Bayik: Em dixwazin bi rêya pêngavê têkoşîna xwe bi ser bixînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' nirxand û got, "Em dixwazin bi rêya vê pêngavê têkoşîna xwe ya bi salan bi ser bixînin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û tevî bûyerên li Kurdsitan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, pêngava KCK'ê ya bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' nirxand.

We pêngaveke bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ dane destpê kirin. Ev tê çi wateyê?

Berî bersiva pirsa we bidim, ew banga ku me kirî û pêngava me dayî destpê kirin, li gelek beşan, derveyî welat, gelek rêxistinan bersiv dan, daxuyanî dan û hem jî cih di nav de girtin. Hinek jî dibêjin ‘em ê cih bigirin’, ez wan tevan silav dikim, rêzdariyên xwe ji bo wan diyar dikin.

Niha Rêber Apo jiyana xwe hemû xiste xizmeta gelê Kurd û xiste xizmeta mirovahiyê. Ji bo xwe jiyanek şexsî ti carî nejiya. Ti carî jiyanek wiha nefikirî û neda pêşiya xwe. Eger jiyan bibe divê di xizmeta azadiyê be. Jiyana xizmeta azadiyê neke, ez wê jiyanê qebûl nakim. Ji bo wê, temamî jiyana xwe li ser vî bingehî xiste xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê. Eger ku îro li Kurdistanê gelê Kurd zindî bûye, rabûye ser piya, derveyî azadiyê tiştekî din qebûl nake; ji bo azadiyê tekoşînê dike, eger ku gelê Kurd îro li cîhanê hatiye nasîn, rêz ji Kurdan re tên girtin, ji gelê Kurd tê hezkirin, vana hemû bi têkoşîna Rêber Apo çêbûye. Di vir de têkoşîna Rêber Apo pêş xistî, girîng e, rolekî pir mezin lîst. Ji bo wê em û her kes, deyndarê Rêber Apo ne. Divê her kesek vî deynê xwe bide, pêk bîne. Rêber Apo ne tenê wek Rêberekî gelê Kurd e, ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn, mirovahiyê, Rêbertiyê dike. Pirsgirêkên wan dike pirsgirêkên xwe, wan pirsgirêkan di xwe de çareser dike, tiştê ku di xwe de çareser kir jî, ji bo wana çareser dike. Ji bo wan, rê dide nîşandan, wê wan pirsgirêkan çawa çareser bikin. Hestê xwe çawa pêk bînin, ên ku daxwazên xwe azadî demokrasî çawa pêk bînin, rêyên wê nîşan wan dide. Ji bo wê her kesek deyndarê azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo ji bo wê pirsgirêkeke netewî ye, pirsgirêkeke mirovî ye, pirsgirêke demokrasî û azadiyê ye, pirsgirêkeke exlaq û wijdanê ye. Ji bo wê vê pirsgirêka çareserkirin, ne tenê meseleya PKK’ê, Kurdan e. Ev mijara her kesî ye. Yê ku dibêje, ‘ez azadiyê demokrasiyê dixwazim’ wê çareserkirina vê pirsgirêkê esas bigire ji bo xwe. Eger ku îro her kesek li azadiyê Rêber Apo xwedî derdikeve ku dibêjin; dema wê hatiye wêya dide pêş xwe weke erkekê ku pêk bîne, ew girêdayî vê rastiyane ye. Mijara azadiya Rêber Apo ya gelê Kurd ketiye nava hev. Kes nikare van pirsgirêkane ji hev dûr bixe. Azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd e. Azadiya Gelê Kurd, azadiya Rêber Apo ye. Niha di dîrokê de Rêbertiya gelekî rehîn bê girtin, di bin êşkenceyê de be, ew gel hemû rehîn e, ew gel hemû dîl hatiye girtin, ew gel hemû di bin êşkenceyê de ye. Rastî ev e. Heta ku Rêbertiya wî gelî azad nebe, ew gele ti carî azad nabe. Kes azadiya wî gelî jî qebûl nake. Ji bo wê heq jî nabîne. Ji bo wê gelê Kurd kengê azadiya Rêber Apo pêş xist, ji bo xwe azadiyê dikare pêş bixe û bijî, wê wextê azadiya xwe heq dike, her kesê jî wê wextê azadiyê heqê gelê Kurd bibîne. Niha tê zanîn ew siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker, faşîst qirker li ser ser Rêber Apo dimeşîne, siyaseta ku li ser gelê Kurk li Tirkiyeyê li ser hêzên demokrasî, li Rojhilata Navîn li ser gel û çandan, li ser mirovahiyê ya ku birêve dibe ye. Ji bo wê siyaseta ku pir gemar û qirêj e. Ne tenê li dijî Rêber Apo di şexsê Rêber Apo li dijî hemû gelan e, li dijî mirovahiyê ye. Li dijî demokrasî, azadî û edaletê ye. Ji bo wê êdî rewabûneke wê siyasetê nemaye. Wateya wê nemaye. Bo wê kes nikare xwedî li wê siyasetê derkevin. Yên ku ew siyaset bi salan di şexsê Rêber Apo de bo gelê Kurd, mirovahiyê pêşxistî jî êdî nikare xwedî li wê derkevin. Mînak; CPT. CPT bi salan me got li ser Rêber Apo êşkence heye, êşkenceyekî bê sînor tê kirin. Dengê xwe dernedixist. Lê vê dawiyê bi xwe qebûl kir û got li ser Rêber Apo êşkece heye. Tecrîd êşkence ye. CPT bi xwe got; tecrîd li ser Rêber Apo tê kirin. Neçar ma ku vê bêje. Ev bi têkoşîna gelê me qebûl kir. Eger ku gelê me têkoşîn nekiriba CPT dîsa qebûl nedikir. Ji ber ku têkoşîna ku me pêşxist, gelê me pêşxistî rastiya desthilata AKP-MHP’ê bi her alî ve derxist holê. Bi her kesê da famkirin ku ev desthilat belake mezin e bo mirovahiyê. Eger ku CPT îro dibêje, li ser Rêber Apo êşkece heye, ji bo wê dibêje. Dostê gelê Kurd hemû yên ku armanca xwe demokrasî û azadî hene hemû dibêjin, êdî Rêber Apo divê bi fîzîkî azad bibe. Em qebûl ku nakin di nava wan şertan de bê hiştin. Dem hatiye derbas dibe, ji bo wê divê rojek berî rojekê Rêber Apo azad bibe. Vêya hemû gelê Kurd li Tirkiye hêzên demokrasî-azadiyê hemû, li cîhanê yên ku bo azadî-demokrasiyê têkoşîn dikin, yên ji bo edaletê têdikoşin vê daxwaziyê dixwazin. Vaye kirine rojeva xwe, li ser vî esasî kar dikin. Ji bo wê yên ku vê rojevê ji bo xwe kirine rojev, yên ku dibêjin dem dema azadiya Rêber Apo ye kar dikin, ez hemû silav dikim, rêzdariyên xwe nîşanî didim.

