Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya ‘15’ê Sibatê’ eşkere kir

Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê lidarxistine eşekre kir.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê hatine kirin eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye;

“Îro jî em wek ferdên tolhildanê yê gelê Kurd wek roja destpêkê bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bi heman rûhî bi çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê me û Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê têdikoşîn. “Em ferî komployê nebûn, em ê fêrî nebin!” , “Tehemûla me ji dil girtina Rêber APO re nemaye”.

Di sala 22’an a Komloya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku bibin yek ji ferdên tolhildanê û tolê ji dewleta Tirk a dagirker hilînin.

BÎLANÇO

• Endamên Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed 30’ê Çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê li dijî fabrîkeya teksitîl (Cildirûn) ya 4 qat çalakiyek lidarxist. Fabrîkeya tekstîl a li Kolana 230 a Taxa Akşemsettîn hate şewitandin û bû xwelî.

• Dîsan roja 30’ê Çileyê endamên me li dijî fabrîkeya ku alavên înşaat û kablo çêdikri ya li Cihê Pîşesaziya Ortakoy a navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê çalekiyek lidarxist. Di encama çalakiyê de depoya fabrîkeyê û wesayît hatin şewitandin û hatin rûxandin.

• Şeva 7’ê Çileyê endamên Yekîneyên Tolhildanê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê kargehek şewitandin. Di encama çalakiyê de kargeha 5 qat a li Kolaa Aydogdû ya Taxa Ataturk a Kuçukçekmeceyê bi temamî hate rûxandin.

• Endamên yekîneyên me roja 9’ê Sibatê li Kolana Kalfa Çeşmesi ya Taxa Altûnîzade ya navçeya Uskudar a Stenbolê li dijî restorana du qat a xwediyê wê hevkarê dijmin e çalakiyek lidarxist. Endamên me restoranta du qat şewitandin. Di encama çalakiyê de restorant hate rûxandin û xisareke madî çêbû.

• Roja 10’ê Sibatê endamên Yekîneyên Tolhlidanê li Taxa Mezra ya navçeya Berêcûk a Rihayê li dijî wesayîta polîseke sivîl çalakiyek lidarxist. Endamên me bi molotofan li wesayîtan polîsan xist. Di encama çalakiyê de wesayît hate rûxandin û hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.

• Endamên yekîneyên me şeva 13’ê Sibatê saet 20:30’an li taxa Akyûrt a Enqerê li dijî fabrikeya faşîstên AKP’ê ku hilberîna wesaîtên înşaatê dikir çalakiyek lidarxist. Di vê çalakiyê de endamên me fabrîke şewitandin û di encama çalakiyê de bi temamî hate rûxandin.

• Roja 13’ê Sibatê li Kolana Nîne Hatûn a navçeya Esenler ya Stenbolê du minîbusên hevkaran hatin şewitandin. Di encama çalakiyê endamên yekîneyên me de her du minîbûs hatin rûxandin.

• Roja 15’ê Siabtê saet 12:30’an li dijî Cihê Pîşesziyê ya Fatîh a li navçeya Esenyûrt a Stenbolê çalakiyek hate kirin. Endamên yekîneyên me îmalatxaneya du qat şewitandin. Di encama çalakiyê de îmalatxaneya du qat hate rûxandin û li cihê pîşesaziyê xisareke madî çêbû.

• Şeva 16’ê Sibatê saet 22:00’an li navçeya Sûr a Amedê li dijî nobedar (bekçî) yên li dibistana Îskender Paşa ku polîsên Tirk weke qereqol bikar dianîn çalakiyek lidarxist. Endamên yekîneyên me dema ku nodebar kom dibûn bi 3 bombeyan li wan da. Di vê çalakiyê de hejmera kuştî û birîndarên nobedar nehate zanîn.”