Bayik: Hêzên demokrasiyê divê bi Kurdan re li ber tecrîdê rabin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê eger bi gelê Kurd re li ber tecrîdê rabin wê hingî êrişên qirkirinê bi dawî bibin û gavên ji bo demokrasiyê bên avêtin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV. Bayik tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şer û berxwedana li Rojava û beşên din ên Kurdistanê nirxand û nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê da.

Bayik diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêwendiya xwe bi şerê li Rojhilata Navîn heye û got, "Ji ber ku êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd xistine dewrê, tecrîd dewam dike. Di heman demê de zilma li gelên Tirkiyeyê jî zêde dibe. Eger li Kurdistanê qirkirin, zilm, bêedaletî zêde dibe heman tişt li Tirkiyeyê jî li dijî hêzên demokrasiyê tê kirin. Ji ber vê yekê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê hemû divê bi gelê Kurd re li ber tecrîdê rabin."

Bayik bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got, "Yên ku alîkariyê didin Tirkiyeyê hevkarê komkujiyê ne. Ji ber vê yekê divê gelê me yê Êzidî xayinên li nava xwe qebûl nekin. Divê hesab ji kesên alîkariyê didin Tirkiyeyê bipirsin. Hem dibêjin 'Em Kurd in, ji bo Kurdan têdikoşin', hem jî bi serkêşiya wan li Şengalê komkujî dibe. Yên ku li dijî DAÎŞ'ê gelê xwe parastin tên qetilkirin, lê deng ji kesî dernakeve. Ev yek ji bo wan şermeke mezin e. Divê gelê me vê bibîne. Kî li pêşberî komkujiyan bêdeng dimîne divê gelê me li dijî wan helwestê nîşan bide."

22 sal e tecrîdeke girankirî û mutleq di asta êşkencê de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Sala borî tevgera we, gelê Kurdisan û dostên Kuran li dijî vê çalakiyên mezin kirin, mirov dikare bêje heta astekê qulek li dîwarê faşîzmê kir. Lê niha dîsa tecrîdeke girankirî li ser Birêz Abdullah Ocalan heye. Li ser vê mijarê nêrînên we çine?

Tecrîda li ser Rêber Apo tê domandin girêdayî rewşa li Rojhilata Navîn diqewimin ve girêdayî ye. Ji ber ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin tê kirin. Tê zanîn destpêka vî şerî komploya navneteweyî li ser Rêber Apo hate kirin. Sîstema Mondernîteya Kapitalîst li gorî xwe tedbîr girtin. Ji ber ku sîstema modernîteya Kapitalîst dixwazin li gorî berjewendî û armancên xwe Rojhilata Navîn rêxistin bikin ku bikarin li cîhanê hegemoniya xwe bikin. Ji bo wê jî li pêş xwe îradeyeke siyasî qebûl nake. Rêber Apo îradeyeke siyasî mezin e. Rêber Apo ji bo gelê Rojhilata Navîn di şexsê wan de ji bo mirovahiyê tekoşînek dikir. Li pêş sîstema modernîteya kapitalîst astengiyeke mezin çêdikir. Ji bo wê Komploya Navneteweyî kir, tedbîr girtin ku bikaribin derveyî xwe çi vîn dernekevin pêş ku bikaribin armanc û berjewendiyê xwe pêk bînin. Niha ew şer hê jî berdewam dike. Ji bo wê tecrîda ku li ser Rêber Apo berdewam dike. Eger bi israr tecrîdê didomîn û tu kes li dijî wê dernakeve sedemê girêdayî şerê ku li Rojhilata Navîn de tê kirine. Tê zanîn par li diî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşînek hate kirin. Vê tekoşînê gelek encam jî bi xwe re anî. Yanî desthilata Erdogan-Bahçelî hejan. Pir tengav bûn. Ji bo wê neçar man ku parêzer biçin Rêber Apo bibînin. Eger ew rê vekirin ji bo vê kirin. Eger ew tekoşîn nebûna û tengav nebûna ew rê venedikirin. Vê tekoşînê encamek pir mezin derxist , ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hêzên demokrasî ya Tırkiyeyê giştî. Yanî vê hêzê jî dît ku eleqeya tecîd û demokrasiyê heye. Eger ku li Tirkiyeyê, Tirkiyeyekî demokratîk pêş bikeve, divê tecîrda li ser rêber Apo rabe. Ew derket holê, her kesê ew dît. Ji bo wê li Tirkiyeyê hêza li dijî faşîzmê yên ku demokrasî, azadiyê dixwazin anî ziman heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bidome, têkoşîna demokrasî li Tirkiyeyê pêş nakeve. Yanî tecîd û demokrasî girêdayî hev in. Ew encamekî pir mezin bû. Ji bo wê li dijî tecîrdê sekinîn, demokrasî pêşxistine. Ji bo wê tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin, ne tenê ji bo gelê Kurd girîng e, ji bo hêzên demokrasî tevahî girîng e. Eger ku li Tirkiyeyê faşîzm têk biçe rêya wê li rakirina tecrîda li ser Rêber Apo re derbas dibe. Eger ku tecrîda li ser Rêber Apo didomin sedemê vê li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê kirin. Ji bo wê ewqasî tecrîd tê şidandin. Ev encama vê ye. Ne tenê bi tecrîdê li ser Rêber Apo siyaseta qirkirinê li ser Kurdan didin kirin, heman demê li aliyê Tirkiyeyê li ser Gelê Tirkiyeyê jî zilim tê kirin. Eger ku li Kurdistan, qirkirin, zilm bêedaletî bê hesab tê kirin, belkî ne di wê astê de hema hema nêzîkî wê astê li ser hêzên demokrasiyê jî li aliyê Tirkiyeyê tê kirin. Ji bo wê gelê Tirkiyeyê û tevahî hêzên demokrasî tevahî bi gelê Kurd ve bi hev re divê li dijî tecrîdê bisekine. Li dijî tecrîdê xurt bisekinin wê demê ew siyaseta qirkirinê siyaseta faşîzim wê li Tirkiyeyê dawî dibe. Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve diçe. Niha ne tenê Kurd li bakur, li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê bisekin, hemû Kurdên li beşên din jî divê li dijî tecîrdê bisekin. Ji ber ku Rêber Apo rêberekî Kurda ye. Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî Kurda ne. Li ser mirovahiyê ye. Yanî kes nikare bêje, tecrîda li ser Rêber Apo tenê li ser Kurdên Bakur an PKK’ê ye, divê beşê din jî Kurde têkeve zindanê her beşek xwedî lê derdikeve. Ji bo wê jî divê li beşên din jî hemû Kurd divê li dijî tecrîdê bisekine. Ewropa disekin, Rojava hinek disekin, li başûr di nava gel de hinek disekin. Lê Li başûr hêzên siyasî li dijî tecrîdê heta niha ti daxwuyaniyek nedaye. Ev ji bo Kurdan şermeke. Divê Kurd bi vê şerme nejî. Divê Kurd li hemû beşa li derveyî welat li dijî tecrîdê bisekine. Tecrîda li ser Rêber Apo bişkê, wê ew siyaseta li ser Kurdan bişkê. Wê demê kurd dikare bigihêje armancên xwe. Niha 15’ê Sibatê jî nêz dibe. Ji bo vê divê hemû gelê Kurd, çi li bakur çi jî li beşê din û çi jî dervey welat be, yên demokrasiyê dixwazin ê ku dijî faşîzmê ne divê hemû bi hev re li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bisekine. Çalakiyan xurt bikin. Yanî vê tenê ji bo 15’ê Sibatê nehêle. Divê kes li benda vê nesekine. Divê ji niha ve vê pêngavê bavêje.

