Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li cih û warê sivîlan barandin

Dewleta Tirk a dagirker ku li Garê derba giran xwar, îro jî bi balafirên şer êriş bir ser Başûrê Kurdistanê. Gundên Zergelê, Endzî, Bêyreş li gel çiyayê Derebî û Bêrmke yên Qendîlê hatin bombekirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet derdora 12:00 gundên Zergelê, Endzî, Bêyreş li gel Çiyayê Derebî û Bêrmke ên Qendîlê bombe kirin.

Bomberdûman pir nêzî gundan hatine kirin û piranî jîngehên sivîlan hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmanê ziyanên mezin gihiştine bax û baxçeyên sivîlan.

Ji ber bomberdûmanê zarok nekarîn biçin dibistanê.

Tevgera balafirên şer û keşfê li ser Qendîl dewam e.