Wekî Konseya Rêber a KCK’ê we civînek xurt lidar xist, beriya vê jî komîteya Rêveber a PKK’ê civîna xwe li dar xisttibû, piştre jî Navenda Parastina Gel civiya û di encamê de biryarên vê pêngavê derketin. Di nava vî şerê giran de ev civîn tê çi wateyê?

Rast e, demek e saziyên me û hemû hevrêyên me gelek nîqaş dikirin, civîn çêdikirin. Di encama wan civîn û nîqaşan de me biryar da ku pêngavekî wiha pêş bixin. Çimkî hemû saziyên me û hevrêyên me, gel û dostên me dixwestin ku pêngaveke wiha pêş bikeve. Ji bo wê jî me ew daxwazî, ew pêşniyar, ew nîqaş hemû nîqaş kir, di encam de me biryar da ku em biryareke wiha pêş bixin. Em her kesî tevlî vê pêngavê dikin. Ji ber ku me dît her kes vê dixwaze. Madem her kes vê dixwaze, divê her kes jî di vê pêngavê de cih bigire. Wê wextê ew daxwaziye, ew pêşniyare û biryare pêk tên. Me pêşxist, ev girêdayî ne tenê vê sedemê ye, weke din jî sedemên din jî hene. Vana hemû dan ber çavan, wisa ev pêngav hate pêşxistin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’an tê kirin. Şerekî pir dijwar e. Kes li derveyî vî şerî nemaye. Her kesek ji vî şerî bandor dibe. Li Rojhilata Navîn denge têk diçin, statûyên berê hilweşiyan. Dengeyên nû çêdibin, statûyên nû çêdibin. Bo wê her kesek berjewendiyên xwe esas digirin, pêngav li ser pêngav dikin; ê çawa berjewendiyên xwe xurt bikin. Bo wê gelek pirsgirêk tên jiyîn, li Kurdistan tên jiyîn. Li herêmên Ereban pirsgirêk hene. Di navbera Îsraîl û Ereban pirsgirêk hene. Li Iraq, Sûriye û Îranê pirsgirêk hene. Vana ne tenê pirsgirêkên leşkerî ne. Yên civakî, yên rêxistinî, çand û gelek pirsgirêk hene. Di nava van pirsgirêkan de, gelê Kurd jî pirsgirêkên wê yên mezin hene. Ji ber ku şerê Cîhanê yê 3’an esas li Kurdistanê tê kirin. Navenda wî şerî li Kurdistanê ye. Qedera Kurdan jî qedera Rojhilata Navîn jî girêdayî şerê tê kirine. Bi taybet jî şerê ku li Kurdistanê tê kirin. Çimkî, encamê wî şerî Rojhilata Navîn wê li ser çi esasî bê rêxistinkirin û deng û statû wê li ser çi esasî çêbibin, dengeyê bingehîn ê cîhanê ye. Yanî ew şer tenê bandora xwe li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn çênake? li ser cîhanê jî çêdike. Vana me hemû nîqaş kirin, çimkî me nêzîk ve eleqedar dike. Çawa her kes ji nêzîk ve eleqedar dike, ji her kesê zêdetir me Kurdan eleqedar dike. Li gel vê dewleta faşîst a dagiker û qirker dît ku Şerê cîhanê yê 3’an li Rojhilata Navîn diqewime, vî şerî statûya berê dengeyên berê hilweşand. Li vê jî her keskî zêdetir wê Kurd sûdê jê bigire. Bo ku Kurd fêde nebînin divê di vî şerî de sûdê bigire. Ji ber ku şerê ku ewqas mezin çawa bo her kesî fersendê çêdike û xeteriyê çêdike, ji bo dewleta Tirk jî fersend û xeteriyê çêdike. Xeteriya mezin çi bû, Kurd bû. Ji ber ku Rojhilata Navîn ew statû li ser Kurdan çêbûyî, her roj Kurd ber bi mirinê dibir, ew statû têk çûbû. Kurd jî ne weke berê bûn, li xwe xwedî derdikevin xwe rêxistin kirin, hêza xwe avakirin e, têkoşînê dikin. Dikarin di vî şerî de bo xwe statûyê ava bikin. Di dengeyên nû de cihê xwe bigirin. Vê bo Tirkiye mirinê tîne. Çimkî dewleta Tirkiye bi temamî li ser îmha û înkara Kurd çêbûye, wê siyasetê dimeşîne. Di Rojhilata Navîn de Kurd di Şerê Cîhanê yê 3’an de bibe hêzêk statûyek dest bixe, ew dawiyê wê siyasetê tîne. Dewleta Tirk êdî nikare siyaseta qirkirinê li ser Kurdan bimeşîne. Ji bo xwe xeterî dît, wê çawa pêşiya vê xeteriyê bigre, ew ji bo xwe esas dîtî ya din jî fersendê çêdike, dikarin di Şerê Cîhanê yê 3’ê de ew herêma ku berê ji destan derketî carekî din bi destê xwe bixin, dikare împaratoriya Osmanî ji nû ve ava bike. Împaratoriya Osmanî wisa ku gel qirkirinê re derbaskirin nebû, dagir dikir, mêtingerî dikir. Di aborî de li wan welatan talanî pêş dixist. Di warê çand û ziman de ewqas qirkirina gel esas nedigirt. Lê desthilata AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê ew xeyalê Osmanî dimeşîn li ser netew-dewlet dimeşîne. Li ser qirkirina hemû gelan vê dike. Li pêş wê jî astengiya mezin, xeteriya mezin gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd jî fersendekî dîrokî derketiye, eger pêşiya wê negire, qirkirina pêş nexe wê nikare armanca xwe pêk bîne. Ew siyaseta ku heta niha dikir li ser qirkirina gelan dikir wê dawî bibe. Ji bo wê nîjatperestî pêş xist û ol jî xist xizmeta nîjatperestiyê ku bikare li Rojhilata Navîn armanca xwe pêk bîne. Li ser vî esasî dest bi êrîşan kir. Dagirkerî û qirkirin pêş xist. Vê siyasetê li Tirkiyeyê hem Tirkiye pir tengav kir û hem jî li derve tengav kir. Ji ber ku her kesê rastî dît, ji bo vê me jî dît ku vê siyaseta ku dewleta Tirkiye dimeşîne hem li hundir û hem jî li derve tengav kir, me ev jî nîqaş kir. Li ser van esasan, me pêwîstî dît ku pêngavek wiha pêş bixin.

