Zanîngeha Silêmaniyeyê bi wêneyên Ocalan xemilî

Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên Ocalan li fakulteyan hemûyan û qada zanîngehê daliqandin.

Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên Ocalan daliqandin.

Xwendekaran li nava zanîngehê, li fakulteyan hemûyan, li cafeterya ya navendî û li pêşiya holê wêneyên Ocalan daliqandin.

Xwendekaran diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û heta bidawîbûna tecrîdê wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li ser wêneyên Ocalan her wiha nivîsa "Na ji tecrîdê re, bimire bêdengî" hate nivîsandin.