Aydenîz: Bi AKP’ê re şer gav bi gav pêş ket

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz bi bîr xist ku desthilatê zihnîyeta xwe ji polîtîkayên sedsalî yê dewletê girtiye û got: “Dewleta Tirk ji gava hatiye damezirandin heta niha li hemberî gelê Kurd û gelên din polîtîkayên asîmîlekirin ûtinekirinê meşandiye."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz polîtîkayên şer yên AKP’ê yên li Kurdistanê nirxand. Aydenîz anî ziman ku desthilatdarî zîhniyeta xwe ji polîtîkayên înkar û asîmîlekirinê yên sedsalî yên dewletê girtiye û wiha axivî: “Dewleta Tirk ji gava hatiye damezirandin heta niha li hemberî gelê Kurd û gelên din polîtîkayên asîmîlekirin, tinekirin û înkarê meşandiye. Qirkirina Ermeniyan, Asûriyan di dîrokê de jî hatiye nivîsandin û me dît. Ev jêresaziyeke dihat armanckirin li ser bingeha neteweperestiya Tirk dewletek bê avakirin bû. Ji lewra dema sala 2002’yan hikûmeta AKP’ê hat jî vê timî berdewam kir. Di salên, 1980, 1990, beriya wê di salên 1940, 1960’î de jî timî şekilgirtineke dewletê ya neteweperestiya Tirk derdixist pêş, tinekirina yên li dijî vê derdiketin, netewe û gelên di nav sînorên Tirkiyeyê de weke polîtîkayekê danî pêşiya xwe û vê heta roja me ya îro jî didomîne.”

‘RÊBAZA ŞER NEHATIYE GUHERTIN’

Aydenîz da zanîn ku bi hatina AKP’ê ya sala 2002’yan re di vê zîhniyetê de ti guhertin çênebû û wiha axivî: “Dema nû derket holê, dihat gotin ku wê reforman pêk bînin, wê hê zêdetir azadiyan û demokrasiyê pêş bixin, lê belê dema mirov bi giştî van 18 salan binirxîne, gengaz e rê û rêbaz hatibin guhertin, lê belê zîhniyet, tinekirin, bêdengkirin, asîmîlasyon, cuda dîtin timî hebû. Ev neguherî û AKP jî weke berdewamkerê wê ye. Bi taybet polîtîkaya şer a hikûmeta AKP’ê dibe ku weke 5’ê Nîsana 2015’an bi tecrîda li ser Birêz Ocalan em dikarin bînin rojevê, lê belê pêvajoya 2009’an jî heye. Weke tê zanîn di pêvajoya 2009’an de pêvajoyeke hevdîtinên li Osloyê hebûn, dîsa sala 2009’an Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe bi rastî jî ket nav hewldaneke giranbiha û tevî ev 20 sal in, li Girtîgeha Îmraliyê ye, dîsa tevî mînaka pergala li Îmraliyê li cîhanê nîne, timî difikire, dinivîsîne, bi perspektîfên xwe rê vedike. Dîsa hevdîtinên li Osloyê yên wê demê jî ji bo çareseriyê pêvajoyek bû. Lê dîsa di pêvajoya 2009’an de operasyonên li dijî KCK’ê hatin kirin. Paşê gotin ev kûmpaseke ‘Feto’ ye, lê kesên hatin girtin 5-6 salan di girtîgehê de man û ceza girtin. Her wiha bi doza Ergenekonê re gotin, em ê kesên komkujî pêk anîne, dadgeh bikin, lê hemûyan beraet kir.

Dîsa têkildarî dosyayên JÎTEM’a li ser navê di bin navê ‘fail nediyar’ dewletê kuştin dikirin, lê li gor me fail diyar bûn, gotin dem di ser re bihurîne û ev dosya girtin. Kesên ji JÎTEM’ê dihatin darizandin, dan beraetkirin. Dema mirov van hemûyan dide ber hev, tê dîtin ku vê hikûmetê jî ji polîtîkayên sedsalî cuda tevnegeriyaye. Belê dibe ku, desthilatdarî, rê û rêbaz guherîn, lê belê polîtîkayên dewletê yên komkujiyan, asîmîlekirin û tinekirinê qet neguherîn.”

