'Zînî Wertê warê Kurdan e, çi karê dewleta Tirk lê nîne'

"Divê Hikumeta Başurê Kurdistanê hesasiyeta Kurdan ber çavan bigre. Ti civak, ti partiyên siyasi, ti welatparêz ji bûyera Zînê Wertê ne razî ye. Ez bawerim ti Kurd û ti bawermend û oldar, dagirkeriya artêşa Tirk a li ser axa Başurê Kurdistanê qebûl nake."

Di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk dixwaze bi Zînî Wertê qada dagirkeriya xwe li Başûr berfireh bike, gerîlayê HPG'ê Çekdar Germiyanî axivî û got, ''Zînî Wertê warê Kurdan e. Çi karê artêşa Tirk li Zînî Wertê heye?''

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Germiyanî bal kişande ser berxwedana gerîlayên PKK’ê û got,‘‘Bûyera Zînê Wertê ne tiştekî jirêzê ye. Heke helwesta Kurdan yek be, dewleta Tirk bi leşkerên xwe û bi tangên xwe û bi artêşa xwe ve wê nekare bikeve axa Başurê Kurdistanê. Wê Ciwanên Kurdan jî ji bo sixuriyê, ji bo pereyan neyên bi kar anîn. Ev hişmendiya qirker dixwaze bihost bi bihost xwe li her deverê Kurdistanê xwe serwer bike. Divê destur neyê dayîn. Heke gerîla nebe, ti destkeftiyên Kurdan wê neyê parastin. Gerîla di her wextê de û ji bo çar parçeyên Kurdistanê xwe kiriye mertal. Lîstikên li ser Başûrê Kurdistanê û li hember hêzên heremê yên dagirkeriya dewleta Tirk tê zanîn. Berxwedan û hevgirtina Kurdan lazim e. Hêza gerîla û berxwedana gerîla ji bo Kurdistanê ye. Netewa Kurd û civaka Kurd jî bi vê serbilind in. Ji Kurdan re yek tişt pêwîst dike, hevgirtin û parastina destkeftiyan e’

'ZÎNÎ WERTÊ CIHÊ KURDAN E'

Prensîbên Kurdan heye. Divê Hikumeta Başurê Kurdistanê hesasîyetê Kurdan ber çavan bigre. Ti civak, ti partiyên siyasi, ti welatparêz, ji bûyera Zînê Wertê ne razî ye. Ez bawerim ti Kurd û ti bawermend û oldar, dagirkeriya artêşa Tirk ya li ser axa Başurê Kurdistanê qebûl nake.

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Germiyan ku di sala 1987’an li herema Germiyan ji dayik bûye, di dawiya axaftina xwe de wiha got: ‘Her ciwanekî Kurd dikare di nav refên tevgera PKK’ê de cihê xwe bigre. Ji bo destekftiyên Kurdan yê dîrokî neyên wenda kirin. Erka her mirovekî Kurd e ku têkoşina xwe geş bike. Ji bo axa Başurê Kurdistanê nekeve ber lingan, çi ji destê wê were divê bike. Berxwedana gerîla li hember her cure faşizmê jî biwate ye. Di her merheleyê de gerîlayên PKK’ê li hember êrîş û gefan li ber xwe dane. Ev berxwedana gerîlayan, li Şengal, li Kerkûk û li her bajarekî ku Kurd parastina welatê xwe dike, di sengeran de jî şerê DAÎŞ'ê kiriye. Niha tişta mirov biwate nabîne ew e ku divê ji dagirkeran re derî neyê vekirin. Mesela çi karê artêşa Tirk, MÎT'a Tirk, li Zînê Wertê heye. Zînê Wertê jî cih û warê Kurdan e.’’