Niha pêngaveke gerîla ya Cenga Mezin a li Heftenîn heta Serhedê heye û çar werzên salê gerîla li dijî dagirkeriyê şer û têkoşînê dike. Herî dawî jî çalakiyên bi bandoar kirin. Hûn van çalakiyên gerîla û berxwedana gerîla çawa şîrove dikin?

Niha di 12’ê Îlonê de li Tirkiyeyê darbeyek çêbû. Wê darbeyê xwest ku sîstemekê li Tirkiyeyê çêkin. Lê gerîla li dijî wê sekinî, tekoşîn kir, pêşiya wê girt. Nehişt ku 12’ê Îlonê bigihêje armancên xwe. Piştî wê di nava gel de jî serhildan pêş ketin. Wê jî gerîla temam kir. Tekoşîna gerîla û serhildanan nehişt ku ew armancên ku 12’ê Îlonê danî pêşiya xwe pêk bên, vala derxist. Astengek mezin bû ji bo wê AKP-MHP’ê jî 2015’an darbeyek weke ya 12’ê Îlonê kir, heta ku derbeya ku wan kir ji ya 12’ê Îlonê hê kûrtir û hê mezintire. Tiştên ku bi 12’ê Îlonê dixwestin pêk bînin nîvî mabûn, ji ber ku gerîla û Kurdan nehiştibûn, AKP-MHP’ê xwestin bi vê darbeyê vê temam bikin. Li dijî vê dîsa gerîla bi qehremanî sekinî. Çawa ku li dijî 12’ê Îlonê sekinî, li dijî darbeya 2015’an jî bi qehremanî sekinî. Gelê me jî sekinî û disekine. Ji bo wê ew hedefên ku Erdogan-Bahçelî dayîn pêşiya xwe ku sîstemake nû li Tirkiyeyê ava bikin, sîstema li ser Tirkiyeyê û Îslamyetê dixwazin ava bikin, gerîla û gelê me nehişt ku pêk bîne. Ew jî vala derket. Eger ku ewqas êrîş li ser gerîla PKK’ê û Rêber Apo û gelê Kurd, li ser saziyên wan dikin, ji bo ku vê sîstemê pêk bîne, dike. Ji bo ku gerîla li dijî wê berxweneke dîrokî pêş dixe nahêle ku ew pêk bê, ji bo wê ewqas êrîş dikin. Gerîla bi tekoşîn xwe nehişt ku sîstem bê avakirin. Ji bo wê jî AKP-MHP’ê ji bo ku sîstemê ava bike, hê zêdetir êrîş kir, hê zêdetir şer pêş xist hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî Tirkiyeyê. Lê têkoşîna gerîla ew şerê ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê dike xitimand. Wan dixwest ku van şerana şovenîzmê xurt bikin û nîjatperstiyê xurtir bikin ku bikarin bigihêjin hedfên xwe pêk bînin. Lê gerîla nehişt ku vê bikin. Li hindir û derve xitimand Eger ku îro li Tirkiyeyê pirsgirêkên giran hene, li Tirkiyeyê desthilat ber bi ketiyê ye, li derve jî tenê maye; encama berxwedana gerîla ye. Gerîla êdî ne tenê havîn, biharê têkoşînê dike. Zivistanê jî çalakiyan dike. Vê dewleta Tirkiye siyaseta ku ew li ser Kurdan dike, di şexsê Kurdan de li ser hemû gelan dike, xitimand û vala derxist. Ji bo wê ez gerîla spas dikim û pîroz dikim. Ji vir û şûnde jî wê gerîla berxwedan xwe bidomîne, wê nehêle ku ew sîstema ku Erdogan-Bahçelî dixwazin li Tirkiyeyê pêş bixin wê têk bibin.

Hevdîtinên dinavbera Erdogan û Pûtin de çêbûn, piştî wê Erdogan û Jefry hevdîtin kirin, îstixbareta Sûriye û MÎT a Tirkiyê hevdîtin kirin. Li gelek cihan êrîşên hewayî bombebaran li ser Kurdan çêbûn têkiliyên van bombebaran û hevdîtinên dîplomatîk yên nava dewletan hûn çwa şîrove dikin?