DEKLARASYONA NEWROZA 2013’AN

Di berdewama axaftina xwe de Aydenîz bal kişand li ser pêlên destgîrkirinê yên di sala 2009’an de û got: “Belê me behsa pêvajoya sala 2009’an operasyonên li dijî KCK’ê kir. Operasyon li dijî kê kirin? Li dijî siyasetmedarên Kurd ên di çareseriya demokratîk û siyasî de bi israr bûn hat kirin. Şaredar, rêveberên saziyên sivîl, rêveberên partiyan hatin girtin. Gelek ji wan 5 salan bêyî îdîanameya wan bê amadekirin girtî man û sala 2014’an hatin berdan. Dîsa di sala 2013-2015’an de Birêz Ocalan bi tena xwe li Girtîgeha Îmraliyê bi hewldanê xwe mîna mirov bi derziyê bîrê bikole pêvajoyek da destpêkirin. Newroza 2013’an deklerasyonek weşand. Di vê deklarasyonê de diyar kir ji bo pirsgirêk bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe têkildarî du aliyan jî gavên divê bên avêtin hene. Ev gav hem divê ji aliyê dewletê hem jî rêxistinê ve bêne avêtin. Her wiha bal kişand ku ji bo vê amade ye. Bi vê re 28’ê Sibata 2015’an ya em jê re Mutabeqata Dolmabahçe dibêjin, mutabeqateke 10 xal hat xwendin. Em hemû baş dizanin di van 10 xalan de tenê ji bo Kurdan demokrasî, maf û daxwaz nebûn, ji ekolojiyê heta jinan ji bo Tirkiye bi temamî ber bi komareke demokratîk ve veguhere nexşerêyek hat axaftin. Ev dihat maneya Tirkiye ber bi Komareke demokratîk ve biçe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Li aliyê din jî tevgera siyasî ya Kurd ji bo di zemîneke demokratîk de siyasetê bike û siyaseta demokratîk bike civakî, saziyên xwe ava kir. Bi vê re di nav tevahiya civaka Tirkiyeyê de têkildarî avabûna aştiyeke demokratîk hêvî çêbûn.”

‘DI DÎROKA TIRKIYEYÊ YA HER 10 SAL DERBE PÊK TÊ’

Aydenîz bi domdarî got: “Dema em li pêvajoya 2013-2015’an dinihêrin tê dîtin ku di pêvajoyê de qetilkirinên li hember jinan herî kêm in, cenaze nedihatin, sermaye razandina ji bo aboriyê di asta herî pêşketî de çêdibûn, her kesî digot, belê Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve diçe. Dema sala 2013’an pêvajoyê destpê kir, 3’yê Çileyê hevdîtin pêk hat, lê 9’ê Çileyê li Parîsê paytexta Fransayê 3 jinên siyasetmedar bi destê MÎT’ê hatin qetilkirin. Çima ez behsa vê dikim? Tirkiye ev polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirinê timî bi destê hêzên tarî yan jî ji aliyê rêxistinên dewletê di nav xwe de çêkirinê yên weke di salên 90’î de JÎTEM, Ergenekon, niha jî ku dibêjin JOH-POH yanî bi navên cuda cuda bi awayekî çetewarî timî baskek di nav dewletê de hebû. Li aliyekî ku ji bo çareseriya pirsgirêkê gav dihat avêtin, baskê din ê dewletê dixwest wê xera bike, tine bike. Her wiha dixwest vê bi qetlîman, operasyonan, hilweşandin û şewitandina bajaran pêk bîne.

Mixabin dîrokeke Tirkiyeyê ya her 10 salan darbe pêk tên heye. Çima darbe pêk tên? Sedema ev destên tarî yên me behsa van kir ku timî dixwaze li Tirkiyeya baxçeyê gelan e, baweriyên cuda tê de hene neteweperestiyê, cinsiyetperestiyê, olperestiyê sor dike, dibe desthilatdar û bi vî awayî Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Ji lewra sala 2013’an dema ev pêvajo destpê kir, qetilkirina 3 jinên siyasetmedar, dîsa sala 2009’an li aliyekî ku pêvajoya Oslo dest pê kir, li aliyê din, bi operasyonên siyasî re siyasetmedarên Kurd bi operasyona li hemberî KCK’ê re ku hatin girtin, divê mirov bi heman awayî binirxîne. Ji lewra ew pêvajo û ji wir em hatin pêvajoya 7’ê Hezîranê.”

‘AKP BI MHP’Ê RE BÛ YEK Û TIFAQEKE FAŞÎST AVA KIR’

Aydenîz bi lêv kir ku di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de gel bi awayekî pir eşkere nîşan da ku divê zîhniyeteke tekperest Tirkiyeyê bi rê ve nebe û ev tişt got: “Yanî rewşeke ku AKP’ê nikarîbû bi tena hikûmetê ava bike hebû û AKP’ya berê ev dîtibû ji lewra ji 5’ê Nîsana 2015’an ve tecrîda mutleq a li hember Birêz Ocalan giran kir û jixwe hiqûqa şer danîbû pêşiya xwe. Kurd, bawerî, netewe, jin û ciwan jî di nav de Tirkiyeya bi axaftinê ber bi demokrasiyê ve diçû, nehat hesabê vê zîhniyetê yan jî desthilatdariya faşîst. Ji lewra ku li hember Birêz Ocalan ê ji bo çareseriyê di nav hewldanan de bû tecrîd hat pêkanîn û li dû wê bûyera Serêkaniyê, teqîna 5’ê Hezîranê ya li Amedê, dîsa 20’ê Tîrmehê komkujiya Pirsûsê, 10’ê Cotmehê li Enqereyê komkujiya pêk hat, bombeya li Dîlokê di dawetê de hat teqandin. Ev hemû careke din bi destên tarî ji bo ev pêvajo were bidawîkirin û îşareta Tirkiyeya ber bi demokrasiyê ve diçe careke din bikişînin nav atmosfera kaosê bûn. Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu derdikeve, bal dikişîne ser 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê. Dema vê dike jî li gor xwe nîşan dide bê çi qasî xwedî li polîtîkaya dewletê derdikeve, lê li gor me ev bi destên tarî ji bo avakirina kaosê pêk hatin. Bi MHP’ê re jî bû yek û tifaqeke faşîst ava kir. Timî neteweperestî û şer sor kirin, di navbera gelan û baweriyan de polîtîkayên cudakirin û dijberkirinê pêş xistin. Li dû 1’ê Mijdarê dibe ku AKP’ê karibû bi tena xwe bibe desthilat, lê heta wê pêvajoyê bi dehan komkujî pêk hatin û bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Yanî desthilatdariyeke ku di atmosfereke wiha de xwe ava kir mewzûbehs e. Hikûmeteke wiha ne bi demokrasî, edalet û wekheviyê, berevajî bi şer, komkujî, cudakirin, dijberkirinê hebûna xwe pêk tîne.”

‘LUTIFEKE XWEDÊ’

Aydenîz destnîşan kir ku piştî 1’ê Mijdarê sala 2016’an hewldana darbeyê, herî zêde gelên komkujî li ser hate kirin, cudakirinan hatin li hember darbeyê sekinîn, lê rewşa awarte hat îlankirin û ev weke ‘Lutifeke Xwedê’ hat dîtin. Aydenîz di berdewamê de ev tişt got: “Dema mirov vê rewşa awarte bi darbeya sala 1980’î re dide ber hev ku wê demê jî gelek sazî hatin girtin, akademîsyen û karmend ji kar hatin dûrxistin, di wê pêvajoya du salan a rewşa awarte de mirov hê zêdetir hatin mexdûrkirin, hê zêdetir komkujî pêk hatin, qedexekirina derketina kolanan hatin îlankirin, qeyûm tayînî 96 şaredariyên tevgera siyasî hatin kirin. Dîsa bi dehan televîzyon, sazî hatin girtin. Nêzî 130 hezar kedkar di şevekê de bêyî derbarê wan ti lêpirsînek hebe ji karên xwe hatin dûrxistin. Qaşo darbe asteng kiribûn, lê belê bi îlana rewşa awarte û tifaqa faşîst a bi MHP’ê re ev zîhniyeta sedsalî û neteweperestiya Tirk, olperestiya Tirk û cinsiyetperestî li gor xwe careke din bi gewde kirin.”

‘DI SERDEMA AKP’Ê DE HERÎ ZÊDE JIN HATIN QETILKIRIN’

Aydenîz bal kişand li ser qetilkirina jinan ya di dema AKP’ê de û got: “Dema mirov wê pêvajoyê dinirxîne tê dîtin ku hê zêdetir cinayetên li hember jinan pêk hatine, tecawîz, bikaranîna madeyên narkotîk, xwekuştinên bi malbatî zêde bûne. Di salên 90’î de kuştinên fail nediyar hebûn, lê niha kesên tên windakirin, revandin jî hene. Dema mirov van hemûyan dinirxîne tê dîtin ku Tirkiyeyek e hiqûqeke şer danîne pêşiya xwe, girêdayî zîhniyeteke tekperest a girêdayî Qesrê tê rêveberirin heye. Binesaziya wê bi referandûma serokatiyê re danîn. Li Tirkiyeyê wiha hat fêmkirin ku pergala serokatiyê tê maneya şer, komkujiyan, bajarên tên hilweşandin, şewitandin, bi mîlyonan mirovên hatine koçberkirin û her roj qetilkirina bi dehan jinan, ev tişt didome.