Beriya niha jî we pêngav pêş xistin, pêngavên serketî û girîng jî bûn, ferqa vê pêngavê ji yên din çiye?

Yanî rast e me di dîroka xwe de gelek pêngav pêşxistin e, di wan pêngavan de me encam jî girtin e. Lê belê pêngavên me berê pêş dixist, ji bo ku em tevgerê pêş bixin me pêş dixist. Hîn zêdetir jî beşekî derdiket pêş û wiha dimeşiya. Lê belê pêngava me nû destpê kirî, ji yên berê hîn cudatire. Cudahiya wê di kû derê de ye, ew dîroka têkoşîna ku me bi gelek berdelan pêşxistî, em dixwazin bigehînin armancê, ne ku weke berê em tevgerê pêş bixin. Li ser gava ku me avêtî, me nirx avakirî, em dixwazin xwe bigehînin armancê. Armancên xwe yên azadî û demokrasiyê hem ji bo gelê xwe û hem gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêk bînin. Cudahiya vê ji yên berê di vir de ye. Ji ber rewşa ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn vê dixwaze, ji ber ku şereke pir mezin tê jiyîn. Statû, denge û hertişt xirab bû, wê nû çêbibin, her kesek di wir de berjewendiyên xwe werdigre, ji her kesî zêdetir pêwîste Kurd berjewendiyên xwe esas bigre. Her kesek pêngava davêjin, pêwîste ji herkesê zêdetir Kurd pêngavê bavêjin, ji ber ku firsendekî dîrokî ji bo Kurdan derketiye, ku çiqas metirsîdar jî derketine ji ber ku hîn fersendên wiha mezin çênebûne. Fersendekî pir mezin çêbûye, ew siyaseta ku li ser statûya înkar û îmhayê xirabe bûye, dengeya li ser wê xirabe bûye, ev jî her kesê zêdetir ketiye di bin xizmeta gelê Kurd de. Ger Kurd vê fersendê ji bo xwe bi kar bînin, ji her kesê zêdetir wê bikare encamê bigre, ji xwe ji her kesê zêdetir ev mafê gelê Kurd e. Kurdan bi têkoşîna xwe jî ev maf kiriye. Niha her kesek jî di hêviya gelê Kurd de ye, dibêje yanî Kurd dikare ji bo me pêngavan pêş bixe, ji ber ku ji tevgera gelê Kurd sud werdigrin, hêzên xwe zindî dikin. Ji bo vê yekê jî pêwîste ji her kesî zêdetir Kurd pêngavê bavêjin. Ji bo vê me pêngav pêşxist, ji bo ku ev pêngav bi pêş bikeve gelê Kurd wê qezenc bike, wê bi mirovahiyê jî bide qezenç kirin. Lê wê di fersendên dîrokî de, ger ku pêngavên ji derveyî Kurdan pêngav bên pêş xistin, ew ê careke din li ser tinekirina gelê Kurd statûyê çêdikin, dengeyê çêdikin, Kurd wê derbeyên hîn mezintir bixwin. Heta niha gelek derbe xwar lê belê ji dest têkoşînê bernedan e, lê ger ku ji vê fersendê jî encam wernegrin, eger pêngav li ser pêngavê pêşnexe wê demê ev fersend ji dest diçe, siyaseta înkar û îmhayê berdewam dike, ji xwe Tirkiye dixwaze di vê fersendê de qirkirina Kurdan pêş bixe. Ev ne tenê qirkirina Kurdan qirkirina hemû gelan hemû çandan e, wê demê ne tenê gelê Kurd winda dike bi her kesê dide winda kirin, ji bo ku tiştek wisa çênebe pêwîste Kurd di vê rewşê de pêngavan pêş bixe ji bo ku bikaribe encam werbigre.

Di ragihandinê de li ser vê peyva demê jî hate sekinandin, çima niha? Giringiya demê ya taybet çiye û ya ku dema wê hatî çiye?

