Êrişa li HDPʼê li her Kurdî ye

Divê dewleta Tirk mîna dewleta serkêşa dijminatiya Kurdan bê dîtin. Her kesê dibêje ez Kurd im, ez azadiyê dixwazim, divê li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û li dijî polîtîkayên qirkirinê tev, bibe xwedî helwest û dengê xwe derxe.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî Kurdan êrişek bi armanca qirkirinê heye. Ji bilî qirkirina fizîkî qirkirina di warê çandî de li ti devera cîhanê di vê astê de pêk nayê. Yên bi Kurdî distirên û diaxivin tên kuştin û lînçkirin; melayê 80'î salî yê mewlûda Kurdî xwend avêtin zindanê û hiştin bimire ango kuştin. Ev êriş û pêkanîn nîşan didin ka qirkirina çandî di çi astê de ye.

Li dijî van êrişên qirkirinê yên zêde û berfireh, bi dehan sal in di serî de serhildanên gel û berxwedana gerîla, têkoşîneke mezin pêk tê. Di nava dehan salan de bi qasî berxwedanên dîroka Kurdistanê hemûyî berxwedan bênavber û domdar pêk tê. Dewleta Tirk ya dixwaze qirkirina Kurdan bigehîne serî û temam bike, ji bo rê li vê berxwedanê bigire û bifetisîne, her cure rêbazên dij-mirovî û qirêj pêk tîne. Di dîroka cîhanê de welatên bi qasî dewleta Tirk her rêbaza dij-mirovî, nîzama zilm û zorê bi kar anî pir kêm in.

Ji bo têkbirina berxwedanê û qirkirina Kurdan, dewleta Tirk herî zêde bi rêya siyasî dixwaze Kurdan qir bike. Salên dawî qirkirina siyasî di astek wisa de pêk tîne, di cîhanê de nimûneya wê tineye. Li Tirkiyê li gorî nufûsa xwe, gelê herî zêde tê destgîrkirin û girtin Kurd in. Di vê mijarê de Kurd dikarin bikevin pirtûka rekoran a Gînesê. Hema bêje malbata ku ji ber sedemên siyasî kesek jê nehatî girtin nema ye. Ji ber ku îro li Tirkiyê her kesê xwedî li Kurdbûna xwe derdikeve û dibêje ez Kurd im, sûcdar tê dîtin. Roja dewleta Tirk bawer bike êdî berxwedana gelê Kurd têk biriye, dê wê rojê Kurdbûnê jî têxe rewşa sûcdariyê. Yanî dê Kurdbûnê jî bixe lîsteya sûcan... Li Tirkiyê hişmendî û têgihiştineke wisa ya dijminê Kurdan û avahiyek wisa ya dewletê heye.

Dewleta Tirk a înkarker û qirker ji bo di qirkirinê de bigihîje encamê, ew çend êriş dike û kesan digire dixe nezaretxaneyan û zindanan. Bi vî rengî naxwazin ew vîn û îradeya li pêşiya qirkirinê bibe bend û asteng, li holê bimîne. Ji bo qirkirina çandî û fîzîkî encamê bigire, qirkirina siyasî tê kirin. Ji vî alî de em dibêjin, li Tirkiyê dewletek qirker heye. Ti kes, ti Kurd nikare bêje ev dewlet ne qirker e û nikare çavên xwe li vê heqîqetê bigire.

Qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê, li dijî Kurdan hemûyan e. Ev qirkirina siyasî yekser qirkirina çandî ye. Bi vî awayî dixwazin wê qirkirina fîzîkî ya belavî demê kirin e, pêk bînin û bigehînin serî. Qirkirina siyasî ya li dijî HDP hem li dijî hêzên demokrasiyê ye, hem jî li dijî Kurdan e. Qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê ketiye nava hev.

