Xelkên Mexmûrê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Welatiyên Mexmûrê di saetên şevê de li kuçe û kolana find pêxistin û salvegera 71’emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Di pîrozbahiyan de find hatin pêxistin û dîsa posterên Ocalan hatin hildan. Li kolanên Mexmûrê bi wesayîta agahdarkirinê dengê stranên rojbûna Ocalan tê pîrozkirin olan dide.

Her wiha Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr (TCM/TJCM) dîsa Meclîsa Îştar 4'ê Nîsanê bi çalakiyên cihê pîroz kirin.

Her wiha li çiyayê Qereçox jî sînevîzyona ku stran û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene tê nîşandan.

Di pîrozbahiyê de dayika bi navê Ezîze Sêrt  di serî de vê rojê li Serok Apo, malbat û hemû gelê welatparêz pîroz dikim.

Jin a bi navê Asya Gabar jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “4’ê Nîsan rojbûna mirovahiyê ye. Di serî de vê rojê li gelê Kurd û hemû gelên ji bo doza azadiyê têdikoşin pîroz dikin. Me dixwest vê rojê bi coştir û mezintir pîroz bikin. Bi taybet ev roj ji bo jinan rojeke pir girîng û xwedî wate ye. Ji ber ku yê rol dayî jinan û pêşengî ji jinê re kir Rêber Apo ye. Ji ber vîrûsa Korona em nikarin pîrozbahiyek bi coş bikin. Tenê bi şêwayekî biçûk biçûk em pîroz dikin."