YNK: Divê her kes destekê bide daxuyaniya Karayilan

Endamê Buroya Siyasî ya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, diyar kir ku ji bo şerê biratî çênebe bang kir ku divê her kes destkê bide daxuyaniya Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan.

Endamê Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre tevlî bernameyek Aryen Tv bû. Pîre balkêşa ser banga endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan ya ji bo aştî, rêgirtina li şerê birakujiyê, metirsiya liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li herêma Behdînanê, dagirkeriya dewleta Tirk, daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan û lihevkirina derbarê Şengalê de.

Seedî Ehmed Pîre got: “PDK hêzên roj li hinek deveran xistiye nava liv û tevgerê û niha jî dişîne Herêma Behdînanê Gareyê. Ev ji bo serîhildana şer metirsiye. Birêz Murad Karayilan têkoşer û xwedî ezmûna şer û aştiyê ye. Dizane şer çend malwêraniyê bi xwere tîne û çend ziyana siyasî û netewî heye. Ji bo vê em piştgiriyê didin peyama birêz Karayilan ya dijî şerê birakujiyê.”

‘PDK GELEK LIHEVKIRIN BI TIRKIYEYÊ RE KIRIYE’

Pîre di dewama axaftina xwe de behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li Herêma Behdînanê kir û wiha pêde çû: “Tirkiye li hinek herêmên Behdînanê hikumdariyê dike. Xetên peywendiyan yên telefonên Tirkiyeyê li wan herêman kar dikin. Ne ku xetên telefonê yên Asya û Korek, lê yên Tirkiyeyê kar dikin.”

Seedî Ehmed Pîre destnîşankir ku PDK’ê gelek lihevkirin bi Iraq û Tirkiyeyê re çêkiriye û ew ne agadarê van lihevkirinanin. Pîre got ku tevî ew di nava hikumetê dene, lê ew ji van lihevkirinan nehatine agadarkirin.

‘EM BI GELÊ ŞENGALÊ RE NE’

Pîre derbarê lihevkirina PDK û Bexda ya li ser Şengalê de jî got; “Em bi lihevkirinên ku xelkê Şengalê qebûl bikin rene. Lê ya ku tê dîtin xelkê Şengalê vê lihevkirinê qebûl nekiriye, ji bo vê em jî ne li gel lihevkirinê ne.”

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê di dewama axaftina xwe de qala daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ya di rojên borî de jî kir û got: “Eger ya dibêjin raste, divê eşkere bikin. Ev demek zêdeye Encûmena Asayîşê kom nebûye da ku daxuyaniyek bide. Li nava Saziya Îstîxbarat û Parastinê ya Encûmena Asayîşê de pirsgirêk û nakokî heye. Ger ev neyê çareserkirin, wê daxuyaniyên weke Encûmena Asayîşê dayî, dûbare bibin.”

Pîre herî dawî balkêşa ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî û got: “Dagirkeriya dewleta Tirk nayê qebûl kirin. Ger peywendiya xe bi Mîsaqî Milî ve heye, ew Mîsaqî Milî li Qerebax û Lîbya nîne. Ger peywendiya xwe bi Başûrê Kurdistanê ve hebe, ev yek cihê pirsyar û axaftinê ye.”