Şandeyeke Şengalê bi YNK û Goran re civiya

Şandeyek ji rêveberiya xweser a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiyê ku du roj in li Silêmaniyê ne, îro bi Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran re civiya.

Şandeya Şengalê ku pêk hatibû ji berpirsê rêxistina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî, berpirsê pêywendiyan ê PADÊ û Hewserokê Desteya Rêveber a Encûmena Şengalê Qasim Xelef, ev du roj in li bajarê Silêmaniyê ne. Îro bi YNK û Tevgera Goran re civiya.

Destpêkê şande ji aliyê Berpirsê Pêywendiyên Kurdistanî ya YNK’ê Serhed Xelîfe û Buroya Pêywendiyên YNK ve hate pêşwazîkirin. Piştre heman şandeyê serdana Tevgera Goran kir û ji aliyê Berpirsê Odeya Siyasî ya Tevgera Goran Bextiyar Omer ve li navenda sereke ya Tevgera Goran hate pêşwazîkirin û civiyan.

Di derbarê armanca hatina şandeyê û civînên ku bi aliyên siyasî re pêk tînin de endamê şandeyê Hisên Hecî got: “Armanca me ya bi aliyên siyasî re ew e ku em wek hêzên Kurdî di derbarê Şengalê û pêşîgirtina wan planên ku ji aliyê dewletên dagirker li hemberî gelê Şengalê bi rêve diçe bigihîjin têgihîştineke hevbeş. Her wiha me ji aliyên siyasî xwestiye ku piştgiriya rêveberiya xweser a Şengalê bikin.”

Hecî bal kêşand ser hevdîtinan û da zanîn ku civînên wan erênî bûne û ew ê hevdîtinên xwe yên bi aliyên siyasî û rêxistinên mafê mirovan bidomînin.