Zarokekî Êzidî qala hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê kir

Yek ji wan zarokên di destê çeteyên DAÎŞ'ê bû, Mervan Salih ê 13 salî ye. Mervan di 9 saliya xwe de dîl kete destê DAÎŞ'ê. Mervan diyar dike ku wî ew hovîtî qet ji bîr nekiriye.

Hovîtiya DAÎŞ'ê dema ku nû dest pê kir, ji bo mirovayetiyê bû gefeke mezin. DAÎŞ li Rojhilata Navîn û li her dera cîhanê mîlîtanên xwe heye û ev jî diyar dike ku DAÎŞ rêxistineke terorê ya cîhanê ye.

Şerê li dijî DAÎŞ'ê herî zêde li Rojhilata Navîn û li Iraq û Sûriyeyê pêk hat. Gel, bîr û baweriyên li ser vê axê bûn hedefa hovîtiya DAÎŞ'ê. Herî zêde jî 3'ê Tebaxa 2014'an li dijî Şengal û civaka Êzidî êrîş hatin kirin.

Ligel ku di ser re gelek sal derbas bûne civaka Êzidî ew roj ji bîr nekiriye. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jinên Êzidî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de bûn hêsîr û dîl. Bi sedan jinên Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Di nav van jin û zarokan de yên ku hatin rizgarkirin, zarokên êsîr û dîl jî hebûn.

Yek ji wan zarokan jî Mervan Salih e, ku 13 salî ye. Mervan di 9 saliya xwe de dîl kete destê DAÎŞ'ê. Mervan ew hovîtî qet ji bîr nekiriye û bi van gotinan qala wan rojan dike.

"Dema ku êrîş hatin kirin, ji bo ku em xwe bigihînin Çiyayê Şengalê em ji gundê Solaxê derketin. Ez, bavê min, diya min û birayekî min em ji gund derketin. Xwişk û birayên min ên din reviyan, wan xwe rizgar kirin. Ji nişka ve erebeyek li pêşiya me sekinî ya ku Doçka li ser wê hebû. Ji me re gotin, hûn kî ne. Dema ku fêhm kirin em Êzidî ne, em hemû girtin û em xistin erebeyan. Zilam veqetandin û ew birin cihekî din. Ez, diya min û birayê min, em birin cihekî din. Em hemû birin Tileferê û li dibistanan kom kirin. Piştre em birin Girtîgeha Badûşê. Hejmara me gelekî zêde bû û zilam di nav me de tune bûn. Li ba jin, keç û zarok hebûn. Piştre ez birim Sûriyeyê û gotin em ê jinan jî bizewicînin.

Dema ku em birin Tileferê, diya min xwe ji nav destê wan rizgar kir. Birayê min ê mezin got, diya min xwe rizgar kiriye. Min nedizanî ew ê diya min bireve. Me nedizanî ji bo çi û me dibin ku derê. Ji ber ku em ji wan ditirsiyan me nedikarî em tiştekî ji wan bipirsin. Her dem li me didan."

DAÎŞ'ê zarokên dîl perwerde dikir û hewl dida wan bike şervanên xwe. Metoda wan a hov li ser medyayê bi vîdeoyan ji xwe dihatin nîşandan. Mervan Salih bi vî awayî qala wan rojan dike;

"Xwendina Quranê û kirina nimêjê hînî me dikirin. Bikaranîna çekê hînî me kirin. Zarokên 7, 8 salî jî hebûn. Li wir 3 dibistan hebûn. Pismamê min û hin hevalên wî jî li wê derê bûn. Ji me re çi bigotina, me ew tişt dikir. Li pêş çavê me serê çend kesan jê kirin. Ji qazî ev tişt dikirin. Ji bo ku em hîn bibin li pêş çavê me ev tişt dikirin. Yên ku ev dikirin mezin û bi rih bûn. Em gelekî ditirsiyan, lê me nedikarî em dengê xwe bikin. Ji neçarî me temaşe dikir. Me tiştek nedipirsî. Lê rûyê perwerdekaran girtî bû. Em birin şer. Lê nizanim ew der ku der bû. Di şer de ez birîndar bûm. Me li pêşiya DAÎŞ'ê şer dikir. Dema ku ez birîndar bûm, ez birim nexweşxaneyê. Piştî perwerdehiya 2 mehan û şer, li bazara koleyan ez firotim. Me nedizanî em bi çiqasî firotine. Em dixistin erebeyan û em difirotin. Pişta xwe didan me û pereyên xwe dijmartin. Ji ber vê jî me nedizanî, em bi çiqasî firotine.

Yê ku ez kirîbûm, min hemû karên wî dikir. Ji wî re çi lazim bûya, min dianî. Ez çiqasî li ba wî mam, ez nizanim. Piştre ez firotim yekî din. Hemû karên xwe bi min dikirin. Ez firotim 11 kesan. Min ji wan re çayê çêdikir û min erd paqij dikir. Vîdeoyên serjêkirina kesan nîşanî min didan. Li mala wan jî kamera hebû, min dizanî ku baweriyê bi me naynîn. Ez tena serê xwe li odeyê dimam. Dema ku karê wan hebû, bangî min dikirin."

Mervan ê ku di sala 2018'an de azad bû, dema ku qala wan rojan dikir, wekî ku ev hovîtî dîsa lê hatibe kirin bi bişirîna xwe bextewariya azadbûnê dida der. 

Mervan dibêje, "Piştî ku ez ji nav destê çeteyan reviyam, ez li eraziyê mam. Piştre endamekî YPG'ê ez dîtim û hat ji min re got, 'tu kî yî'. Min got, 'ez Êzidî me û ji nav destê DAÎŞ'ê reviyame'. Wan ez hildam ba xwe û pêdiviyên min bi cih anîn, kinc dan min. Piştî ku ez 5 rojan li ba wan mam, ez gihandim cihekî ewle. Dema ku min xwe gihand ba şervanên YPG'ê, li malbata min geriyan û gotin, 'em ê te bigihînin malbata te'. Bi saya wan, min xwe gihand malbata xwe."