Niha Rojhilata Navîn di şerekî mezin de derbas dibe, statûya berê hilweşiya dengeya berê hilweşiya, niha statûya nû dengeyên nû hîn çênebûye wê çêbibe niha diçe, dibe ku niha çênebe lê belê ber bi wê diçe, ya li pêş ewa çêbibe. Weke min gotî di vê dema denga xirabe bûyî de fersendekî wiha ji bo Kurdan çênebûye, pêwîste Kurd ji vê fersendê sûd bibîne. Ji bo vê dem pir girîng e, yanî her tiştek dema di dema xwe de çêbû encamê digre. Tişta ku di dema xwe de pêk neyê ti caran encamê wernagre. Çiqas pirsgirêk zêde dibe bila bibe, xurt dibe bila bibe, ger ku di demê de pêngav neyê avêtin, pêngavên rast neyên avêtin, ti caran ew tevger encam nagrin heta winda dikin. Ji bo wê di demê de pêngav avêtin hem jî rast avêtin encam digre. Ji xwe dîrok jî li ser dem û cih pêk tê. Ger ku Kurd ji bo xwe ji bo gelê Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê dîroka birûmet, dîroka azadî û demokrasiyê binivîsîne. Ger ku di dem û cih de gav avêtin, dikarin bikin. Weke din nikarin ji bo xwe jî ji bo gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî diroka birûmet binivîsinin. Dîrok nivîsandin li vê derê binivîsinin dibe ku di dîrokê de winda bibin, weke gelek çawa di dîrokê de winda dibe. Ji ber vê ji bo gelê Kurd tim metirsîdare û hem jî firsendê azadiyê pir mezin derketiye holê. Ev dimîne li ser Kurdan, ger Kurd ji fersendê sûd bibînin, di demê de li cihê xwe pêngavê pêş bixin wê mezin qezenc bikin û wê mezin jî bidin qezenc kirin. Hem wê xeteriyên li ser Kurdan rakirin hem jî wê li ser Rojhilata Navîn rakin. Ji bo vê dem ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan jî gelek û gelek girîng e. Ger ku di wextê de gava ne avêjin ji fersendan sûd nebînin, piştre ew fersend ji destê wan diçe, ew derfet diçe. Dema bixwazin jî nikarin encam werbigrin. Derbeyê dixwin, niha rewşa ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn, rewşa ku Kurd têde dijîn mirov dide ber çavan dem hatiye ku gelê Kurd pêngavên dîrokî pêş bixin û encam werbigrin. Pêşî li xeteriyan jî bigre û ji holê rabike. Ji ber ku ji bo Kurdan hem statûya ku înkar û îmha dikir hilweşiya, ev ji bo Kurdan fersendekî pir mezin çêkir. Têkoşîna ku Kurdan pêşxistî, bi taybetî li dijî DAÎŞ’ê bandorekî mezin li ser cîhan, mirovatî û hêzên azadî, demokrasî û sosyalîstî çêkir. Ew dîtina ku NATO û Tirkiyê bi salan çêkirî hilweşiya. Dîtinekî nû pêşket. Heskirinek ji bo Kurdan pêş ket. Heta ji heskirinê wêdetir, her Kurdek ji bo xwe hêvî dît. Ew yek ji bo Kurdan hêzekî mezin ava kir. Çawa ku statû xira bû û ji bo Kurdan firsendekî dîrokî derxist holê, têkoşîna ku Kurdan pêşxist jî li ser mirovatiyê bandorekî mezin çêkir, hêviya mirovahiyê ji bo Kurdan çêbû. Ew yek ji bo Kurdan bû hêzekî mezin. Niha li kêleka wana dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker bi siyasetên ku li ser Kurdan meşandiye, ew dewlet ji her alî ve teng kir, xiste nava zor û zehmetiyê û teşhîr kir. Hem di nava Kurdan, hem gelên Tirkiyê, hem yên Rojhilata Navîn û hem jî di nava mirovahiyê de teşhîr kir. Îro em temaşe bikin, yê ku berê hêviyên xwe ji bo dewleta Tirkiyê hebû, ti hêviyên wan nema. Ti têkiliyekî baş a wan bi Tirkiyê re jî nema. Niha tenê bi Qeterê û li Başûrê Kurdistanê jî bi PDK’ê re têkiliyên xwe mane. Ji derveyî wana bi her kesî re pirsgirêkan dijî. Her kes wê desthilatiyê ji bo xwe û ji bo mirovahiyê belayeke mezin dibîne. Her kes hesab dike bê ka çawa xwe ji wê belayê rizgar bike. Ê dibînin ku PKK û Kurd li dijî wê desthilatdariya faşîst û qirker disekînin, ji ber wê hêvî û heskirinên wana ji bo PKK û Kurdan mezintir dibe. Wate mirov ji kîjan alî ve temaşe dike bike, hemû şert û merc dikevin bin xizmeta gelê Kurd. Di dîrokê de ti carî ew şert û derfetane bi dest nexistiye. Eger bi başî wana ji bo azadiya xwe bi kar neyîne wê ti carî nekaribe azadiya xwe pêk bîne. Em temaşe bikin, tu kes ji cîranên wî ji Tirkiyê razî nîne. Qada Ereb ne razî ne, Kurd li Başûrê Kurdistanê ji derveyî yên girêdayî PDK’ê ne razî ne, ti parçeyekî Kurdistanê ji wê desthilatiyê û siyaseta wan razî nîne û li dijî wê ye. Ji ber ku Kurdan tine dike. Ne tenê Kurdan belku gelan tine dike. Tenê Tirk esas digire. Tenê ji bo Tirkan dibêje edalet heye. Ji bilî Tirkan ji bo tu kesî/ê edalet, azadî, demokrasî û mafê jiyanê qebûl nake. Ji ber wê ew qasî teşhîr û tecrîd bûye. Ji ber wan hemûyan, ji bo ku mirov bikare xwe ji wê desthilatdariyê rizgar bike û xwe ji siyaseta qirkirinê xelas bike da ku bikare azadiya xwe bi dest bixe, firsendekî pir mezin e. Ji bo wê ye ku em dibêjin dema hatiye û di vî demî de pêwîste ku em wê pêngavê biavêjin. Azadiya Rêber Apo dibe azadiya gelê Kurd, gelên Tirkiyê, gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê. Ji ber wê di demê de tevger kirin, pir pir girîng e.

Girîngiya wê pêngavê bi taybetî ji bo Kurdan çiye?

