Wênesazên wargeha Mexmûrê li Silêmanî pêşangehekê vedikin

Pêşangeha hevbeş a 38 ciwanên Wênesaz ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), roja 15'ê Tebaxê wê li Silêmanî were vekirin.

Li her çar aliyên Kurdistanê îsal Pêngava 15'ê Tebaxê 'Cejna Vejînê' bi çoşeke mezin tê pêşwazîkirin. 38 ciwanên Wênesaz ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi vê armancê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê pêşangeheke wenêyan vedikin.

Endama Komîteya Amadekar û Wênesaz Sozdar Tanit têkildarî pêşangehê axivî û diyar kir, ku ew dixwazin dengê xwe di hunerê de bilindtir bikin. Tanit got, "Pêşangeha me zêdetir girêdayî jiyana Kurdewarî û şehîdan e. Em dixwazin li Başûrê Kurdistanê hunera xwe ya di nava penaberiyê de bidin nîşandan."

Wênesaz Tanit herî dawî banga li gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê kir, ku tevlî pêşangehê bibin.

Pêşangah wê roja 15'ê Tebaxê seat 17:00 li Muzexaneya Niştimanî ya bajarê Sîlêmanî Holê Emmesurekan were vekirin. Pêşangeh wê 3 rojan dewam bike. Hemû dibistanên hunerî yên bajarê Silêmanî, hunermend û gelê Silêmaniyê wê beşdarî pêşangehê dibin.