Togûç: Çareserî li Îmraliyê ye

Togûç bal kişand ser statuya taybet a girtîgeha Îmraliyê û got, "Divê rojek berî rojekê hevdîtin bên kirin û deriyê aramiyê ji nû ve bê vekirin. Çareserî li Îmraliyê ye. Yên çareseriyê naxwazin Birêz Ocalan tecrîd dikin."

Parlamenterê berê yê DEP'ê û Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li ser gelê Kurd û Yekitiya Neteweyî ji ANF’ê re axivî. Togûç diyar kir ku çawan tiliyên hêzên navdewletî di dîlgirtina Ocalan de heye, îro bi heman rengî tiliya heman hêzan di tecrîdkirinê de jî heye.

‘ÎMRALÎ XWEDÎ STATUYEK TAYBET E’

Togûç da zanîn ku hikûmeta AKP’ê bi israr polîtîkaya tecrîdê dimeşîn e û wiha axivî: “Bi têkoşîna gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd car carinan hikûmet paş ve gav davêje û dihêle ku malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Piştî greva birçîbûn û rojiya mirinê deriyê Îmraliyê ji parêzeran re hate vekirin. Lê belê tecrîd ji holê ranebûye. Redkirina serlêdanên malbatan û nebersivandina serlêdanên parêzeran jî nîşan dide ku tecrîd didome. Pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê, ne di peymanên navneteweyî de ne jî di qanûnên Tirkiyeyê de hene. Girtîgeha Îmraliyê xwedî statuyeke taybet e û li wir qanûn jî pêk nayên. Divê rojek berî rojekê hevdîtin bên kirin û deriyê aramiyê ji nû ve bê vekirin. Rêya çareseriyê li Îmraliyê re derbaz dibe. Yên çareseriyê naxwazin Birêz Ocalan tecrîd dikin.”

‘OCALAN KILÎDA AŞTIYÊ YE’

Togûç destnîşan kir ku tecrîdkirin Ocalan bandorek neyînî li her ser kesî dike û got, “Hêzên naxwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe yên li Rojhilata Navîn çareseriyê naxwazin. Li Tirkiyê tecrîd dibe sedema krîzê. Yê îro tê tecrîdkirin rêberê gelekî ye. Zexta li ser rêber, bi heman rengî li ser gel jî dikin. Bi salan e tinekirin li Kurdan tê ferzkirin. Sed sal e ev polîtîka didome. Heta ku tecrîda li Îmraliyê dewam bike, wê krîz û xitimandina li Tirkiyeyê dewam bike. Ji bo ku ji vê xitimandinê bê derxistin, berî her tiştî divê şert û mercên tecrîd ji holê rabin. Li Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd Ocalan kilîda aştiyê ye. Pêdiviya gelan bi aştiyê heye. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, tu pirsgirêk çareser nabin. Divê dewlet û hikûmet dest ji pêkanînên xwe yên tekparêz û şikandina rûmeta mirovan berdin. Bi tayînkirina qeyûm, bi qetilkirina jinan û desteserkirina keda karkeran ev pirsgirêk çareser nabe.”

‘DEWLET BI AWAYEKÎ EŞKERE DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKE’

Togûç bal kişad li ser polîtîkayên şer yên hikûmeta AKP’ê û got: “Dewlet bi awayek plankirinî êrîşî gelê Kurd dike. Tirkiyê di 9’ê Cetmehê de êrîşî Rojava kir. Dewlet bi taybet rojên girîng yên Kurdan hildibijêre û êrîşî nirxê Kurdan dike. Bi van êrîşan peyaman dide gelê Kurd. Dewlet bi awayek vekirî dijminatiya Kurdan dike. Li gorî qanûnên navdewletî Tirkiye sînorê xaka welatekê din dagirkiriye û ev jî sûçe. Li Şehba, Bab, Efrîn û Serêkaniyê sûçê mirovahiyê dike. Li pêş çavê raya giştî mirov tên qetilkirin. Gelek caran li xwe mikûr hatine û dibêjin, ger li kûdera dinyayê Kurd bibin xwedî statu ez ê qebûl nekim û parçe bikim. Ev polîtîka ne tenê ya Erdogan bi xwe ye, ev polîtîkaya sereke ya dewletê ye. Erdogan bi xwe teslîmî dewleta kûr bûye. Piştî pêvajoya çareseriyê û mutabakata Dolmabahçeyê, dewleta kûr guhê wî kişand. Bi tifaqa faşîst ya MHP’ê re bû yek û bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd kirin.” 

‘LI QADAN YEKITÎ AVA BÛYE ÊDÎ DOR A SIYASETÊ YE’ 

Togûç bilêv kir ku divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya îmha û înkarê berde û got: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke kûrewî ye. Armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e Kurd nebin xwedî statu. Ji bo vê êrîş dike, li hember hêzên navdewletî çokan datîne û gelek tawîzan dide. Me ev herî dawî di referanduma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê dît. Bi salan e li dijî Kurdan şer dikin. Lê binêrin niha dewleta Tirkiyeyê hin tawîzan wekî S-400 an jî patrîotan digire. Li dinyayê ne dost ne jî dijminên dewletan hene. Tenê dostekî dewletan heye, ew jî berjewendî ye. Loma hem DYA hem jî Rûsya Tirkiyeyê ber bi çiravekê ve şandin. Loma DYA û Rûsya Kurd li holê hişt. Lê gelên Kurdistanê xeyalên dagirkirina têk birin û ji bo yekitiyê gavan diavêjin. Îro dem dema yekitiyê ye. Gelê Kurd ji bo vê yekê amade ye û li qadan ruhê yekitiya Kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekitiyek pêk were û siyaseta Kurd jî bi rola xwe tevbigere.”