Niha Emerîka jî Rûsya jî bi Tirkiyê re didin distînin. Ew civîna ku Tirkiyê re çêdikin li dijî Kurdan çêdikin. Ji bo armancên xwe, ji bo berjewendiyên xwe çêdikin. Her ku Emerîka-Tirkiye yan Tirkiye-Rûsya civîn çêdikin. Piştî wan civînan em dibînin yan êrîş çêdibin yan dagirkerî çêdibin. Yanî diyar dibe ku Emerîka û Rûsya dema ku bi Tirkiyê re civînan çêdikin, li dijî Kurdan çêdikin. Ji bo wê gelê me pêwîste vêya baş bizane. Tu caran Emerîka, Rûsya û Tirkiye ji bo Kurdan biryareke baş wernagrin. Her tim li dijî Kurdan biryaran digrin, pratîk jî li ber çavan e. Tirkiye û Rûsya tifaq kirin, Tirkiye ket Efrînê. Gelê Efrînê koçber bûn, li Efrîn zilm tê pêşxistin û demografîya Efrînê tê guhertin, dixwazin li wê derê Kurd jî nemîne. Kurdê Efrîn ku çiqas ji Efrînê derketin jî dur neçûn. Nêzikî Efrînê xwe cîbicih kirin û gotin em tu caran Efrînê bernadin. Em ê ji bo Efrînê têbikoşin. Em ê biçin dîsa ser gundê xwe, ser erdê xwe, ser malê xwe. Ji bo wê ez gelê me yê Efrînê pîroz dikim. Pêwîste heta ku biçin Efrînê heta ku Efrîn dibin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de derkeve divê t3êkoşîna xwe berdewam bikin. Tu caran dev ji Efrînê bernedin. Ciwanên Efrînê çi li Şehba, li Til Rifat, çi li Heleb li ku derê bin pêwîste jib o têkoşîna Efrînê tevlî refên rêxistina ji bo Efrînê têdikoşe tevlî wan bibe. Tevlî wê rêxistinê bibin ji bo Efrînê têbikoşin. Ya ji ciwanên Efrînê tê xwestin ew e. Bi vê minasebetê ez hemû şehîdên Efrînê bibîrtînin li pêşberî wan bejna xwe ditewînin. Gelek şehîdên mezin li Efrînê hatin dayîn. Ji bo hilanîna tola wan serî de ciwanên Efrîn çi xort bin çi keç bin, gelê me yê Efrînê pêwîste têkoşîna xwe bidomînin her ku diçe jî hê bêhtir xurtir bikin heta ku dagirker û çete li wê derdikevin jî divê vêya berdewam bikin. Ya ji wan tê xwestin ew e zaten wê jî her roj tînin ziman. Bi vê minasebetê ez wan silav dikim û pîroz dikim. Niha çawa Tirkiye û Rûsya tifaq kirin, çete ketin Efrînê, Emerîka û Tirkiyê hevdîtin kirin tifaq kirin Tirkiyê kete Serêkanî û Girê Spî. Çete di wê de bicih kirin. Tişta ku li Efrînê dikin niha li Girê Spî û li Serêkaniyê pêş dixin. Tirkiyê û çeteyên wan dixwazin van deran ji Kurdan paqij bikin. Bi temamî van deran têxin dibin xizmeta Tirkiyê, yanî ne tenê dijminahiyê ji bo Kurdan dikin ji bo gelê Sûriyê tevayî dkin. Dixwazin Sûriyê parçe bikin, her ku vana hevdîtinan çêdikin piştî wê mirov temaşe dike Tirkiye çeteyên wan êrîş dikin yan dagir dikin. Niha jî Tirkiye û Rûsya hevdîtin kirin, dîsan Emerîka û Tirkiyê hevdîtin kirin, piştî wê îsxitbareta Sûriye û Tirkiyê hevdîtin çêkirin pêwîste gelê me şiyar bin. Yanî tu caran guhê xwe nede van hevdîtinan. Di van hevdîtinan de ji bo me wê tiştek baş çêbibe yan ne ji bo me çênabe eger mirov li pratîkê binêre tiştên çêbûne tiştên xirab in lid ijî Kurdan e. Wê çawa Kurdan têk bibin tune bikin wêya pêş dixin. Ji bo wê divê gelê me her ku ev hevdîtin çêbûn şiyar bin û tedbîrên xwe xurt pêş bixin. Li dijî dagirkeriyê pêwîste rêxistina xwe xurt bikin, têkoşîna xwe xurt bikin, rêxistina xwe nava xwede xurt bike,parvekirina nava xwe de pêş bixe yanî li diJî dagirkieryê di her şertekê de çwa bisekin çawa têbikoşin lazime wêya ji bo xwe esas bigrin. Ne guhê xwe bidin van hevdîtinan, ev hevdîtin ji bo Kurdan tiştek baş çênakin, her tim tiştê xirab çêdikin. Ji bo wê gelê me pêwiste ji xwe bawer bike, li ser hêza xwe têkoşîna xwe pêş bixe, bi gelan re tifaqa xwe xurt bike bi hevre li dijî dagirkeriyê bisekin ya tê xwestin eve.

Dewleta Tirk gelek caran heta niha êrîşî Şengalê kir, beriya du rojan dîsan êrîş kir. 4 ciwanên Êzdixanê yên gelê me yê Êzidî şehîd kirin, ne dewleta Iraqê ne jî PDK li beramberî van êrîşan ti caran dengê xwe nekirin. Sedemê van êrîşan armanca van êrîşan çiye û ev bêdengî ji bo çi ye û hûn çawa şîrove dikin?

