Yekîneyên Tolhildanê: Em ê hesab bipirsin

Yekîneyên Tolhildanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û diyar kirin ku wê hesabê tecrîdê û êrişên qirkirinê bipirsin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Atakan Mahîr daxuyaniyek weşandin û diyar kirin, "Rojbûna roja me Rêber Apo pîroz be ku îradeya azadiyê ya gelan û bindestan e. Em soza xwe dubare dikin û dibêjin; ya em ê bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn ya jî nejîn û nedin jiyîn."

'GEF Û ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ DIDOMIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser şert û mercên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiya wan nîne û hate destnîşankirin, êrişên qirker ên dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê dewam dikin.

Yekîneyan diyar kirin, di demekê de ku dinya li hemberî vîrûsa koronayê têdikoşe, Erdogan û çeteyên wî êrişên xwe yên dagirkeriyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê didomînin û destnîşan kirin, "Bi gotina 'ez ê nexweşên bi vîrûs bixim nava girtiyên siyasî' gefê li zindanan dixwe, bi qanûnên nû çeteyên xwe berdide, lê êsîrên siyasî û bi rûmet di nava lepên mirinê de dihêle."

'EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî şerê taybet ê bêexlaq, weke yekîneyên tolhildanê yên li her cihî bi ruhê berxwedanê tevdigerin, weke hêzên şoreşger-demokratîk, ji her tiştên ku li Îmraliyê diqewimin û biqewimin em rejîma faşîst a AKP-MHP'ê berpirsyar dibînin. Kî bi rejîma faşîst a AKP-MHP'ê re hevkariyê bike, mîna heta niha ji niha û pê ve jî em ê qat bi qat hesabê her şêweyên nebaşiyê bipirsin. Nebaşî wê ji kesî re nemîne. Bi şiyara 'Jiyaneke bê Rêbertî nejî û nede jiyîn' em ê agirê tolhildanê geş bikin, bi 4'ê Nîsanê re bi ruhê newrozê pîrozbahiyan bikin û her tim li kolanan bin."

ÇALAKÎ

Yekîneyên Tolhildanê li ser çalakiyên rojên dawî ev agahî parve kirin:

"28'ê Adarê: Li qada qenala Surmelî ya Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, yekîneyên xweparastinê rê girtin û li ser tecrîdê axivîn. Yekîneyên me yên xweparastinê li dijî kontrayên dijmin ên hewl dan bikevin nava taxê bi teqemeniyan çalakî kirin.

29'ê Adarê. Li Şabaniye ya navçeyeta Artemêtanê, li dijî mala cerdevanekî AKP'î bi bombeyê çalakî hate kirin.

29'ê Adarê: Li Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê bi çekê li dijî qereqola polîsan çalakî pêk hat. Hejmara polîsên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

28'ê Adarê: Li taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê yekîneyên me yên xweparastinê rê birîn û li ser tecrîdê agahî dan gel."