Wekîlê Kurd rûniştina ewilî ya parlamenta Ermenîstanê birêve bir

Piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext ên 9'ê Kanûna 2018'an ku li Ermenîstanê hatin kirin, rûniştina destpêkê ya parlamentê pêk hat. Parlamenterê Kurd Kinyas Hasanov rûniştina parlamentê bi rê ve bir.

Li gorî qanûnên Ermenîstanê, heta ku serokê meclîsê were hilbijartin, endamê herî bi emr ê parlamentê serokatiyê ji meclîsê re dike. Hasanov ji ber ku parlamenterê herî temendirêj e, berê jî serokatî ji rûniştinên destpêkê yên meclîsê re kiribû.

Di hilbijartinên 9'ê Çileya 2018'an de, bloka "Gava min" a Nîkol Paşînyan 70 ji sedî yê dengan girt û bû yekemîn. Du partiyên din jî cihê xwe li parlamentê girtin. Partiya Serokkomarê berê Serj Sarkîsyan li binê benda hilbijartinê ma û nekarî tevlî meclîsê bibe.

Di rûniştina doh de ji bo Serokatiya Meclîsê, Ararat Mîrzoyan ê ji tifaqa "Gava min" hate hilbijartin.