Niha weke min gotî ew statûya ku Kurd di qirkirinê de derbas dikir hilweşiya. Di nava Rojhilata Navîn de bi taybetî di nava Ereban û qada navnetewî de ji bo Kurdan hêvî û heskirinekî mezin çêbû. Ew reşkirina ku dewleta Tirkiyê bi NATO’yê re çêkirî, hemû têkçû. Her kes şiyar bû ku ew nêzîkbûnên li hemberî Kurdan ne rast e. Dîtin ku Kurd nûnertiya azadî û demokrasiyê dike. Nûnertiya nirxên mirovahiyê dike û Kurd ne tenê ji bo xwe têkoşînê dike belku ji bo wan jî têdikoşe. Ev yek bû qezencek mezin ji bo Kurdan. Ê niha li hemû beşên Kurdistanê jî Kurd xwe rêxistin kirine û ji bo xwe têkoşînê dikin. Eger ku bikarin firsend û şertên ku derketiye jî ji bo azadiya xwe pêk bînin, bixebitînin pir guncav e. Ji bo wê pêwîste ku Kurd di vê pêngavê de cihê xwe bigire. Ji ber ku ev pêngave tenê beşekê nagire nava xwe, hemû Kurdan digire nava xwe. Çi di beşan de be çi jî li derveyî Kurdistanê be. Wate armancekî xwe yê wisa mezin, fireh û kûr heye. Ji ber wê ev pêngave ya netewa Kurd, ruh, yekîtî, azadî û demoktasiya Kurd xurt bike. Wê ev hêviya ku ji gelê Kurd tê kirin xurt bike. Niha yekane pirsgirêka Kurd a ku dijmin sûdê jê dibîne çiye, Kurd hêzên xwe nekirine yek e. Ji vê sûdê digire. Ji perçebûnê fayde dibîne. Eger ku Kurdan ew perçebûn di nava xwe de rake, ruh û yekîtiya xwe ya netewî xurt bike û bikare xwe bigihîne hevûdu, wê hêzekî mezin ava bike. Wê çaxê kes nikare li pêşiya vî hêzî bisekîne. Eger bixwaze bisekîne jî wê hêza wê têr neke. Ne pêkan e. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de dibe hêzekî mezin û hêviya gelan hem yê Rojhilata Navîn û hem jî yên cîhanê bi dest xistiye. Bi wan yekan re dikare wê çaxê ji bo mirovahiyê destanan binivîse. Wê çaxê dewleta Tirkiyê û yên din ên dagirker nikarin li ser Kurdan siyasetên dagirkerî û qirkirinê bimeşînin. Eger ku di wê siyasetê de israr dikin, sedema wê ew e ku di nava Kurdan de di nava gel bi xwe de yekîtî çêbûye lê di siyaseta wê de çênebûye. Hin Kurd hene ku bi dagirkeran re têkiliyan dimeşînin. Her wiha ne tenê têkiliyan dimeşînin belku di her alî de alîkariya siyaseta wan dikin. Her roj radibin û rûdinên û dibêjin Tirkiye baş e, siyasetên ku dimeşîne başin. Siyaseta ku Tirkiye dimeşîne li ber çavên her kesê ye. Li Bakur, Rojava û Başûr qirkirina Kurd pêş dixe. Ji bo wê dagirkeriyê, îlhaq, guhertina demografî û asîmîlasyonê pêş dixe. Bi navê Kurdan çi hebe ji holê radike. Digire, dikuje, goristanan xira dike, dar û beran dişewitîne, çiyayên Kurdistanê bombe dike, bi sedan gundan radike, koçber dike, derfetên jiyanê ji destên wan werdigire, bê exlaqî, fuhûş û madeyên hişber pêş dixe, sîxortiyê pêş dixe; wate ji bo ku Kurdan ji holê rake çi pêwîst bike wê dike. Hemû zagonên navnetewî bin pê dike. Tiştek nemaye ku li ser Kurdan pêk neaniye. Her kes dizane li Efrînê, li Serêkanî û Girê Spî çi kirine. Tiştên ku li Başûr dikin, her kes dizane. Çawa ew ê Kurdek rabe bibêje wê desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo Kurdan baş e. Maneya wê çi ye? Tişta ku ev desthilatdarî li dijî Kurdan dike, rast e. Ev çawa xizmeta gelê Kurd dike? Bi temamî li dijî Kurdan e. Bi vê pêngavê me xwest yekîtiya di nav gelê Kurd de heye, ruhê ku pêk hatiye, em di siyasetê de jî bibînin da ku qelsiya Kurdan ji holê rabe. Her kes li dijî dagirkerî û qirkirinê têbikoşe. Li ber çavan e ku dewleta Tirk ne bi tenê ji bo Bakurê Kurdistanê,ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ji bo hemû gelê Kurd, dewleteke wisa ye ku siyaseta qirkirinê dimeşîne. Di şexsê gelê Kurd de, li ser hemû gelan vê dimeşîne. Ne bi tenê dijminatiya gelê Kurd dike, dijminatiya demokrasiyê, azadiyê, gelan, olan, çandan, jinan û ciwanan jî dike. Çi kesên ku xizmeta AKP û MHP’ê nakin, wan wekî dijmin dibînin, divê her kes bibe Tirk û xizmeta Tirkan bikin. Dibêje divê her kes xwe înkar bike, heke xwe înkar nekin, heqê wan ê jiyanê tune, ne ku bi tenê dibêje, di pratîkê de jî pêk tîne. Ji ber vê jî desthilatdariya AKP û MHP ne bi tenê dijminê PKK û Bakurê Kurdistanê ye, dijminê hemû Kurdan e, dijminê hemû mirovayetiyê ye. Ji ber vê divê her kes di pêngava me de cih bigire, hedefa wê pêngavê jî şikandina dagirkerî, qirkirin û faşîzma Tirkiyeyê be. Dema ku têkoşîn were kirin, dikarin wê siyasetê û qirkirinê têk bibin, wê demê wê Kurd karibin li hemû beşan bi aramî bijîn, dikare bigihêje azadiya xwe. Dema mirov şertên Rojhilata Navîn deyne ber çavan, tu beşeke Kurdistanê nikare bi tena serê xwe encamekê werbigire. Ji ber ku pirsgirêkên Kurdan ên li Rojhilatê Navîn hemû ketine nav hevdu. Pirsgirêkên Kurdan bûye beşeke pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Li hemû beşên Kurdistanê wisa ye. Ji ber vê yên ku dixwazin pirsgirêkan çareser bikin, wê wisa nêzikî meseleyê bibin. Ne ku bi tenê beşekî ji xwe re esas werbigire, ne ku bi tenê Kurdistanê esas werbigire. Hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn bandorên wan ên li ser hev ji xwe re esas werbigire, wê wisa karibe têkoşînê bimeşîne da ku karibe encamê werbigire. Her ku diçe gelê Kurd jî û gelên Rojhilata Navîn jî meseleyê wisa fêm dike. Em dibînin ku pirsgirêkên xwe bi tena serê xwe nikare çareser bike, girêdayî Rojhilata Navîn e. Li ser wî esasî pêngava ku me pêş xistiye, tesîrê dike. Ji ber vê kesên derveyî Kurdan jî dibêjin ev pêngav pêngaveke di cî de ye, di wextê de hatiye destpêkirin, ev pêngav ne bi tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahî Rojhilatê Navîn e, ji bo hêzên azadî û demokrasiyê ye, em dixwazin di vê pêngavê de cih bigirin û ev pêngav bi ser bikeve.

