Îba: Em ê dîrokê binivîsînin

Yûsûf Îba ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 36 roj in li Torontoyê di greva birçîbûnê ye. Îba got, "Em ê dîrokê binivîsînin."

Ciwanê Kurd Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê ye, bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî axivî û got, "Em ê rê nedin komployan, bi berxwedanê em ê pêşî li wan bigirin."

Îba diyar kir, greva birçîbûnê ya Hevsreoka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê li dijî tecrîdê dest pê kir, di demeke kin de kete rojeva cîhanê.

Ciwanekî Kurd ê bin avê Yûsûf Îba, li bajarê Toronto yê Kanadayê 36 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Îba, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî bi biryar e ku çalakiyê bidomîne.

Îba ji bo çalakiyên li dijî komploya navneteweyî tên lidarxistin, bang kir ku li her deverê Kurdistanî dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Îba wiha dewam kir: "Ez grevên birçîbûnê yên vê demê gelekî watedar û girîng dibînim. Ji ber ku ev hewldan hewldana bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e. Bi hevala Leyla re dest pê dike, piştre Nasir Yazig û me hewl dan bidomînin."

Îba diyar kir, tecrîda mutleq a li ser Ocalan bi rêya vê tecrîdê dikare ji holê were rakirin û got, "Di şexsê rêberê gelekî de ew gel bi temamî hatiye tecrîdkirin. Di rewşeke wiha de gelê me ancax bi berxwedana topyekûn dikare bersivê bide."

Îba bi dewamî got, "Em ê ji bo şermrezarkirina komploya 15'ê Sibatê dakevin qadan. Ez ê sibe pankarta bi nivîsa 'azadî ji Ocalan re' hildim û 5-6 saetan meşa dirêj pêk bînim. Piştî meşê ez ê li  Yonge Vebloorê xwe bigihînim nava gel û em ê bi hev re tecrîdê û komployê şermezar bikin. Em ê bibin ji wan kesan ku dîroka xwe bi xwe dinivîsîne."