60 çete li Hecînê xwe radestî  QSD’ê kirin

Li rojhilatê bajarokê Hecînê piranî çeteyên biyanî 60 çete xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ dewam dike. Şervanên QSD’ê yên roj bi roş bi pêş ve diçin, her rojê bi hezaran sivîlan ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke leşkerî hate girtin; li rojhilatê bajarokê Hecînê piranî biyarnî 60 çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî QSD’ê kirin. Hate ragihandin ku di nava çeteyên xwe radestkirine de, çeteyên ji welatiyên Fransa, Îngîltere, Hindistan û Pakistanê hene.

Çavkaniyê anî ziman ku radestbûna çeteyan piştî ku derbên giran şervanên QSD’ê li DAÎŞ’ê xistiye û şûnde pêk hatiye.  Her wiha hate ragihandin ku bi hezaran sivîlên ku çeteyên DAÎŞ’ê ku wan weke mertalên zindî jî bikar daîn jî rizgar kirine.