Ji bo malbatên şehîdan, ji bo YBŞ , ji bo gelê me yê Êzidî û ji bo gelê Kurdistan tevayî ez sersaxiyê dixwazim. Di şexsê şehîd Zerdeşt Şengalî de jî hemû şehîdên dawî jî yên destpêkê heta niha jî ez bibîr tînim, li beramberî wana bejna xwe ditewînim. Ew soza ku me dayî şehîda ez dubare dikim. Yanî li ser gelê me yê Êzidî li Êzidxanê êrîş berdewam in. Niha êrîşa ku dibin dewama êrîşa DAÎŞ’ê ye. Ji xwe gelê Şengal jî vêya wiha tînin ziman ew rast e. Tişta ku DAÎŞ dixwaze pêk bîne niha Tirkiyê dixwaze pêk bîne. Tirkiye berdewamiya wê pêş dixe, ew qetlîam ji bo wê çêdibin. Yê ku alîkariya dewleta Tirk bike, alîkariya DAÎŞ’ê dike. Eleqeya DAÎŞ û Tirkiyê her kes dizane, ji bo wê kes nikare bêje ez hûrmeta Tirkiyê digirim, ez alîkariya Tirkiyê digirim ez li dijî DAÎŞ’ê me, va dereweke mezin e xapandine. Yê ku ku alîkariya Tirkiyê bike, alîkariya DAÎŞ’ê dike. Tişta ku DAÎŞ li ser Êzidiya dixwaze pêk bîne, pêk tîne. Dijminiya ji bo gelê me yê Êzidî dike. Eger ku Tirkiyê li Şengal hinek qetlîaman çêdike, hinek li Şengal alîkariya Tirkiyê dikin, Tirkiyê bi wê alîkariyê wan qetlîaman dike. Eger alîkarî li wê derê nebe Tirkiyê nikare were li Şengal wan qetlîaman bike. Ji bo wê gelê mê yê Êzidî pêwîste ew kurmê nav xwe derxe holê, hesab jê bipirse. Yanî axaftinek ya Kurdan heye dibêje ‘Eger kurmê darê ne ji darê be dar nakeve’ ev rast e. Eger ku li Şengal jî dewleta Tirkiyê qetlîman dike hinek alîkariya wan dike li vê derê. Di encama wê de Tirkiye van qetlîman dike. Ewane şirîkê Tirkiyê ne, ewan e di xizmeta Tirkiyê de ne di xizmeta DAÎŞ’ê de ne. Ewane nikarin bêjin em Kurd in, em ji bo Kurdatiyê vêya dikin. Gelê me yê Êzidî pêwîste vêya bibîne, di nava xwe de xayînan qebûl nekin, nede jiyan kirin. Li dijî xayînan pêwîste têbikoşin, nava xwe safî bikin. Wexta dewleta Tirkiye nikare wan qetlîaman bike. Wê gelê me li her cihê ku yekîtiya xwe pêwîste esas bigre. Zanebûna xwe pêş bixe, xwe perwede bike xwe birêxistin bike û li dijî îxanetê li dijî dagirkeriya Tirk têkoşîna xwe bilind bike ya rast ew e. Pêwîste hemû Êzidî vêya baş bizanin. Eger Êzidxan biçe lê dinyayê li çi cihekê Êzidî nikarin jiyan bikin. Êzidî dimirin. Eger ku li hinek cihan Êzidî jiyan dikin ew bi xêra Şengalê ye. Eger ku dijminê Êzidiya hinde ser Şengal disekine ji bo wê disekine. Eger Şengal têk bir êdî Êzidî li ti caran nikare jiyan bike dimirin, dawî li Êzidiyan tê. Ji bo wê Êzidî li kîjan welatî bibin bila bibin pêwîste li Şengalê xwedî derkevin. Kokê wan li wê derê ye ku kok hişk bû, kes namîne ji ber ku her tişt li ser kok şîn dibe jiyan dibe. Ji bo wê ciwanên Êzidî li kû derê dibin bila bibin pêwîste berê xwe bidin Şengalê. Piştî van qetlîaman hê bêhtir werin li Şengal tevlî YBŞ’ê bibin û YBŞ’ê xurt bikin. Lİ Êzidxanê li kokê xwe pêwîste xwedî derkevin ya rast ev e. Binêrin Mam Zekî jî şehîd ket, dîsa destê xayînan têde hebû, ev îspat bû. Şehîdên piştî wê jî hemû bi destê xayînan çêdibin. Ji bo wê gelê me pêşî divê li ser xayînan bisekine, xayînan li nav xwede paqij bikin û yekîtiya xwe çêbikin, parvekirinê pêş bixin, li xwe xwedî derkevin wê demê kes nikare bi Şengalê, bi Êzidiyan. Yek jî hinek gelê me yê Êzidî çi li Şengal çi li derveyî Şengal ragihandinan de diaxivin dibêjin ‘bila dewlet li pêşiya van qetlîaman bigrin, saziyên navnetewî pêşiya van bigrin, hinek dewlet heta dibêjin Emerîka, Ewropa li me xwedî derkevin’ va şaş e. Temam belkî bêdend dimînin, dikarin bêdengiya wan rexne bikin, faqat vana ti caran li Êzidiyan xwedî dernakevin. Eger ku va qetlîaman dibin va dewletane jî di nav de ne, yê alîkariya Tirkiyê dikin, alîkariya xayînên Kurd dikin yên ji bo wan çavê xwe digrin, heta hinek din ji bo wê ev qetlîaman çêdibin. Yên li pişt van qetlîaman sekinîn, dehfandin deng nekirin li civaka Êzidî xwedî derdikevin. Ti carî xwedî dernakevin. Divê gelê me vê bibîne ha dikarin bêdengiya wan rexne bikin, faqat lazime bi xwe bawer bin ne bi wan bawer bin, li xwe xwedî derbikevin. Eger ku dixwazin pêşiya qetlîaman bigrin ku li xwe xwedî derket dikare pêşiya wê bigre ya ku pêşiya wê bigre ew e ne dewlet in, lazime vê rast bikin, rast nêzik xwe bibin. Rastiya xwe pêwîste baş fêm bikin, eger ku hinek ji bo van qetlîaman dengê xwe dernaxin ya di nav de ne ya alîkariyê dikin ji bo wê deng nakin. Berjewendiyê wan wê dixwaze, ji bo wê deng nakin. Dengnekirin li gel wan qetlîaman cih girtine. Yanî ew qetlîaman di cih de dîtine. Eger cuda nebînin dijî wê disekinin, heta li dijî Tirkiye dikiarin bisekinin, dikarin bêjin tu çima dijî wê derê qetlîamê dikî. Deng nakin, demek kî baş dibînin rast dibînin ji bo wê deng nakin, belkî Emerîka, Ewropa deng neke Netewên Yekbûyî deng neke berjewendiyê wan wê dixwaze heta Iraq jî belkî deng neke ji ber ku rewşa Iraqê ji ber çavan e, lewaz e tişta zêde bike nîne. Faqat çawa Kurd bêdeng dibîne, pêwîste vêya mirov baş fam bike, hem dibêjin em Kurd in, em ji bo Kurdan têkoşînê dikin li ser Êzidiyan hinde qetlîman dibin hem jî li ser pêşengê wan qetlîam çêdibin yê ku li dijî DAÎŞ sekinî, yê ku gel parastî kerameta gel parastî, kerameta Kurda parastî tên kuştin, kes deng nake. Vêya pêwîste gelê me bibîne, va şermeke ji bo wan bi navê Kurdatiyê bêdengiyê bimeşînin jib o wan şermeke mezin e. Gelê me jî pêwîste vê fêm bike, wateya wê çiye, tê çi wateyê pêwîste fam bike û kî bêdend dimîne divê li dijî wê jî helwestê xwe pêş bixe. Êzidî parastin erkê hemû Kurdan e, li hemû beşan û yek jî ji bo hemû hêzên siyasî ferz e. Ji ber ku koka Kurda ye. Koka Kurda xwedîderneketin Kurda xwedîderneketin e. Hemû Kurd pêwîste li Êzidiya xwedî derkeve, li Êzidiyan xwedîderketin li xwe xwedî derketine.

Niha Lîbya di rojevê de ye, agirbestek hate îlankirin, dûre derkete holê ku ew alî agirbestê îmze nakin. Derkete holê ku çete ji Îdlîbê bi rêya dewleta Tirk diçin Lîbyayê. Hûn van bûyerên Lîbyayê çawa şîrove dikin?