Dibe ku PDK qebûl neke yan jî nebêje lê em di nav gel de digerin, gel wekî dagirkeriyeke li ser Başûr dibîne. Sedema taybet ku we di vê pêngavê de daye diyarkirin, dagirkeriya li ser Başûr û Rojava çi ye?

Niha ji ber ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e, dijminatiya xwe jî li ser Başûr û Rojava pêk tîne. Heke bi tenê dijminatiya Bakur bikirina, li ser Rojava û Başûr ew pêngavên dagirkeriyê pêş nedixist. Li cihê ku bi dest xistiye jî ji Kurdan paqij nedikir. Efrîn, Serêkanî, Girê Spî li Heftanînê vê dike, li Xakurkê wisa kir. Ev çi dide diyarkirin? Dewleta Tirkiyeyê hemû Kurdan wekî dijminê xwe dibîne. Ji Şerê Cîhanê yê 3’emîn îstîfade dike, dixwaze Kurdan qir bike. Şerê mezin ê cîhanê him firsend e û him jî xetereyên gelekî mezin çêdike. Dewleta Tirk him xetere him jî firsendên wê dîtiye. Ya ku esas divê vî tiştî fêm bike, gelê Kurd e. Dewleta Tirk ji bo ku Rojava û Başûr jî tevlî Tirkiyeyê bike, siyasetekê dimeşîne, divê ew vî tiştî baş fêm bikin. Divê xetere û firsendên ku çêbûye, bibînin. Madem tu van beşan dagir û îlhak dikî, divê li dijî vî tiştî were sekinandin. Dema ku neyê sekinandin wê Tirkiye wê dagirkeriye berfireh bi pêş bixe. Li Rojava û Başûr wê hinek cihên din jî dagir bike, tevlî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Tirkiye dibêje Lozan xiyanet e, Erdogan çend caran ev tişt got. Madem ku Lozan xiyanet e, erdên ku bi Lozanê ji destê wan derketiye, divê dîsa bi dest bixin. Di dîrokê de tifaqeke Qasr-i Şîrîn çêbû, beşeke Kurdistanê di destê Îranê de ma, beşa din jî di nav destê Osmaniyan de ma. Erdogan û Bahçelî dixwaze ew beşên li Iraq û Sûriyeyê bi destê xwe bixin. Ji bo vê jî dibêje Lozan xiyanet e. Ne ku bi tenê dibêje, li ser wan esasan pêngavan jî diavêje. Niha Tirkiye ew sînorê ku bi Lozanê çêbûye, qebûl nake û dixwaze rake. Niha ji bo xwe sînorên nû çêdike. Ew erdê ku bi Qasr-i Şîrîn ji nav destê wan derketiye, divê dîsa bi dest xwe bixin. Vêya eşkere dibêjin. Divê gelê me yê li Başûr û Rojava baş vî tiştî fêm bike. Ji ber ku PKK dizane dewleta Tirk li ser hemû gelê Kurd qirkirinê dimeşîne, li dijî vê siyasetê berdêlê giran jî bide, têdikoşe. Wê têkoşîna ku PKK li dijî dewleta Tirk dimeşîne, ne bi tenê ji bo PKK û Bakur e. Ji bo Başûr û Rojava ye, ne bi tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahî hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku rejîma AKP û MHP’ê pêş xistiye, rejîmeke faşîst e, dagirker e, qirker e, ji derveyî Tirkan tu kesî qebûl nake. Li her derê bêedaletî, zilmeke mezin pêş dixe, çeteyan çêdike, li ser hemû kesan zextên mezin dike. PKK li dijî vê disekine, him jî berdêlên mezin dide, vêya jî bi zanebûn û coş pêş dixe. Divê her kes vê têkoşînê wekî têkoşîna xwe bibîne, şehîdan wekî şehîdên xwe bibîne. Li dijî dagirkeriyê têbikoşe, dagirkeriyê meşrû neke. Bi taybetî PDK radibe û rûdine dibêje ‘Tirkiye ji ber PKK’ê li Rojava, Başûr û Bakur van êrîşan dike’. PKK’ê sûcdar dike, dewleta Tirk sûcdar nake. Yên ku dewleta Tirk sûcdar nakin, nexwe siyaset û qirkirina wê meşrû dibîne. Kurd nikarin vî tiştî qebûl bikin, mirovayetî nikarin vêya qebûl bikin. PKK’ê li dijî vê siyasetê têdikoşe.

Gerîla ligel ku şerekî gelekî dijwar dimeşîne, daxuyanî da û diyar kir ku wê pêşengtiya vê pêngavê bike. Girîngiya wan çi ye?