Di qetilkirinên jinan de qirika jinan tê birîn û ev bi rêya medyayê tên serwîskirin. Li Sûriyeyê û Rojava jî DAÎŞ’ê ev rêbaz bi kar dianî. Çeteyên DAÎŞ dîmenên mirovên qetil dikirin û dişewitandin bi rêya medyayê belav dikirin û bi vê re dixwestin tirsa xwe hakim bikin. Ya rastî desthilatdariya îro jî tam dixwaze vê bike. Bi rêya medyayê serwîskirina qetilkirina jinan û astengnekirina vê çavkaniya xwe ji vê digire. Ji lewra pergala serokatiyê ya tê xwestin li Tirkiyeyê were avakirin, sazîbûna faşîzmê û pêkanîna sîstema dîktatoriyê ye. Krîza aborî û civakî, kaos, her roj bi dehan esnafên ji neçarî dikanên xwe digirin, komkujiyên li hember jinan, tiştên li hember sewalan tên kirin, qirkirina xwezayê vê nîşanî me dide.”

‘KOMPOLOYA NAVNETEWEYÎ DIDOME’

Di dawiya axaftina xwe de Aydenîz da zanîn ku her çi qasî wer xuya dike ku ev şer ji aliyê desthilatdariyên li Tirkiyeyê tê meşandin jî ya rastî asta wê ya navneteweyî jî heye û wiha got: “Weke tê zanîn bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1999’an re Birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Her wiha 9’ê Cotmeha 2019’an jî li hemberî Rojava êrîş pêk anîn. Li Rojava modeleke ku ji hemû cîhanê re bûye hêvî derket holê, ev modela modernîteya demokratîk bû. Ev model bi nêrîna Birêz Ocalan bi gewde bûye. Ev serhildanên sala 2011’an bi ‘Bihara Ereban’re derketin holê ya rastî bi vê modela Rojava re şekil girt û ji cîhanê re jî bî hêvî. Tam jî ji ber vê bi êrêkirina hêzên navneteweyî re Tirkiyeyê êrîşî Rojava kir. Dîsa 20’ê Çileya 2018’an bi erêkirina Rûsyayê re Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir. Komplo bi vî awayî berdewam dike.

Ev şerê li Tirkiyeyê yê hemû civakê bandor dike, dibe ku bi destê vê desthilatdariyê ve tê rêvebirin, lê belê dewletên navneteweyî û hegemonyaya navneteweyî jî tevkariyê dikin. Çima? Ji ber wê Rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin, ji bo vê jî dema li dora maseyê kom bibin, wê destê kê çi qasî xurt be, yan jî ji vê parvekirinê wê kî çi qasî werbigire mewzûbehs e. Hêzên hegemonîk ji bo di wê projeya mezin a Rojhilata Navîn de karibin armanca xwe pêk bînin, Tirkiyeyeke lewaz û Kurdên ev modela demokratîk pêş xistine jî dixwazin zeîf bikin. Lewma her diçe tê dîtin ku desthilatdariya Tirkiyeyê ya Qesrê ji bo alîgirên xwe jî dewlemend bike welat ber bi şer ve dibe. Hewce ye mirov ji vî alî ve lê binihêre. Eger derdê me demokratîkbûna Tirkiyeyê be, em welatekî ku daraz serbixwe û hiqûq hakim e dixwazin, pêwîst e em tavilê ji vê desthilatdariyê rizgar bibin. Ev desthilatdarî ji bilî, şer, xwîn, rondikan tiştekî nade gelan. Her roja diçe krîza aborî zêdetir dibe, feqîrî berfireh dibe, qetlîamên li hember jinan pêş dikeve. Dîsa li bajarên weke Dîlok û Stenbolê şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê çêbûne. Li ser esasê Kurd nebin xwedî statu û destketiyekê bi dest nexin, rewşeke ku bi çeteyan re hevpar dixebitin, kar dikin mewzûbehs e. Ev dizivire tê, zerarê dide demokrasî û gelên Tirkiyeyê. Ji lewra ji bo mirov karibe ji vir derkeve, divê ev desthilatdarî biguhere. Ji bo vê bi têkoşîneke hevpar ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xebat bê kirin. “