Lîbya cihekî girîng e. Cihê petrol û gazê ye. Lîbya di navbera Efrîka û Rojhilata Navîn de wekî pirekê ye. Di Behra Spî de jî cihekî xwe yê taybet heye. Ji ber var sedeman li ser Lîbyayê şer û nakokî hene. Ji ber ku her alîyek dixwaze xwe li Lîbyayê xurt bike û hegemonyaya xwe çêbike. Niha Tirkiye têkeve ku derê li wê derê pirsgirêk naqede. Di pratîkê de jî ev tişt tê îspatkirin. Tirkiye heta niha ketiye ku derê li wê derê aramî nehiştiye, şer û dijminatî ava kiriye. Ji ber vê jî civîna Berlînê wê zêde encaman nede. Yan jî yên tevlî wê konferansê dibin, wê daxwaziyên Tirkiyeyê qebûl bikin. Heke daxwazên Tirkiyeyê qebûl nekin, ne pêkan e ku ew konferans bigihêje armanca xwe. Her kes bi rastiya Tirkiye dizane. Niha Tirkiye çeteyan ji Sûriyeyê dişîne Lîbyayê. Vêya jî her kes dizane û dibêjin Tirkiye çeteyên li Îdlîb, Ezaz û Serêkaniyê werdigire, perwerde dike û wan dişîne Lîbyayê. Heke wisa ye, çima pêşiya wê nagirin? Divê pêşiya wê bigirin. Heke dizanin Tirkiye çeteyan dişîne Lîbyayê û ew şer naxwazin û dixwazin li Lîbyayê aştî pêk were, wê demê divê pêşiya vî tiştî bigirin. Ma dibe ku bibêjin hêza me têr nake, ne mumkun e. Bixwazin dikarin pêşiya Tirkiyeyê bigirin. Tirkiye wan agahdar dike û bi wî awayî çeteyan dişîne Lîbyayê. Ji bo ku gel bertek nîşan nedin, di daxuyaniyan de dibêjin Tirkiye van çeteyan dibe Lîbyayê. Ji bo ku bertekên gelan nerm bikin û rastiya xwe veşêrin wisa dikin. Tirkiye bi destûr û agahiya wan, çeteyan dibe. Çima Erdogan xwedî lê derdikeve? Li Trablûsê desthilatdariyeke Îxwan heye . îxwanê li Misir û Sûriyeyê derbe xwar. Dixwaze li Lîbyayê wan biparêze. Çi ku serokê Îxwanan Erdogan e. Mirov lê binihêre, dibîne li ku derê tevgereke wan heye, xwedî li wan derdikeve. Dixwaze wê xurt bike û biparêze. Tirkiye naxwaze Îxwan li Lîbyayê têk biçe. Ji xeynî dewletên Ereban, mudaxelekirina welatên din qebûl nakin. Divê ji xeynî gel û dewletên Ereban kes mudaxeleyî Lîbyayê neke. Dewletê Ereban heqê wan heye. Lîbya jî dewleteke Ereban e. Dewletên Ereban dikarin li dijî mudaxeleya Tirkiye û welatên din helwesta xwe diyar bikin. Cîranê Lîbyayê li dijî mudaxelekirina Tirkiyeyê ne, li dijî tifaqa Tirkiyeyê ya bi rêveberiya Trablûsê ne. Ev rast e û heqê wan e. Tirkiye dixwaze li Lîbyayê şer mezin bike. Çawa ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê şer mezintir kirû qetlîam kir , Sûriye xerab kir. Niha jî dixwaze vî tiştî li Lîbyayê bike. Siyaseta Tirkiyeyê siyaseteke dagirkeriyê ye. Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe zêdetir bikin û şer geş bikin. Dewletên Ereban jî vî tiştî dibînin û li dijî wê helwesta xwe diyar dikin. Baweriya min ev e ku Ereb wê li dijî vî tiştî helwesta xwe xurttir bikin.

Dibêjin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan soza hemwelatîbûnê daye çeteyan. Fikra we li ser vî tiştî çi ye?

Tirkiye wan çeteyan wekî ‘akinci’yan birêxistin dike, çeka dide wan, li ku derê hewcedariya wan hebe, wan dişîne wê derê. Dixwaze hemwelatîbûnê jî bide wan da ku li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê wan çalak bike. Li Sûriye, Iraq û Lîbyayê van çeteyan bi kar tîne. Sibê belkî li cihekî din jî pêwistî hebe, wê bişîne wan deran jî. Çawa ku li nav Osmaniyan de ‘akinci’ hebûn, bi wan bajar talan dikirin û piştre jî artêşa Osmaniyan diçû ew der bi dest xist. Tirkiye jî vî tiştî dike, ‘akinci’yên wan jî çete ne. Bi rêxistina li Tirkiyeyê ya bi navê ‘Sadat’ van çeteyan rêxistin dike û dişîne her derê.

Berê digotin em ê NATO’ya Ereban ava bikin lê piştre dibêjin em ê dewletên Ereban jî têxin nav NATO’yê. Ji bo Rojhilata Navîn ev plan tê çi wateyê?

Ev tişt tê axaftin, ew ê çiqasî pêk were, çiqasî rast e mirov nizane. Pêşî digotin wê di nav Ereban de NATO’ya Ereban çêbibe. Lê vê dawiyê jî dibêjin wê Ereban têxin nav NATO’yê. Kîjan rast e mirov baş nizane. Divê mirov bizanibe di binê van axaftinan de çi heye. Wexta Sovyet hilweşîya, kapîtalîzmê propagandayek kir û got wê kapîtalîzm bi pêş bikeve, tu alternatîfa vê pergalê tune. Dema Sovyet hilweşîya pergala modernîteya kapîtalîst xwest li cîhanê hegemonyaya xwe çêbike. Ji bo vê jî stratejiyek nû ava kir. Bi navê ‘Pergala Cîhana Nû’ pergalek çêkir. Armanca vê pergalê ev bû ku hegemonyaya li ser cîhanê zêdetir bike. Ji bo ku hegemonyaya xwe çêbike, divê Rojhilata Navîn bi dest bixe. Pergala modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn encam bi dest nexistiye. Vê stratejiyê xwest ku encamê bistîne, ji bo vê jî girêdayî vê stratejiyê ji bo Rojhilata Navîn projeyek danî, jê re gotin, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin. Da ku bikaribin Rojhilata Navîn li gorî armancên xwe, berjewendiyên xwe rêxistinî bikin, da ku bikaribin li cîhanê jî hegemonyaya xwe qeyîm bikin. Ê niha sîstema modernîteya kapîtalîst, xwedî saziya bi navê NATO'yê ye. Ew sîstemê diparêze. Sîstem dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe çêbike da ku li cîhanê jî hegemonyaya xwe ava bike. Ji bo vê jî rol dikeve ser milê NATO'yê. Piştî ku Sowyet hilweşiya NATO ji bo xwe dijminê nû çawa tespît kir? Jê re got, ''terorîzm''. Berê Sowyet bû, sosyalîzm bû, vê carê got NATO li dijî terorîzmê disekine. Terorîzm li kûderê ye? Li Rojihilata Navîn e. Ji bo vê gotin li Rojhilata Navîn li dijî terorîzmê em ê têbikoşin. Li dijî terorîzmê, têkoşîn, şer, wesfê kê ye? Yê NATO'yê ye. Ji bo vê ev axaftin çêdibin. Sîstema modernîteya kapîtalîst kî temsîl dike? Emerîka. Emerîka li Rojhilata Navîn çi îradeyê siyasî ya li derveyî xwe qebûl nake. Ê ku heyî dixwaze hemûyan bişkîne teslîm bigire,da ku bikaribe hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê hegemonyaya xwe ava bike. Di salên 90'î de ji bo vê jî mudahele kir. Ji bo ku mudaheleyê geş bike û armancên xwe pêk bîne, li pêşiya vê astenga mezin kî bû? Rêber Apo bû. Çikû îradeyeke mezin a siyasî ji bo wan pirsgirêkeke giran bû. Lazim e vê pirsgirêkê çareser bibe da ku bikaribe stratejiya xwe rê ve bibe. Heke li ser Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de ji bo gelê Kurd, ji bo gelê mintiqê komploya navnetewî pêk anîbin, ew jî girêdayî vê stratejiyê ye. Heke îro li ser Rêber Apo tecrîd hatibe danîn ji bo vê datînin. Vê tecrîdê ne Tirkiye datîne, pergal datîne. Sîstema Imraliyê sîstema modernîteya kapîtalîst e. Li ser Rêber Apo tecrîdê datînin, zextê li ser dikin da ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn îradeya gelan dernexîn holê, da ku tekane îrade ya sîstema modernîteya kapîtalîst be.

