Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê li çar bajaran çalakî kirin

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Seyît Batman ên YPS'ê ragihandin ku li Amedê wesayiteke polîsên Tirk, li Manîsayê du tankerên ku madeyên kîmyewî tê de bûn, li Mûglayê wesayiteke 'faşîstekî' û li Denîzliyê jî cotgeha 'faşîstekî' şewitandine.

Di daxuyaniya Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Seyît Batman ên YPS'ê de hate ragihandin ku di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî sîxur-noker û mêtingeriyê" de li gelek bajaran çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê di 20'ê Tîrmehê saet 22:45'an de li taxa Tokî Uçkûyû ya navçeya Peyasê ya Amedê, li dijî mînîbusa panelvan a polîsên Tirk ku ji bo guhdarîkirin û şopandinê bi kar dianîn û buhayê xwe 2 milyon TL ye, çalakiya sabotajê hate kirin.

Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de wesayit hate şewitandin û yekîneyên wan jî bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûn.

Li gorî daxuyaniyê, 30'ê Tîrmehê saet 19:00 li herêma Pîşesaziyê ya Mûradiyeyê di çalakiya sabotajê de 2 tankerên ku madeyên kîmyewî tê de bûn hatin şewitandin û şewatê heta roja din saet 11:00 hate vemirandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 1'ê Tebaxê li taxa Konak a navçeya Yatagan a Mûglayê, wesayitek 'faşîstê' bi navê O.G. hate şewitandin.

Li taxa Karabayir a navçeya Çamelî ya Denîzliyê jî 21'ê Tîrmehê saet di 09:00 de cotgeha 'faşîst'ekî hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiyên wan ji bo bîranîna şehîdên 'Cenga Heftanînê' û şehîdên berxwedanê hatine lidarxistin.