14ʼê Tîrmehê ruhê serketinê ye

Bi berxwedana bi ruhê 14’ê Tîrmehê faşîstên qirker yên Tirk dê têk biçin; yên ku ‘bi qasî di ber de can bidin ji jiyanê hez dikin’ dê bi serkevin. Bi hêviya her zorî û zehmetî ji bo têkoşîna azadiyê bibe sebeb û hêceta serketinê…

Îro 38. salvegera berxwedana dîrokî, çalakiya rojiya mirinê ya li zindana Diyarbekirê, ya jimar 5 e. Kadroyên pêşeng yên PKK’ê 14’ê Tîrmeha 1982’an di dîroka Kurdistanê de qonaxek nû dan destpêkirin. Piştî 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurdistanê zilm û zorî bo hêceta tekoşînê. Xurtkirin û pêşxistina têkoşînê di nava zorî û bêderfetiyan de bû diyalektîk û şêwazê serkeftinê. Vê jî îspat kir ku li Kurdistanê ne yên li rêyên hêsanî digerin, lê yên li dijî zor û zehmetiyan têdikoşin dê serfiraz û serkeftî bin. 14’ê Tîrmehê îspat kir ku rastiyek wisa ya dîrokî, civakî û rojane heye. Têkoşîn û serkeftina di nava şertên zor de bû şêwaz û reng da şoreşa Kudistanê. Rastiya têkoşînek azadiyê ya wisa derket holê; yên mifteya serkeftinê têkoşîna li dijî zorî û zehmetiyan dibînin, dikarin qezenc bikin. Ji ber şoreşa Kurdistanê di şertên gelek zor û zehmet de, di nava zilm û zorek giran de pêk tê. Bi salaye tevgera azadiya Kurd bi vî ruhî di şertên wisa giran û zor de li ser piyan dimîne. Rêber Apo ji ber wê gotiye, roja ku ji min re hêsan û rihet dibore, ez wê rojê naxwazim.

14’ê Tîrmeha 1982’an baweriya bi pêkhatina berxwedanê pir lawaz e. Jixwe dijmin bawer nake dê berxwedan çêbe, îhtîmalek wisa jî nade. Piraniya girtiyan jî difikirin ku derfet û şertên berxwedanê tine ye. Destpêkirina berxwedanê bi tenê jî wêrekî û vîneke mezin dixwaze. Jixwe şertên girtîgehê giran in. Di van şertan de binketina berxwedanê dê têkçûn û hilweşîneke mezintir bi xwe re bîne. Ji dinyaya derve ti agahî nayên wergirtin. Tenê bi Rêber Apo ku jê re dibêjin heval û hevalên ji partiyê bawer dikin. Bêyî ku ti peywendî û agahî hebe, bawer dikin dê tekoşîna PKK xurt bikin û pêşde bibin. Çavkaniya herî mezin ya hêz û quweta wan jî ev bawerî ye. Çavkaniya vê baweriyê jî îdeolojî, rêxistin û tekoşîna wan e. Ew şoreşgerên pêşeng di nava wê ferasetê de pijiyane û kamil bûne. Careke din îspat dibe hêza îdeolojiyan ji her hêzê mezintir û serwertir e. 14’ê Tîrmehê Xeyrî Durmuş bi çalakiyê dest pê dike. Bi gotina ‘Em bi ser ketin, em bi ser ketin’ çalakiyê ji hevalên xwe re radigihîne.

