Tûrgût ê ji helîkopterê hate avêtin jiyana xwe ji dest da

Servet Tûrgût ku tevî Osman Şîban di 11'ê Îlonê de li gundekî Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin destgîrkirin û piştre ji helîkopterê hatin avêtin, jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên Tirk ên dagirker ku li navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonê kirin, roja 11'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê li gundikê Çiglicayê gundiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût destgîr kiribûn.

Piştî 2 rojan jî Şîban û Tûrgût li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hatibûn dîtin.

Eşkere bû ku her du gundî ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Tûrgût ku bavê 7 zarokan bû piştî 20 rojên di servîsa lezgîn de roja Çarşemê jiyana xwe ji dest da.