Zarokek bi saxî ji nav kavilan hate derxistin

Li Xarpêtê bi pîleya 6,8 erdhej çêbûbû. Di xebatê rizgarkirinê de zarokekî 12 salî bi saxî ji nav kavilan hate derxistin.

Piştî erdheja bi pîleya 6,8 a Xarpêtê xebatên rizgarkirinê didome.  Piştî erdhejê 5 saetan zarokekî 12 salî bi saxî ji nav kavilan hate derxistin.

Li Doganyola Meletîyê jî 5 kes mirin û xebatên lêgerîna di nav kavilan de bi dawî bû. Li vê derê malên kerpîç zêde bûn û derz li bi sedan malan ket.

Li Taxa Gokçeyê jî gelek birîndar hene û hin mal hilweşîyan. Kesên di bin kavilan de man, hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku ji rayedaran hatine wergirtin li navçeyê di bin kavilan de tu kes nemane.