Ne mumkun e ku têkoşîna kesên ‘bi qasî di oxira wê de can bidin ji jiyanê hez dikin’, bi bin keve. ‘Bi qasî ku di ber de can bidin ji jiyanê hezkirin’ hêza herî mezin a zafera dîrokî ye. Ew kesên canê xwe didin, tevî wê jî dibêjin li ser kêla gora min binivîsin ‘Deyîndarê gelê xwe ye’, ma mumkun e ku binkevin û têkbiçin? Ji ber vê şoreşgerên Kurdistanê hema kengê çalakî dest pê dike, hingê serkeftinê eşkere dikin. Ji ber ku wan di berxwedana xwe de, têkoşîna hebûna gelekî dîtine. Binkeftin dê di şexsê girtîgehan de hêviya gelê Kurd têxe bin betonê. Ji ber vê sebebê di berxwedana xwe de ji sedî yek tenê jî îhtîmala binkeftinê nehiştine. Ev berxwedan gihaye serkeftinê, têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd mîsoger bûye. Ne tenê ew serkeftî û serfiraz bûn, wan hişt ku şêwazê serkeftina şoreşa Kurdistanê diyar bibe. Yanî bi şêwazê berxwedana li hemberî şertên zor afirandin, hiştin ku şoreşa azadiya gelê Kurd jî bi vî rengî serkeftî bimeşe. Em gelek tiştan deyîndarên wan in.

14’ê Tîrmehê roja me ya rûmetê ye. Wan hişt ku Kurd hemû bibin xwedî rûmet. Ew gelê ku xwedî zarokên wiha ye, xwediyê berxwedêrên wiha ye, elbet dê serfiraz û bi rûmet be. Ewan tenê nûnertiya rûmeta Kurdan nekir, her wiha hiştin ku Kurd hemû bibin xwediyê rûmetê.

14’ê Tîrmehê di şertên herî zor de rê nîşanî Kurdan da. Zorî û zehmetî çi dibin bila bibin, dê bi ruh û şêwazê 14’ê Tîrmehê bên derbaskirin. Ti zorî tineye ku bi şêwaz û ruhê 14’ê Tîrmehê nebore. Mifteya derbaskirina zoriyan ew şêwazê şoreşa Kurdistanê ye ku bi berxwedana 14’ê Tîrmehê xwe daye der. Ya girîng ew e şêwazê şoreşa Kurdistanê were dîtin; ev şêwaz hatiye dîtin û ketiye destê Kurdan hemûyan.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi ruh û şêwazê 14’ê Tîrmehê dest pê kir. Bi wî ruhî dehan salî bend û zorî derbas kir û hat van rojan. Gelê Rojavayê Kurdistanê jî dibêje ya ku şoreşa Rojava afirand ruh û şêwazê 14’ê Tîrmehê bû. Heta girêdayî ruhê 14’ê Tîrmehê be, êriş çi dibin bila bibin, dê şoreşa Rojava wan bide aliyekî û bi serkeve. Îro li Heftenînê jî ya ku destanên lehengiyê diafirîne, ruh û berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.

Îro jî dagirkeriya Tirk a qirker, wekî salên 1980’an êrişên kokqelandinê pêk tîne. Mîna Kenan Evren û Tansu Çîllerê dibêjin em ê Kurdan tine bikin. Ji ber vê li dijî gelê Kurd û tekoşîna azadiyê êrişên giran pêk tînin. Yanî têkoşîna azadiya gelê Kurd dîsa di rojên teng re derbas dibe. Vaye tam di vê demê de pêdivî bi ruhê 14’ê Tîrmehê heye. Divê şertên zor û tengavî ji bo têkoşînê bibin hêcet, bibin sebeb. Zorî çi dibin bila bibin, divê li her derê îradeya berxwedan û serkeftinê xwe nîşan bide. Roj ew roje, Kurd bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin û dijmin bi bin bixin. Heke berxwedan û têkoşîn bi ruh û rengê 14’ê Tîrmehê be, zorî tenê dibin sebeb ku serkeftin mezintir û xweşiktir bibe.

Ji vî alî ve ev roj ew roj e ku ruh û rengê 14’ê Tîrmehê were fêmkirin û bi wî ruhî berxwedan were xurtkirin.

Bi berxwedana bi ruhê 14’ê Tîrmehê faşîstên qirker yên Tirk dê têk biçin; yên ku ‘bi qasî di ber de can bidin ji jiyanê hez dikin’ dê bi serkevin. Bi hêviya her zorî û zehmetî ji bo têkoşîna azadiyê bibe sebeb û hêceta serketinê…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA