4 perçeyan ji Lozanê bang kirin: Êdî yekîtiya me ava bikin!

Gava yekemîn a meşa yekîtiya netewî ya Kurd li Lozan-Cenevreyê bi dawî bû. Beşdarên meşê bang li pertiyên Kurdan kirin ku ji bo çêkirina yekîtiya netewî bikevin tevgerê û peyama: “Ji bo ku sedsalekî din wenda nekin divê em yekgirtî bin.”

Bi tevlîbûna bi sedan kesî ji her 4 perçeyên Kurdistanê ku di nava wan de siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, sazî û nûnerên partiyên siyasî yên tên naskirin jî hene, meşa yekîtiya netewî ya ji bajarê Lozanê a Swîsreyê heta bi Cenevreyê hat destpêkirin. Gava yekemîn a vê meşê temam bû. Beşdarên meşê ku di tevahiya rojê de bal kêşandin ser wê yekê ku divê bêyî ku dem derbas bibe yekîtiya netewî pêk were û têkildarê wê mijarê bang li partiyên Kurd kirin ku berpirstiyê bigirin ser milên xwe.

Gava yekemîn a meşa du rojî li ber avahiya ku peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin ya li Place de Rîponneyê ye destpê kir û li bajarê Renensê bi dawî bû. Di meşê de bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî yekîtiya gelê Kurd” û “Li dijî dagirkeriyê, Rojava biparêze” hate berzkirin. Piştî ku gava yekemîn a meşê bidawî bû çend kes ji beşdarên meşê li ser wate û girîngiya meşê axivîn.

XELÎL XEMGÎN: GELÊ KURD YEKÎTIYÊ DIXWAZE

Hunermend Xelîl Xemgîn ji bo avakirina yekîtiya netewî ya Kurdan bang li partiyên Kurdan kir. Xemgîn got: “Li hemberî îsyanên zarokên Kurd yên li Rojava , lorînên malbatên wan divê bêjin ku êdî bes e û yekîtiya xwe ava bikin. Eger ku di wê pêvajoyê de hûn nebin yek, hûnê nekaribin yekîtiya Kurdan jî ava bikin.

Êdî em nikarin stranan bêjin, ger li hemberî êşên ku tên kêşandin wisa biçe em ê êdî nekaribin kesekê/î ku stran bêje peyda bikin. Tenên em ê dengê lorînên dayîkan yê dema zarokên xwe diveşêre bibihîsin. Eger ku hûn wê tifaq û yekîtiyê ava nekin hûnê bikevin rewşa şirîkê komkujiyên ku li Rojava tên kirin.

Em weke gel û hunermendên Kurd li her gund û bajarê û li ber her deriyê em bêne gel hev û tifaqa xwe çêbikin. Em ji bo ku partiyên siyasî yekîtiyê ava bikin wana bixin tevgerê. Eger dijminên me hev û dû bikujin jî lê wexta mijar dibe Kurd hemû dibin yek. Em çima yekîtiya xwe ava nakin, em ji ber wê ji we rîca dikin. Êdî qêrînên zarokan û hewara dayikan bibihîsin. Êdî roja namûsê ye, roj r oja wê ye. Eger em yekêtiya xwe ava nekin em ê wê 100 salên din jî wenda bikin. Yekane merhem ji bo îsyanên zarokên hatin qetilkirin û êşa dayikên ku hewar dikin, avakirina yekîtiya netewî ye.”

ADIL: EM BOYKOTKIRINA TIRKAN BELAVÊ HER DERÊ BIKIN

Piştî Xelîl Xemgîn, welatiyê Başûrê Kurdistanê Kardo Adil jî xebatên boykotkirina dewleta Tirk bibîr xist û bang li her kesî kir da ku tevlî vê pêngavê bibin. Adil diyar kir ku li dijî dewleta Tirk xebatên boykotê ya li Başûrê Kurdistanê birêvediçe pir girîngin, divê ew pêngave derbasî her 4 perçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî bê kirin. Adil destnîşan kir ku divê li hemberî berpirsiyartiya yekîtiya netewî ti partî xwe bi paş ve nede û got: “Ya gelê Kurd ji komkujî û dagirkeriyê rizgar bike, yekîtiya netewî ye.”

ÎGREK: DIVÊ LI DIJÎ KOMKUJIYAN EM YEKGIRTÎ BIN

Hevserokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fîkret Îgrek jî axivî û got: “Li dijî gelê Kurd siyasetên qirkirin û komkujiyê bi awayekî pir tund didome, rêya bingehîn a ku bikarin li dijî wê yekê rawestin, avakirina yekîtiya netewî ye. Kes nikare xwe ji wê erkê dûr bixe.”

Piştî axavtinan beşdarên meşê derbasî salona pêşangehê ya Renensê bûn. Li salonê jî piştî ku panelek derbarê yekîtiya netewî bi tevlîbûna beşdarên meşê pêk bê, wê bi tevlîbûna hunermendan jî konser werin dayîn.