Artêşa Tirk bombe li wesayîta Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand-NÛ BÛ II

SÎHA'yên Tirk li devera Kêlaşîn a Bradostê bombe li wesayîteke ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand. Di bomberdûmanê de Fermandarê Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî û Fermandarê Tugaya 2'an Mihemed Reşîd mirin.

Balafirên Bêmirov ên Keşfê yên Biçek (SÎHA) ên Tirk li devera Kêlaşîn a Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayîta Fermandarê Tugaya 3'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand.

Hate ragihandin wesayîta SÎHA’yan bombe kir ya Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê yê Herêmê Zubeyri Halî ye.

Di êrîşê de li gel Fermandarê Tugaya 3'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî,  Fermandarê Tugaya 2'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Mihemed Reşîd jî miriye, sivîlek ku navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.