Em bala xwe bidinê, qirkirina li dijî HDPê û dijminatiya li Tirkiyê li dijî Kurdan heyî, ne tenê li dijî HDP'ê û Kurdên Bakurê Kurdistanê ye. Kurdê li Wanê ji Helîkopterê hatî avêtin, ne tenê Kurdê Bakurê Kurdistanê ye. Di heman demê de zilm û dijminatiya li dijî Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Kurdek, an hêzeke siyasî ya Kurd çavên xwe li van êrişan bigire û nebîne ku ev êriş li dijî Kurdan gişan pêk tê, wê demê ji ber sebebên cuda an çavên wan kor bûye, an jî naxwazin rastiyê bibînin. Xefleteke dîrokî ye ku ev êriş tenê li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê bên dîtin. Ev nedîtina rastiya dewleta Tirk e. Yên wisa, tênagehin dê rojekê dor bigehe wan. Jixwe qirra Kurdên li beşê herî mezin ê Kurdistanê, qirra Kurdan hemûyan e. Ti Kurdek nikare li hemberî vê qirkirinê bêdeng bimîne. Li hemberî qirkirinê bêdengî, tê wê maneyê qirkirinê mîna çarenûs û qederê qebûl dike. Bêdengiya li hemberî qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û polîtîkayên qirkirinê hemû, bê hişî û nezanîna neteweyî ye.

Piştî ku Kurdistan kirin çar parçe û sînor xêz kirin, di nava Kurdan de hest û hizir jî perçe bûn. Wê demê Kurd ji hest û hizra neteweyî veqetiyan. An jî li hemberî vê zilma ewqas giran ya li Bakurê Kurdistanê hin partî û derdorên Kurd wisa bêdeng nediman. Kurt û kurmancî, yên li dijî êrişên li Bakurê Kurdistanê bêdeng in, an hest û hizra wan ya neteweyî tineye, an jî pir zeyîf bûye.

Li aliyekî li dijî beşekî mezin ê milletekî ewqas zilm lê tê kirin, li aliyê din beşek ji eynî milletî bêdeng e. Gelo di cîhanê de ev bêdengî wê çawa bê nirxandin? Pîvanek wiha jî nîşan dide, ka bêdengiya hinek derdoran a li dijî van êrişan tê çi wateyê.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yekane sebeba êrişa li dijî siyasetvanên demokratîk ew e, azadiya Kurdan diparêzin, dixwazin meseleya Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Ji ber azadiya gelê Kurd dixwazin, bedel didin. Salên 1990'î dewleta Tirk ya qirker, bi 17 hezar cînayetên siyasî xwest bigehe armanca xwe. Di bin desthilata AKP'ê de polîs û leşkeran bi sedan siyasetmdar qetil kirin. Lê mîna berê ew rewşa siyasî tine ye, her roj siyasetmedaran bikujin; niha jî bi hezaran destgîr dikin û davêjin zindanan. Jixwe beriya salan AKP'yiyekî gotibû; em nakujin, tenê digirin, şikir bikin ji vê re.

Ha, divê Kurdên çar beşên Kurdistanê û derveyî welat, êrişa li dijî HDP û hêzên siyasî li Bakurê Kurdistanê mîna êrişek li dijî xwe bibînin û li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan bidin. Dema êrişek li dijî wan pêk hat ku dixwazin Kurd hemû xwedî li wan derkevin, wê demê divê Kurd hemû li ber êrişa li ser HDP'ê rabin. Hêzên Kurd yên siyasî ku li dijî êrişa li ser HDP'ê ranabin û reaksyon nîşan nadin, li dijî qirkirina Kurdan jî wê bêdeng bimînin. Divê dewleta Tirk mîna dewleta serkêşa dijminatiya Kurdan bê dîtin. Her kesê dibêje ez Kurd im, ez azadiyê dixwazim, divê li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û li dijî polîtîkayên qirkirinê tev, bibe xwedî helwest û dengê xwe derxe. Divê vê helwesta xwe li qadan nîşan bidin û dengê li dijî qirkirinê bilind bikin.

Bi hêviya ku dema dijminên Kurdan êrişî hêzek Kurd ya siyasî kir, her hêza Kurd ya siyasî û gelê Kurd li ber wê êrişê rabe...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA