balafirên Phanton û 131 çekên giran amade kir. Bê şik û guman ev hemû çek wê li Kurdistanê wê bibûna amûrên şerê qirêj ên dewleta Tirk.

Di rojên dadgeha Dusseldorê dom dikir de, 16’ê Cotmeha 1992’an Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta ‘Mirovatî tê kaşkirin’ derket. Wêneyên li binê manşetê jî; sivîleke ku dihate îdîakirin ku di şer de hatiye kuştin, li pey wesayîta BTR-60 a Elmanya çêkiribû hatibû girêdan û kaşkirin, nîşan dida. Bûyer jî 6’ê Îlona 1992’an li gundê Şêx Dergrmencî ya navçeya Cizîrê pêk hatibû. Wêne û hejmara wesayîtê jî Elmanya nîşan dida.

sala 1990’î Elmanya di çarçoveya peymana li gel NATO’yê 300 BRT-60 wesayîtên leşkerî dabûn Tirkiyeyê. Lê hem Tirkiye û hem Elmanya peymana NATO’yê binpê kiribû. Ji ber ku NATO’yê ji bo her du welatan ev wesayît tenê ‘li dijî hêzên derve’ di warê parastina welat de bê bikaranîn. Lê artêşa Tirkiye wesayîtên leşkerî yên mijara gotinê yên Elmanya sivîlên Kurd qetil dikir. Gelo dadgeha Dusseldorfê ji manşeta Rojnameya Ozgur Gundem a kir ku paytexta demê Bonn bikeve krîzên siyasî, piştre jî bi zexta muxalefetê rê li ber ambargoya çekan a li ser Tirkiye ku 40 rojan dom bike hebû an ne?