Amazon dişewite: Dinya bi fikar e

Daristanên Amazonê ku weke 'cîgera dinyayê' tên pênasekirin û nahêlin ku bi sed milyaran ton karbondîoksît li atmosferê belav bibe, bûye 15 roj in dişewitin. Civaka navneteweyî ji vê yekê gelekî bi fikar e.

Daristanên Amazonê yên li Latîna Amerîkayê weke cîgera dinyayê tê dîtin. Ji vê daristanê du ji sê paran li Brezîlyayê ye. Jair Bolsonaro piştî ku li Brezîlyayê bû desthilatdar, şewata li Daristanên Amazonê her zêde bû. Salên dawî bi hezara hektar qada daristanî ji bo bikaranîna di çandinî û pîşesaziyê de hatin talankirin. Bi taybetî ji destpêka vê salê ve şewata li daristanan di asta metirsîdar de zêde bûye.

Daristanên Amazonê her sal ji 90 heta 140 milyar ton karbondîoksîtê asteng dikin ku li atmosferê belav bibe. Şewata ku beriya du hefteyan li gelek herêmên daristanê rû da bû sedema fikarên mezin.

LI BREZÎLYAYÊ LI 73 HEZAR DEVERAN ŞEWATÊ RÛ DA

Şewata du hefteyên dawî ji nişka ve ketibe rojeva dinyayê jî şewata li Daristanên Amazonê vê salê gelekî zêde bûye. Ji destpêka salê ve li zêdeyî 72 herêmên Amazonan ên Brezîlyayê şewatê rû da. Ev hejmar li gorî heman dema sala derbasbûyî bi rêjeya 83 ji sedî zêde bûye.

ŞEWATA LI BOLÎVYAYÊ JÎ BÛ SEDEMA TALANEKE MEZIN

Di nava 6 mehên destpêkê yên salê de 220 hezar hektar daristan li Brezîlyayê talan bûn. Bîlançoya şewata dawî ya li Brezîlyayê hîn nayê zanîn. Lê belê tê texmînkirin ku bi sed hezaran hektar qada daristanî talan bûye.

Lê belê ev şewat ne tenê li Brezîlyayê ye. Tenê li Bolîvyayê di hefteyên dawî de ji ber şewatê 600 hezar hektar qada daristanî şewitî. Şewat hîn bi temamî nehatiye vemirandin.

Li Paragûayê jî ku beşek ji daristanên Amazonê li wê deverê ye, tê gotin ku qadeke berfireh a daristanê şewitiye.

DINYA BI FIKAR E

Tevî gelên li Brezîlyayê dinya bi fikar e. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku ew ji ber şewatê bi fikar e û ragihand, ev yek zerarê dide têkoşîna li dijî guhertina avhewayê.

Guterres anî ziman ku pêwîstî bi parastineke hîn cidî ya daristanên Amazonê heye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî fikarên xwe yên der barê şewata li Amazonê anî ziman û diyar kir ku wê di civîna bilind a G7 de mijarê bixe rojevê. Macron got, "Mala me dişewite" û bi vî rengî bal kişand ser cidiyeta mijarê ji bo raya giştî ya dinyayê.

ÇIMA CEGERA DINYAYÊ YE

Daristanên Amazonê ku 5.5 milyon kîlometreçargoşe ne, yek ji pênc parên tevahiya parzemîna Emerîka Başûr e. Ji Daristanên Amazonê 60 ji sedî li Brezîlyayê ne. Nahêle karbondîoksît li atmosferê belav bibe ku û bi vî rengî dinyayê li hemberî germahiya global diparêze. Di heman demê de ji bo parastina çavkaniyên ava şîrîn gelekî girîng e.

Li gorî daneyên Fona Xwezayê ya Dinyayê (WWF), Amazon bi tena serê xwe ji 90 heta 140 milyar ton karbondîoksîtê asê dike û nahêle ku atmosferê belav bibe. Çemê Amazonê jî yek ji pênc parên tevahiya ava şîrîn-vexwarinê ya tevahiya dinyayê ye.

Li herêmên ku Daristanên Amazonê lê ne 34 milyon mirov hene. Ji wan 3 milyon ji 400 miletên xwecihî yên cuda ne.