Ez gerîla silav dikim, hurmetên xwe ji wan re dişînim, şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim. Gerîla li Bakur, Heftanîn û Xakurkê li her derê bi qehremantî destanan dinivîse. Di nav şertên dijwar de, vêya dike. Gerîla bi salan e, ji çil salan zêdetir li dijî siyaseta qirker têdikoşe. Ji bo vê berdêlên mezin dide. Heke gerîla li dijî siyaseta qirker û dagirker tênekoşiya wê Kurd îro tunebûya. Wê tu kesan nikaribûya hilmê jî bistînin. Heke Kurd îro heye, li dinyayê hurmeta Kurd heye, mirovayetî Kurdan ji bo xwe wekî hêviyê dibîne, ev encama têkoşîna gerîla ye. Heke îro hinek biaxivin bi saya têkoşîn û berxwedana gerîla ye. Heke gerîla nebûya, ne mumkun bû wan ê karibûna biaxiviyana. Ji ber vê her kes deyndarê gerîla ye, gerîla ji bo gelê Kurd hêza azadî û parastina gelê Kurd e. Rastiya gerîla ev e. Gerîla ji bo gelê Kurd pêşengiyê dike, li dijî siyaseta qirkirin û dagirkeriyê li gel xwedî derdikeve. Li azadî û exlaqê gel xwedî derdikeve. Ji bo vê jî berdêlan dide. Piştî pêngav hate îlankirin gerîla diyar kirin ku em di vê pêngavê de cih digirin. Jixwe di pêngavê de bûn, pêngav dimeşandin. Li Heftanînê bi xurtî pêşengiya pêngavê kirin. Vêya li ser dewleta Tirk jî tesîrek çêkir, planên wan têk bir û li ser gelê Kurd jî tesîreke pir xurt çêkir, cesaret û moral da gelê Kurd. Mirov dibîne ku li Kurdistanê her dem rolê gerîla heye. Ji mirinê gelê Kurd anî ber asta jiyanê. Di vir de keda Rêber Apo gelekî xurt e. Rêber Apo bi gerîla ev tişt pêş xist, bi dinyayê da naskirin. Ev hemû bi şehîd û têkoşînê çêbû. Gerîla girêdayî şehîdan e, girêdayî xeta Rêber Apo ye. Jixwe biryargehê got em di pêngavê de cih digirin, baweriya min jî ev e ku gerîla wê pêngavê bi xurtî bidomîne.

Tevgera we piranî hêza xwe, dînamîzma xwe ji tevgera jin û tevgera ciwanan digire. Tevgerên jin û ciwanan jî daxuyanî dan. Wateya van tiştan çi ye?

Niha him jin ciwan, di tevgera me de pêşeng in. Çawa gerîla pêşeng e, ev jî pêşeng in. Ji ber ku ruhê azadiyê di van de ye. PKK jî ji ber ku tevgereke azadiyê ye, ruh, jiyan û karakterê Rêber Apo jî azadî ye, ji bo wê pêşengiya jin û ciwanan ji bo xwe esas wergirt. Ji ber ku kesek armanca xwe azadî be ku bikaribe vê têkoşînê bi pêş bixe, bigihîne armancê, lazim e jin û ciwanan ji bo xwe bike esas. Ji ber ku ruh û hestê azadiyê di wan de ye. Taybetmendiya wan ê azadiyê hene. Ji ber vê Rêber Apo got PKK tevgereke jin e. PKK azadiyê ji xwe re dike esas û azadî jî ji azadiya jinan derbas dibe. Li Kurdistanê jinên Kurd xwerêxistin kir, civakê jî rêxistin dike. Pêşengiya civakê dike. Di nava civaka Kurd de guhertineke mezin çêbû. Di zîhniyet û jiyana wê civakê de guhertin çêbû. Ev yek ji aliyê jinan ve hate kirin. Jinên Kurd li Kurdistanê ne tenê di jiyanê, civakê, kesayetiyê de guhertin çêkir, civak, kesayetiya Kurd xurt kir, aşiqê azadiyê kir, tesîreke pir mezin li ser dinyayê jî çêkir. Eger îro li dinyayê Kurd tên naskirin, ji Kurdan tê hezkirin, Kurdan ji bo xwe weke hêviyê dibînin, di vir de rola jinê esas e. Ji ber ku jinên Kurd li Kurdistanê têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin, pêşengiyê jê re dikin. Guhertinan çêdike, ku ev yek bandorê li Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Lewma di vê pêngavê de jî ku mirov bala xwe bidin ser, yên ku li her cihî tevlî pêngavê bûne, yên ku pêşengiyê ji pêngavê re dikin jin in. Yên ku li Rêber Apo, PKK, civaka Kurd xwedî derdikevin, yên ku li nirxên mirovahiyê, azadî, demokrasiyê, edaletê xwedî derdikevin jin in. Ji ber wê yekê baweriya me ew e ku jin wê vê pêngavê bi xurtî bimeşînin. Dibînin ku ev pêngav pêngava wan e, ji her kesî zêdetir pêngava wan e. Ji ber ku pêngava azadiyê ye. Ji her kesî bêhtir azadî mafê jinê ye, ji ber ku bi têkoşîna xwe heq kiriye. Dixwazin têkoşîna xwe xurt bikin. Ev pêngav jî herî zêde xizmetê ji armancên jinan re dike. Lewma jin jî vê pêngavê weke pêngava xwe dibîne û li her cihî beriya her kesî tevlî pêngavê bû û pêşengiyê dikin. Ji ber vê yekê ez jinên Kurd pîroz dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim. Weke min got, vê tevgerê bi ciwantî dest pê kir, bi ciwantî dewam dike, wê bi ciwantî jî dewam bike. Ji ber ku tevgereke ku azadiyê, demokrasiyê, edaletê esas werdigire, lazim e vê ji bo xwe esas werbigire. Wê demê ew tevger dikare li ser vî esasî bimeşe, dikare hêviya gelê xwe, mirovahiyê pêk bîne. Niha tevgera PKK'ê, gerîla tevahî tevgereke ciwanan e. Bi temamî li ser taybetmendiya ciwanan tê pêşxistin. Ji ber wê dike nake nikare encamê werbigire. Ji ber ku ciwantî bi tiştekî qanih nabe, timî tiştê ku çêdibe kêm dibîne. Hîn bêhtir ên baş û nû ji bo xwe esas werdigire. Ji ber wê timî xwe zindî dihêle, xwe nû dike, nûbûnê dijî, nahêle ku di xwe de cemidandin çêbibe. Ji ber wê Rêber Apo ew taybetmendî kir taybetmendiya PKK'ê, PKK li ser wê taybetmendiyê dimeşe. Lewma di hêza çareseriyê de ti carî nakeve, timî dibe hêza çareseriyê. Eger îro hemû vê tevgerê ji bo xwe hêvî dibînin ji ber wê dibînin. Ji ber ku timî di nav de çareseriyê dibînin. Lazim e ciwan vê pêngavê li her alî xurt bi pêş bixin, tevlîbûnê ji bo xwe bike esas, bi vî rengî bersivê bidin pêngavê. Eger bi vî rengî bersiv dan, wê bersiva wan rast be. Ez bawer dikim ku ciwan wê li her cihî ji her alî ve rola xwe ya pêşengiyê pêk bînin, wê tevlîbûnê jî esas werbigirin, xurt bikin.

