Yekîneyên Tolhildanê li dijî MÎT'ê çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed ragihand li Stenbolê li dijî du endamên MÎT'ê bi bombeya destan çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê di daxuyaniya niviskî de got, ''13'ê Çile li Stenbolê, li navçeya Bahçelîevlerê endamên Yekîneya Tolhildanê yên Şehîd Soro Amed li dijî du xebatkarên MÎT'ê bi bombeyên bi destan çêkirin çalakî kirin.''

Yekîneya Tolhildanê got, dema ku endamên MÎT'ê di wesayitê de bûn wesayit kirine hedef û diyar kir, ''Bi encama çalakiyê 2 endamên MÎT'ê bi giranî birîndar bûn û ziyan giha wesayitê.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Medyaya derewîn a desthilata AKP-MHP'ê nûçeya ku tûpa LPG'ê teqiyaye serwîs kirin û wiha hewl dan ku ser rastiyan bigirin. Em diyar dikinçalakiyên me yên li ser endamên MÎT'ê yên li Kurdistanê û Tirkiyê û hemû hevkarên wan wê bidomin.''