Şengaliyan gotin: Azadiya Serok Apo azadiya hemû gelan e!

Nûner û xelkê Şengalê piştgirî dan banga KCK'ê ya ji bo pêngava li dijî tecrîdê dayî destpêkirin û diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê têbikoşin.

Konseya Rêveber a KCK’ê di 12’ê Îlonê de bi dirûşmeya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê pêngavek da destpêkirin. Her ku diçe piştgiriya ji bo pêngava KCK’ê ya li dijî dagirkeriyê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de nûnerên saziyan û xelkê Şengalê jî tevlî vê bangê bûn û bi daxuyanî û meşan diyar kirin ku wê di nav vê pêngavê de cih bigirin heta ku encam were girtin.

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Rîham Hiço, endamê rêveberiya navenda çand û hunera Şengalê Hesen Şengalî û welatiyê bi navê Qasim Xwedêda Sivok di derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

‘PÊNGAVEKÎ PÎROZE EM TEVLÎ Û PIŞTGIRÎ DIKIN’

Rîham Hiço bal kişand ser pêngava KCK’ê ragihandî û got: “Ev pêngava KCK'ê ragihandî, pêngaveke pîroz e. Armanca vê pêngavê azadkirina Rêber Apo û di serî de Kurdistan, rizgarkirina ji dagirkerî û mêtîngeriyê ya hemû çand û civakên li Rojhilata Navîn dijîn.

Em jî civaka Êzidî vê pêngavê pîrozî dibînin. Pêngaveke di dema xwe de ye. Lewre em jî piştgiriya xwe ya ji vê pêngavê re raber dikin û tevlî vê pêvajoyê dibin.”

‘JI BO CIVAKA ÊZIDÎ NEBIN XWEDÎ VÎN, ÊRÎŞ DIKIN’

Hico destnîşan kir ku dagirkerî hewl dide ku deskeftiyên gelan ku bi ked û berdêlên giranbiha hatî afirandin ji nav bibe û ji holê rake. Hico bi domdarî got: “Dixwaze vê faşîzm û qirkeriya xwe li tevahiya Kurdistanê, dîsa li ser Êzidiyan jî pêk bîne. Ji her alî ve ji bo civaka Êzidî nebin îrade, nebe xwedî mafê xwe yê çarenûsa xwe, xweseriya Şengalê neyê misogerkirin û civaka Êzidî dîsa weke berê di nav pençên qirkirinê de bimînin, êrîş tên kirin.

Ji bo ku em van hewldan û polîtîkayên dewleta Tirk û hemû dagirkeriyê vala derxin em tevlî vê pêngavê bûn. Çimkî êrîş yekpare ne û divê bi berxwedaneke tevahî bê valaderxistin. Lewre weke MXDŞ’ê pêngava ku KCK'ê ragihandî piştgirî dikin û tevlî dibin.

‘JI BO XURTKIRINA PÊNGAVÊ EM Ê MAL BI MAL BIGERIN’

Ji bo serkeftina vê pêngavê em aliyê wê yê rêxistinkirina gel jî digirin dest. Em ê ji bo vê mal bi mal, tax bi tax bigerin û rêxistin bikin. Bi vê şêwazê bi awayekî xurt û girseyî em ê vê pêngavê pêşwazî bikin û tevlî bibin.”

‘SIYASETA QIRÊJ A QIRKIRIN Û DAGIRKIRINÊ TÊ KIRIN’

Endamê Navenda Çand û Hunera Şengalê hunermend Hesen Şengalî jî bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û diyar kir ku wê bi çalak tevlî vê pêngavê bibin. Şengalî got: “Rojhilta Navîn ketiye pêvajoyeke qeyranî ku her diçe kûrtir dibe. Siyaseteke qirêj li ser Rojhilata Navîn tê meşandin. Herî zêde bandora vê pêvajoyê li ser herêma me û Kurdistanê çêdibe. Siyaseteke qirêj a dagirkerî û qirkirinê dimeşînin.”

‘XWEDÎDERKETINA LI VÊ PÊNGAVÊ NEPEJIRANDINA DAGIRKERÎ Û QIRKIRINÊ YE’

Şengalî banga xwedîderktinê li pêngava KCK’ê kir û wiha pêde çû: “Xwedîderketina li banga KCK'ê di heman demê de valaderxistina van hesap, plan û lîstokên qirêj e jî. Lewre em civaka Êzidî vê bangê ji bo xwe esas digirin û heta azadiya gel û Serok Apo em ê têbikoşin. Xwedîderketina li vê bangê nepejirandina dagirkerî û qirkeriyê ye. Lewre em ê bi çalakiyên cur bi cur bê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘JI FIKRÊN SEROK APO DITIRSIN’

Welatiyê Êzidî Qasim Xwedêda Sivokî jî bal kişand ser tecrîda girankirî ku 21 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û diyar kir ku ev zilm û zor binpêkirina maf û hiqûqê navneteweyî û mirovahiyê ye û wiha domand: “21 sal in li ser serok Apo zilm û zor û faşîzmeke bê mînak tê pêkanîn. Serokatî di nav çar dîwaran de tê ragirtin. Ew zordarî û faşîzma wan ji ber tirsa wan e, ji fikra Serok Apo ditirsin. Lewma dizanin ku dema fikra serokatî gihişt civaka êdî nikarin dagirkerî û qirkeriya xwe bidomînin û dîktatoriya xwe berdewam bikin.”

‘BÊDENG IN, JI BER KU HEVKAR IN’

Xwedêda Sivokî bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da û got: “Hêzên navneteweyî jî bi bêdengmayînê dibe hevparê van polîtîka û kiryarên qirêj. Bêdeng in çimkî ew jî hevpar û sûcdarê vî sûcê mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye. Em bang li hemû mirovahiya pêşverû û hiqûqê navneteweyî dikin ku li hemberî vê zilm û bêhiqûqiyê bibin xwedî helwest û kiryar û dawî li polîtîkayên qirker û dîktatoriya Tirk bînin.”