YPS’ê du fabrîkeyên faşîstan û gelek kargeh îmha kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Devran a YPS’ê li dijî faşîstan li sê bajaran çalakî li dar xist. YPS’ê got: “Li hemû bajarên Tirkiyeyê em ê çalakiyan li dar bixin.”

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Devran a YPS’ê li Amed, Denîzlî û Osmaniyeyê li dijî alîgirên AKP û MHP’ê çalakî li dar xistin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Devran Soro hatin lidarxistin ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de şehîd bûbû.

Agahiyê li ser çalakiyan wisa ye:

“Di 23’ê Gulanê de bi şev saet di 03.00’an de li Gazîlera Peyasê ya Amedê li dijî wesayîta polîsekî sivîl ê kujerê Kurdan e, çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayîta polîsê sivîl ji binî ve hate îmhakirin.

Endamên yekîneya me di 23’ê Gulanê de di destê sibehê de li ser rêya Osmaniye-Dîlokê ya D-400’ê li dijî fabrîkeyeke kanepeyan a alîgirên rejîma faşîst a AKP’ê û li dijî fabrîkeyeke metalan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de her du fabrîke bi saetan şewitî û îmha bûn. Di vê çalakiyê de ya li dijî fabrîkeyên alîgirên AKP’ê, fabrîke herî kêm 5 milyon lîrayan xesirî.

Di 20’ê Gulanê de di destê êvarê de endamên yekîneya me li sûka Kaleîçî ya Denîzliyê li dijî karxaneyeke ku malzemeyên leşkerî difiroşe, çalakiyeke sabotajê li dar xist. Vê karxaneya ku xwediyê wê faşîstekî AKP û MHP’yî ye û malzemeyên leşkerî difiroşe endamên Artêşa Tirk, ji ber çalakiyê beşeke wê ya mezin hate îmhakirin.

Di çarçoveya pêngava tohildanê ya li dijî mêtînger û sîxûr-hevkaran de, ku ji bo bîranîna hevrê Devran Soro ku di berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de şehîd bû û hemû şehîdên xwerêveberiyê di encama çalakiyan de 2 fabrîke, gelek cihên kar û wesayîtek ya mêtînger û hevkaran hate rûxandin û bi mîlyonan TL zirara wan çêbû. Bi rihê tolhildan û şêweyê berxwedanê ya fedayî ya hevrêyên me ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûyîn em ê li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê mêtînger û hevkaran bikin hedef.”

‘DIVÊ HER KURDEK BIBE NEFERÊ TOLHILDANÊ’

Di dewama daxuyaniyê de ev bang hate kirin;

“Li her cihê ku her Kurdek lê divê xwe vegûherîne neferê tolhildanê û bi çalakiyan tolê ji rejîma AKP-MHP’ê bigre. Serî de ciwanên Kurd em bang li hemû gelê Kurd dikin ku tolê ji mêtînger, sîxûr-hevkaran bistînin.

Li dijî êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP-MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê pêşdikevin tolhildan!

Li dijî faşîzma ku êrîşî cenazeyên şehîdên me dikin û di bin peyarêyan vedişêrin tolhildan!

Li dijî mêtîngerên ku di kuçeyan de êrîşî zarokên Kurdan dikin û êşkence li wan dike tolhildan!”