Zarokên Efrînê gul li cihê hevalên xwe danîn

Zarokên Efrînê yên ku koçberî Til Rifatê bûne, li dibistanê gul danîn şûna hevalên xwe yên Şehîd.

Zarokên Efrînê yên koçberî navçeya Til Rifatê bûne îro li dibistana navçeya Til Rifatê kom bûn hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn. Zarokan wêneyên hevalên xwe û gul û çîçek danîn cihên hevalên xwe yên ku bi êrîşên dagirkeriya Tirk li Til Rifatê şehîd bûbûn.

Mamosteyê dibistanê Evdil Hemîd axivî û got; '‘Em êrîşên dewleta Tirk ya li ser gelê me şermezar dikin û ser saxiyê ji malbetên şehîdan re dixwazin. Dijmin dibistanan topbaran dike. Ev heftiyek e her tim derdorê dibistanê dike hedefa xwe. Her roj li dibistanê tije zarok bûn û tim bi kêf û şahî bûn. Dijmin xwest vê şahiya li ser rûyê zarokan bikuje.''

Piştî axaftina mamosteyê dibistanê, zarokan weneyên hevalên xwe yên şehîd û gul danîn cihê hevalên xwe.

Zarokan bi dirûşmeyan got,''Şehîd namirin, ey şehîd pênûsa we wê li erdê nemîne.''