Dadgeha Bilind a Belçîkayê biryarek da. Got, ''PKK ne rêxistineke terorîst e''. Ev biryar berê hatibû standin lê dewleta Tirkiyê îtîraz kiribû li ser îtîraza dewleta Tirk Dadgeha Bilind ev biryar dabû. Ev tê çi maneyê, giringiya vê çiye?

Rast e, dadgeha Belçîkayê biryareke wiha da. Dawî jî biryareke wiha dan lê ev tam biryara dawiyê ye. Lê biryara ku dane baş e, di cih de ye. Ew biryarên ku li dijî PKK'ê, Ewropa, Emerîka pêş xistin biryareke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Ne exlaqî ye û ne însanî ye jî. Bi temamî siyasî ye. Yanî ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin ew biryar dan. Tirkiyê xwest û wan jî pêk anî. Xwestin bi vêya jî şerê Tirkiyê û Kurdan geş bikin, ku bi vê hem Tirkiyê qels bikin, hem Kurdan qels bikin, mecbûrî xwe bikin û li ser herdu aliyan jî siyaseta xwe bikin. Tirkiye dewletek e, gelek derfetên xwe hene, heke li dijî PKK'ê ew biryar standibin, bi vê dikarin li ser Tirkiyê tesîrê bikin, tawîzan bistînin, dikarin gelek derfetan bi dest xwe xin. Ev biryar ji bo vê standin. Bi temamî biryareke siyasî ye, bê exlaqî ye. Niha PKK'ê têkoşînek da. Vê têkoşînê hem rastiya PKK'ê û hem jî ya Tirkiyê nîşan da. Derkete holê terorîstê esil dewleta Tirkiyê ye. Dewleta Tirkiyê qira gelan tîne. Ser Rûman ev kir, li ser Ermenan ev kir, Asûr û Sûryaniyan, li ser Yahûdiyan, Çerkezan, li ser Elewiyan, li ser Êzîdiyan, tewr jî li ser Kurdan vê siyaseta qirkirinê dike. Dixwaze vê temam bike. Ji bo vê jî hem qanûnên xwe, hem yên navnetewî binpê dike, şerekî psîkolojîk ê taybet, bêsînor dike. Têkoşîna PKK'ê rastiya vê dewletê derxiste holê, ku dewleteke terorîst e û Kurd têkoşîneke însanî, exlaqî, edelatê dikin. Civaka Kurd li Ewropayê civakeke mînak e ji bo her kesî. Ne PKK û ne jî gelê me li dijî Ewropa, li dijî Emerîkayê tiştekî ku wan nerehet bike nekiriye. Yanî ji bo ku bikin lîsteya terorîzmê ti çalakiyek nekirine. Gelê Kurd jî û PKK jî çi datînin ber xwe? Azadiya jinê, azadî û biratiya gelan, hemû heq û hiqûqê gelan datînin ber xwe. Her kesî ev dît. Dîsa bi taybet, hem Ewropa û hem Emerîka dîtin ku PKK li dijî DAÎŞ'ê sekinî. Mirovahî parast, Ewropa parast. Ewropa deyndarî PKK'ê ye. Ev derkete holê. Herekete terorîst naçe Ewropayê li dijî DAÎŞ'ê naparêze. PKK'ê, şervanên PKK'ê, jinên PKK'yî, gelê PKK'yî hemû bi hemû derfetên xwe berevanî li mirovahiyê kir, berevanî li Ewropayê kir li dijî DAÎŞ'ê. Ev jî dîtin. Nexasim gelê Ewropayê ev dît. Dewletên Ewropayê jî hem dîtin ku têkoşîna PKK'ê rastiya dewleta Tirkiyê derxiste holê, hem gelê Ewropayê rastiya PKK'ê û dewleta Tirkiyê fêhm kir, li gel PKK'ê, li gel Kurdan disekinin, dijî Tirkiyê disekinin. Ji bo vê dîtin ku êdî ew biryara siyasî ku li dijî PKK'ê standine nikarin lê xwedî derkevin, nikarin rê ve bibin. Ji bo vê êdî ew biryar nameşe. Belçîka ev biryar dabe ji bo vê daye. Texmîn dikim ew biryar ne tenê ya Belçîkayê ye. Belçîka dewleteke di nav Yekîtiya Ewropayê de ye, hinek dewletên Ewropayê jî, hinek parlamenter jî tevlî vê biryarê nabin. Bang jî dikin dibêjin PKK lazim e ji nav vê lîsteyê derkeve. A rast jî ev e. Banga min jî ji bo Ewropayê, ev biryara ku Belçîkayê daye ji bo xwe esas bibînin. Wê biryara li dijî PKK'ê rakin, xwe ji şermekê xilas bikin.

Tê gotin MÎT'ê raporek daye Tayyîb Erdogan û dibêjin ji bo ku aborî hilweşiyaye, xizanî heye, bêkarî heye, edalata civakî kêm bûye, sedemên hwd. tînin zimên û dibêjin her kêlî dibe ku teqîneke civakî li Tirkiyê pêk were. Derbarê vê raporê, zextên giran û tundiyê, cinayet, êşkence, tecawizê ya li Kurdistanê û Tirkiyê hûn çi dibêjin?

Yanî ku li Tirkiyê hinek pirsgirêkên siyasî, civakî, exlaqî, aborî her ku diçe zêde dibe, siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan e. Dewleta Tirkiyê li dijî Kurdan siyaseta tinekirinê, qirkirinê dike. Hemû îmkanên Tirkiyê dike xizmeta şer. Da ku bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rake. Ji bo vê ev pirsgirêk li hemû Tirkiyê her ku diçe mezin dibe. Sedem ev e. Heta ku vê siyasetê bernedin li Tİrkiyê ti caran ev pirgirêk kêm nabin û ji holê ranabin. Her ku biçe wê mezintir bibe û kûrtir bibe û giran bibe. Lazim e gelê Tirkiyê vê baş fêhm bike. Kurdan ev fêhm kiriye. Çepgirên Tirkiyê, demokratên Tirkiyê, rewşenbîr, hunermendên Tirkiyê her ku diçe vê baştir fêhm dikin. Lê lazim e gelê Tirkiyê tevahî vê baş fêhm bike. Heke dixwaze ji van pirsgirêkan xwe xilas bike lazim e li dijî siyaseta dewletê ya li dijî Kurdan derkeve, bibêje, 'êdî bes e, ev siyaset ne tenê Kurdan tine dike, me jî tine dike'. Wê wextê ew siyaset nameşe, wê wextê gelê Tirkiyê dikare ji nav van pirsgirêkan derkeve. Li Tirkiyê desthilatê berê jî, partiyên berê jî, gelek zilamên xwe di nav dewletê de, di saziyên dewletê de bi cih dikirin. Lê ti caran weke AKP û MHP'ê nekirin. Niha AKP, MHP, yên ku ne di xizmeta wan de ne hemûyan ji bo xwe dijmin dibînin. Ji hemûyan re dibêjin, 'xayin, hûn li dijî Tirkiyê ne' û hemû derfetan ji dest wan distînin. Hemû derfetên jiyanê, siyasetê ji dest wan distînin. Derfetên Tirkiyê dide belkî sedî 15-20'an ê AKP'ê û MHP'ê. Ê ku li derveyî AKP û MHP'ê û xizmeta wan nake belkî sedî 80'ê ye li Tirkiyê. Van ji hemû derfetan bêpar dihêlin. Ji bo vê ew sedî 20 ji derfetên Tirkiyê sûd werdigirin, her ku diçe zengîn dibin, sedî 80'ê jî her ku diçe feqîr dibe û ber bi mirinê ve diçe. Tirkiye ketiye vî halî. Parçebûneke mezin çêbûye. Ti caran di dîroka Tirkiyê de civak wiha parçe nebûye. AKP-MHP ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin, ji bo qirkirina Kurdan temam bike, şer li hundir û derve bimeşîne şer hem li Tirkiye hem jî li derveyî Tirkiyeyê mezintir dike. Bi xurtkirina şovenîzm û nîjadperestiyê dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Eger li Tirkiyeyê nîjadperestî bi vî rengî xurt e, ji ber vê ye. Li ser vê yekê dimeşe. Lewma şer hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê her diçe xurt dike. Ev şer ji ber ku li derve û hundir encamê nade, desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ber bi mirinê ve diçe. Çima? Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd dimeşîne, berxwedaneke dîrokî ye. Ne tenê ji bo xwe dimeşîne, ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê û herêmê vê dimeşîne. Nahêle ku Erdogan-Bahçelî vê siyasetê bimeşîne, sîstema xwe ava bike. Her ku diçe vê sîstemê pûç dike, têk dibe. Niha jî gihîştiye qonaxeke welê ku êdî ev desthiladarî ber bi mirinê ve diçe. Her kes vê dibîne û tîne zimên. Eger Kurd, hêzên demokrasiyê yên li dijî desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ne, eger tifaqa xwe xurt bikin dikarin encamê werbigirin. Pirsgirêk di kî derê de ye? Yê ku serokatiyê ji hêzên demokratîk re bike, pêşengiya wê lawaz e. Mûxalefeta CHP'ê li ber çavan e, nikare mûxalefetê bike, nikare wê hêzê bigihîne hevdu. Erdogan û Bahçelî ji vê feydeyê dibîne. Eger piçek hêzên demokrasiyê xwe komî ser hev bike, têbikoşin ew desthilatdarî wê li ser serî biçe.

Li Dersimê tecawizî zarokan tê kirin. Bi dehan bûyerên wisa hene, lê tiştek nayê kirin. Ev kes vê cesaretê ji ku digirin û armanca van polîtîkayên tecawizker, qirker çi ye?

Siyaseta tecawizê siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye. Ne siyaseta hinek şexsan e. Dewleta Tirkiyeyê vê siyasetê bi taybetî li ser Kurdan dimeşîne. Dema mirov baş lêkolîn bike, tecawiz li ser zarokan û jinan li Kurdistanê bi giranî li Kurdistanê vê siyasetê dimeşîne. Ew siyaseta qirkirina Kurdan e. Ew siyaseta şerê taybet ê psîkolojîk e. Dixwazin îradeya civaka Kurd, mirovên Kurd bişkînin. Ji ber wê li ser zarokan û jinan tecawizê dikin. Tecawiz lazim e bibe sedema ku serhildan çêbibe. Wer kes bêdeng nemîne, veneşêrin. Eger bêdeng bimîne, veşêre ew tam xizmetê ji siyaseta qirkirinê, şerê taybet, psîkolojîk dike. Ji ber ku ew dixwazin veşartî bimîne. Ev siyaseta faşîzmê ye. Faşîzm êrişî exlaqê civakê, mirovan dike. Exlaqê dişikîne, bêexlaq dike. Va dibe bingeha faşîzmê. Desthilatdariya faşîst li her cihî bi vî rengî kiriye. Desthilatdariyên ku dagirkeriyê qirkirinê dimeşîne li hemû cihan bi vî rengî kirine. Îro li Kurdistanê jî fûhûş, eroîn, tecawiz ji aliyê dewletê ve tên kirin. Bi vê dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne. Ji ber vê gelê Kurd lazime zanibe ku ew siyaset siyaseta şerê taybet psîkolojîk e, siyaseta qirkirinê ye, ku Kurdan têk bibe. Ji ber ku tecawiz îrade şikandine, bêîradekirin e. Çiqasî vê bike, wê ewqasî jî li dij dagirkeriya Tirk sekinîn çênebe. Wê demê bi hêsanî dikarin qirkirinê bikin, dikarin desthilatdariya xwe li Kurdistanê pêk bînin. Gelê me lazim e li dijî vê li exlaq xwedî derkeve, li çanda xwe xwedî derkeve, li zarokên xwe, li xwe xwedî derkevin. Li dijî tecawizê rabe ser piyan. Ne tenê li cihê ku tecawiz bûye, li hemû cihan, li hemû bajaran gel eger rabe ser piyan wê demê ew siyaset têk diçe.

Li dijî zimanê Kurdî jî di çarçoveya siyaseta qirkirinê de niha êrişên gelekî mezin hene. Heta tabelayekê jî qedexe dikin. Li hemberî vê jî ji bo xwedîderketina li çand û ziman kampanya hene. Rewşenbîr û nivîskar bi giştî, pêşengên civakê, gel bi xwe ji bo vê dikare çi bike?

Li Amedê du rojan rewşenbîrên Kurd, hunermend, nivîskarên Kurd, welatparêz, siyasetmedarên Kurd civîn pêk anîn. Li ser zimanê Kurdî. Yê ku ew civîn çêkir, yên tevlî bûn, yên ku ew têkoşîna bi rûmet kirin ez hemûyan silav dikim, wan pîroz dikim. Bi rastî îro li ser zimanê Kurd, çanda Kurd qirkirineke mezin heye. Dibe ku berê jî dihate kirin, lê belê AKP-MHP vê siyaseta asîmîlasyonê bêsînor dimeşîne. Bi hemû îmkanên Tirkiyeyê vê siyasetê dimeşîne, dixwaze Kurdan ji holê rake. Dibe ku piştî plana Şerq Islahat ku kî bi Kurdî diaxivî cezayê pere yê giran didanê, milet ditirsandin ku ji aliyê aborî jî nikaribin rakin û dest ji Kurdîtiyê berdin. Îro ji wê girantir tên ser zimanê Kurd. Dibe ku ji aliyê madî ve ceza nadin, lê belê tirseke mezin afirandin. Kî bi Kurdî biaxive, ya bi Kurdî li stranekê guhdarî bike lînç dike, dixe zindanan. Bi temamî qedexe kirine. Kurd ditirsin ku bi Kurdî jî li cihekî çend gotinan bêjin. Ji ber vê yekê rewşenbîrên ku li Amedê ji bo zimanê Kurdî kom bûn û hin biryar wergirtin ez wan ji ber wê pîroz dikim. Tam jî di vê demê de pêkanîna wê civînê di cih de ye. Ji ber vê yekê lazim ew biryarên wergirtine di wê civînê de nemîne, li tevahiya civaka Kurd belav bikin, bi pêş bixin. Her mirovekî Kurd jî lazim e li zimanê xwe, li çanda xwe xwedî derkeve. Bi Kurdî biaxivin, binivîsînin û hîn bibe. Zarokên xwe, cîranên xwe hîn bikin ku bi Kurdî binivîsînin, bixwînin, biaxivin. Ti carî lazim e zimanê dagirkeriyê qebûl neke li ser xwe, çanda wan qebûl neke. Li ziman û çanda xwe di nava her şert û mercî de xwedî derkevin. Ew dixwazin çand û zimanê Kurd ji holê rakin, Kurd jî lazim e vê bike sedem ku ziman û çanda xwe xurt bikin. Ev jî şerek e, şerekî pir mezin e. Eger ziman û çand biçe Kurd dimirin. Eger Kurd naxwazin bimirin, wê demê divê li çand û zimanê xwe bi xurtî xwedî derkevin. Li dijî asîmîlasyonê bisekinin.

Ambargoya li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî yan jî Mexmûrê dewam dike. Sembola gelê Botanê, radestî qebûl nekirin. Vê gavê jî ji ber ku radestiya siyaseta dagirkeran qebûl nake ambargo li ser wan heye. Hûn ji bo rewşa Mexmûrê û gelê wê dixwazin çi bêjin?

Yên li Mexmûrê ne gelê Botan e. Dewleta dagirker qirker hat ser wî gelî, xwestin ku xiyanetê li xwe bikin, têkevin xizmeta Tirkiyeyê, çetetiyê bikin. Vî gelî ew qebûl nekir, li xwe xwedî derket, hemû zilm da ber çavan, daxwaza Tirkiyeyê qebûl nekir. Ji ber wê jî ji Botanê derket û berê xwe da Başûr. Ji ber ku dît ku li Başûr desthilatdariya Kurdan heye. Got 'ez biçim Başûr, ew zilma ku li ser min dibe li wê derê wê nebe, ez li wê derê dikarim bi Kurdîtiya xwe, bi ziman, çand û nirxên xwe bijîm'. Ji ber wê hatin Başûr. Li gelek cihan jî bi cih bûn, di dawiyê de jî hate Mexmûrê. Niha li Hewlêrê bûyerek çêbû, PDK'ê ew kir sedem û li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî ambargo kir, zext kir. Hîn jî dewam dike. Ev daxwaza Tirkiyeyê ye. Tirkiye dixwaze li ser wê wargehê ew ambargoya zextan bê kirin, PDK jî pêk tîne. Halbûkî PDK jî demekê koçber bû. Ji ber zilma Saddam reviyan çûn li Îranê bi salan man. Koçberî çi ye, baş zanin. Ji ber wê ya ku ji wan dihate xwestin ku koçberiya ku dîtine li ber çavan bigirin, alîkariyê bi birayên xwe bikin. Mirovên li Mexmûrê berê gelekan xizmetê PDK'ê kirin, pêşmergetî jî kirin, şehîdên xwe jî hene ji bo PDK'ê. Eger PDK îro gihîştiye hinek îmkanan, di wê de keda gelê Botanê heye, keda gelê wargeha Mexmûrê heye. Lazim e hurmeta wan bigirtana, alîkariya wan bikirana. Ya ku ji wan dihate xwestin ew bû, ne ku daxwaza Tirkiyeyê pêk bîne. Ew ambargoya ku dikin xizmetê ji PDK'ê re jî nake. Yanî çi Kurd li kîjan beşî dibe bila bibe, li derveyî welat jî kesek wê ambargoyê rast nabîne, qebûl jî nake. Tenê PDK wê ambargoyê dimeşîne. Ji ber çi, ji ber ku dewleta Tirk wê dixwaze. Dibe ku hinekî din jî dixwazin. Niha dibe ku ew wê bixwazin, lê partiyeke Kurd nikare ji bo birayê xwe wê tengaviyê çêbike. Ji wê jî feydeyê nabîne, hata zirarê mezin jî dibîne. Ji ber ku Kurdek bi tenê jî wê qebûl nake. Tiştên ku Kurd qebûl nekin wê çawa xizmetê ji PDK'ê re bike. Wê çaxa xizmetê ji hikumeta Başûr re bike. Ji ber wê baweriya min ew e ku PDK wê êdî wê siyasetê bi dawî bike. Wê ambargoyê, wê zextê rake. Têkiliya xwe bi wargehê re baş bike. Ew dikeve xizmeta PDK'ê, hikumeta Başûr, tevahiya gelê me.