Peyva tecrîd, faşîzm, dagirkerî û dema azadiyê ne tenê girêdayî gelê Kurd in. Li derveyî Kurd û Kurdistanê ji bo gelên din, ji bo beşên din ên civakê wateya wê çi ye?

Desthilatdariya AKP-MHP desthilaldariyeke faşîst e û qirkirinê, dagirkeriyê ji bo xwe esas werdigire. Ji ber wê jî li Tirkiyeyê tiştê ku xerab nekiriye nemaye. Her tişt xera kir. Hemû tişt genî kir. Yanî tiştek li dest gelê Tirkiyeyê nehişt. Tirkiye firot, tiştek nema ku nefirot, xera nekir. Qirkirin tenê li ser Kurdan nemeşand, li ser hêzên demokrasiyê, azadiyê yên Tirkiyeyê jî hate meşandin. Li ser beşên din ên Kurdistanê jî meşand, dimeşîne. Li ser gelên Rojhilata Navîn jî dimeşîne. Bi vê pêngavê em dixwazin ku vê desthialtdariyê têk bibin, bişikînin. Gelan hemûyan ji vê desthilatdariyê xilas bikin. Ew xerabiya ku kirin, neheqiya ku kirin, bêedaletiya ku kirin, em ji holê rakin ku li Tirkiyeyê Komareke Demokratîk pêk were. Ji bo demokrasî bi pêş bikeve, hemû gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn, mirovahî nefesekê werbigirin, demokrasî, azadî, edaletê bijîn. Me ev pêngav ji bo wê dan destpêkirin. Lewma ev pêngav ne tenê pêngava Kurdan e, ne tenê pêngava Kurdên bakur e. Çiqas pêngava wan e, ewqasî pêngava gelê Tirkiyeyê ye, hêzên demokrasî û azadiyê yên Tirkiyeyê ye. Ev pêngavê ne tenê pêngava HPG, jin û ciwanan e. Di heman demê de pêngava HBDH'ê ye. Ji ber ku HBDH li dijî faşîzmê ye, li dijî tecrîdê, dagirkerî û qirkirinê ye. Ji bo azadî û demokrasiya gelan têdikoşe. Ji ber vê yekê ev pêngav di heman demê de pêngava wan e. Pêngava hemû hêzên ku ji desthilatdariya AKP-MHP aciz in. Yên ku li dijî faşîzm, dagirkerî, tecrîdê ne. Yên ku azadî, demokrasî, edaletê dixwazin. Ev pêngav pêngava wan hemûyan e. Ji ber wê divê hemû tevlî vê pêngavê bibin. Li beşên Kurdistanê îdam hene, lazime mirov li dijî van îdaman bisekinin û mirov biratî, demokrasî bi pêş bixin. Dagirkerî heye, li Başûr destketiyên gelê me di bin xeteriyê de ne. Lazim e li dijî dagirkeriyê bisekinin û destketiyên xwe biparêzin. Li Rojava dagirkerî îlhaq heye, şoreş di xeterê de ye. Lazim e li şoreşa xwe, li nirxên xwe, li şehîdên xwe xwedî derkevin. Li dijî dagirkerî, îlhaqê bisekine. Gelê me yê li Ewroapyê bi salane temsîla Kurdistanê kir. Îro hîn bêhtir berpirsyarî ketiye ser milê wan. Niha li Ewropayê li hemû beşên Kurdistanê gelê me heye. Kurdistaneke biçûk e, maketa Kurdistanê ye. Yekîtiya neteweyî temsîl dike, dikare vê li her beşê bi pêş bixe. Wesfeyeke wan a dîrokî heye. Li Ewropayê temsîla gelê Kurd dike, dengê gelê Kurd digihîne dinyayê. Wezîfeyeke xwe ya bi vî rengî heye. Di dîrokê de heta niha ew wezîfe bi rûmet bi serketî pêk anî, ji vir û pê ve jî wê xurtir pêk bîne. Di vê pêngavê de Ewropa ji niha ve cih girtiye, baweriya min ew e ku Ewropa wê vê pêngavê ji bo xwe bike pêngaveke esas. Çawa ku beşên din ji bo xwe weke pêngaveke esas dibînin, çawa HPG, HBDH vê pêngavê weke pêngava xwe dibînin û jin û ciwan, gelên din hemû weke pêngava xwe dibînin, beşên Kurdistanê pêngava xwe dibînin, Ewropa jî wê pêngava xwe bibîne. Li ser vê bingehê banga min ji bo hemû Kurdan û derveyî Kurdan ên ku li dijî faşîzm, dagirker, qirkeriya Tirk disekinin, yên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, ji bo wan hemûyane, ji bo gelên Rojhilata Navîn e, ji bo dostên Kurdan e. Hemû di vê pêngavê de bi xurtî cih bigirin, ji bo serketina vê pêngavê wezîfeya xwe pêk bînin. Ji ber ku ev pêngav ji bo her kesî ye. Ew desthilatdariya AKP-MHP bûye bela, pir lawaz e û di qonaxa ketinê de ye. Lazim e em li dijî vê desthilatdariyê bisekinin, vê pêngavê bi ser bixînin ku em ji vê belayê xwe xilas bikin, ku em karibin azadî, demokrasiyê bijîn. Ev pêngav pêngava li dijî faşîzmê, tecrîdê, dagirkeriyê sekinînê ye, pêngava azadiyê ye. Li ser vê bingehê ez ji her kesî re serketinê dixwazim.