YPG'ê 19 şervanên ku 2014'an şehîd bûbûn, bi bîr anî

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 19 şervanên ku 2014'an di demên cuda de şehîd bûbûn ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de ya ku li ser malpera xwe weşandî diyar kir ji ber şertên şer yê wê demê nû hatine zelalkirin.

Daxuyaniya YPG'ê ya têkilarî 19 şervanan wiha ye:

''Hêzên me YPG û YPJ’ê sala 2014’an ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi fedekartiyek pir mezin pêşengtî ji şoreşê re kirin. Di  wê pêvajoyê de hêzên me YPG- YPJ li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi hemû şêwazan çalakiyên dijî mirovahî pêk tanîn û dixwestin bi vê şêwazê xwe li cîhan û herêmê de belav bike berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan. Di vê pêvajoyê de ji herêma rojava hêzên me li Kobanê, Serêkaniyê, Ceza, Rabîa û gelek cihên din li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tekoşîn hat dayîn. Şoreşa Rojava ya ku bi gelek zorî û zehmetiyan hatî bidestxistin, hêzên dagirker xwestin bi destê DAÎŞ’ê  vê tune bikin. Dixwestin li herêmê li şûna Demokrasî û azadiyê, koletiyê li gelê herêmê bidin ferz kirin.

Sala 2014’an ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê li herêmê û qada navnetewî  pêş diket û bandoreke mezin ava kiribû, li hember rêxistina terorî ya DAÎŞ'ê ya ku bi hemû şêwazên çalakiyê li dijî mirovahiyê li herêmê û qada navnetewî de pêk dianîn û bi vê ve dixwestin li ser piyan bimînin, hêzên me YPG û YPJ ku ji şoreşê re pêşengtiyê dikirin, li hemberî DAIŞ’ê şer û berxwedanên destanî dan û mohra xwe li dîrokê dan. Li Kobanê, Serêkaniyê, Ceza, Rebîa û gelek cihên din yên herêma Rojava  di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de di vê demê de bênavber şêrê dijwar qewimîn. Destkeftiyên şoreşa Rojava ku bi kedên mezin û bi berxwedaniyan hat bides xistin, hate xwestin ku bi destê DAIŞ’ê hilweşînin û di herêmê de şûna azadî û demokratîkbûnê jiyana koletiyê bidin avakirin û qebûlkirin.

Di dema pêvajoya berxwedana Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa de, di serî de keç û xortên li çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên şoreşger û azadîxwaz yê welatên din dema ku xeteriya dijmin dîtin, berê xwe dan van herêmên têkoşîn lê tê kirin û cihê xwe di nav refên YPG û YPJ’ê de girtin. Bi ruhê seferberiyê û bi fedakariyên mezin ku tevlî berxwedanên li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rabiayê bûn û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Bi şer û berxwedaniya xwe ne tenê çeteyên DAÎŞ’ê, hedef û armancên dagirkeran yên ku piştevaniya DAIŞ’ê dikirin jî têk birin. Bi vî awayî li giştî cihanê nîşan dan ku ev şoreş, şoreşa gelên bindest û şoreşa mirovahiyê ye. Afirînerên van berxwedanan, şehîdên me ne, ku bi ax û gelê xwe re girêdayî ne, li hember hemû êrîşan tekoşîn kirin û bi vê awayî şehîd bûn.

19 hevalên me yên ku Cotmeha 2014’an  li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa şehîd ketin, ji ber giraniya şer ya wê demê nasnameyên wan nû hatin zelalkirin.

Em şehîdên xwe yên qehreman yên li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Rebîa û li heremên din yê bi xwîna xwe nirxên mezin dane avakirin bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em ji malbatên şehîdan yê hêja û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ne;

Nasnav: Bişeng Dilbarîn

Nav û Paşnav: Zelîxa Yîmez

Navê Dayikê: Heybet

Navê Bav: Ebdilrehîm

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Rebîa / Gundê Mehmûdiyê / 5’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Canfeda Rênas Gulan

Nav û Paşnav: Recep Kalabalik

Navê Dayikê: Nîgar

Navê Bav: Sabir

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 6’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Çekdar Baran

Nav û Paşnav: Xelîl Yilmaz

Navê Dayikê: Nesrîn

Navê Bav: Ebdulah

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 6’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Çekdar Botan

Nav û Paşnav: Yusuf Gol

Navê Dayikê: Salîha

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Dema Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Dersim Cudî

Nav û Paşnav: Îsa Sanirci

Navê Dayikê: Sabriye

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 3-5'ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Ehmed Havîn

Nav û Paşnav: Xalid Beştaş

Navê Dayikê: Azîme

Navê Bav: Ebdilezîz

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 1’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Elîşêr Amed

Nav û Paşnav: Şerafettîn Arhan

Navê Dayikê: Guzel

Navê Bav: Fewzî

Cihê Jidayikbûnê: Erzurum

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Êrîş Andok

Nav û Paşnav: Mahir Polat

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Cih û Demê  Şehadetê: Kobanê / 5’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Ferhad Wan

Nav û Paşnav: Cevat Demîr

Navê Dayikê: Hediye

Navê Bav: Resul

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Cih û Demê  Şehadetê: Cezaa / 1’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Kawa Timoq

Nav û Paşnav: Xelîl Argîs

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Osman

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Mazlum Serhed

Nav û Paşnav: Nîhad Sarihan

Navê Dayikê: Aynur

Navê Bav: Samîl

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 28’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Rêdur Bargiran

Nav û Paşnav: Sabrî Ertan

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Rojvan Yilmaz

Nav û Paşnav: Îbrahîm Aybay

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Şikrî

Cihê Jidayikbûnê: Edenê

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Rubar Amed

Nav û Paşnav: Serhed Ozbeklî

Navê Dayikê: Zarîfe

Navê Bav: Samî Metîn

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Rubar Mêrdîn

Nav û Paşnav: Yaqup Tunç

Navê Dayikê: Şikriye

Navê Bav: Şikrî

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Rûstem Cudî

Nav û Paşnav: Yunus Akan

Navê Dayikê: Medîne

Navê Bav: Hisên

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 9’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Şahîn Kurdistan

Nav û Paşnav: Selam Gûven

Navê Dayikê: Melîha

Navê Bav: Ramazan

Cihê Jidayikbûnê: Edenê

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 21’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Sîdar Mazlum

Nav û Paşnav: Mucahîd Çelîk

Navê Dayikê: Zeynep

Navê Bav: Feyzullah

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmeha 2014'an

***

Nasnav: Welat Devran Berçelan

Nav û Paşnav: Velat Gûr

Navê Dayikê: Sekna

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an